Topxaneya Tirkiyê gundên Cizîra Rojavayê Kurdistanê dide ber topan

Topxaneya Tirkiyê gundên Cizîra Rojavayê Kurdistanê dide ber topan

.

A+A-

Artêşa Tirkiyê hejmarek gundên Qamişlo, Dirbêsiyê û Amûdê dan ber topan.

Jêderekî ji K24ê re gotin, artêşa Tirkiyê îro danê sibê rêbendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) li rojavayê bajarokê Dirbêsiyê topbaran kir û dûkel jê hilkişiya.

Li gor jêderên xwecihî, artêşa Tirkiyê vê sibê gundê Çetelê li rojavayê Dirbêsiyê, gundên Cirnikê û Xanîka yên ser bi Amûdê ve û gundê Til Zîwan yê ser bi Qamişlo ve dan ber topan.

Jêderan destnîşan kirin ku di wan êrîşan de ziyanên madî derketine.

Ev yek di demekê de ye, droneke Tirkiyê pêr 6ê Tebaxê otomobîlek li taxa Pîşesazî ya Qamişlo bombebaran kiribû û di encamê de 4 kes hatin kuştin ku ji nava wan de 2 zarok hebûn.

Di dema dawî de, ligel zêdebûna gefên Tirkiyê yên ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, êrîşên hêzên ser bi Tirkiyê ve li ser Rojavayê Kurdistanê û hermên di bin kontrola HSDê de zêde bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin