Tirkîyê navçeya Şarbajêr bombebaran kir

Tirkîyê navçeya Şarbajêr bombebaran kir

Îro 04.08.2020ê balefira bêbalefirvan a artêşa Tirkîyê piştî nîvro gundê Gelale ya ser bi qeza Mawet a navçeya Şarbajêr bombebaran kir.

A+A-

Qaymeqamê qeza Mawet Kameran Hesen ragihand: ‘’Balefira bêbalefirvan a Tirkîyê çend mûşek avêtin Kwêrekanî (Korekanî) û Deşta Jajolan a nêzîk gundê Gelale.’’

Herwaha got: ‘’Ti zanyarîyek derbarê mirina rûniştvanên gund bidest neketîye, lê agir li cîhê bombebaranê ketîye, ji ber wê jî zîyan geheştîye dar û benîşt û rêzên hemwelatîyên navçeyê.’’

Qaymeqamê qeza Mawet got: ‘’Herçend bombebarana Kwêrekanî û Deşta Jajolan hatibe kirin jî, lê heta naha dîyar nîne ti kesek ber wê bombebaranê ketîye yan na.’’

Ji ber hebûna çekdarên PKKê li navçeya Şarbajêr a ser bi parêzgeha Silêmanîyê, ev bû çend car balefirên bêbalefirvan ên artêşa Tirkîyê gundên navçeyê bombebaran kirîye û hemwelatîyên sivîl dibin qurbanî.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin