Tirkîye hêzeke din şande ser sînor

Tirkîye hêzeke din şande ser sînor

Hikûmeta Tirkiyê, hejmareke tank û Tophavêj û zirîpoşan pêkhatibûn, şandine ser sînorê Sûriyê.

A+A-

Karwaneke bi 50 barhilgiran ku hejmareke Tank û Tophavêj û zirîpoş û pêdawîstiyên lojîstîk pêk tê, weke hêza piştevaniyê şandine ser sînorê Sûriyê.

Ew karwana leşkerî ber bi navçeya Reyhanli ya Hatayê ve rêketiye.

Wek tê zanîn Duh Wezareta Derve û Wezareta Berevanî, Serfermandarê Tirkiyê  bi mijara “avakirina herêma ewle li Sûriyê” civînek saz kiribûn.

Ev yek di demekê de ye ku berpirsên hikûmeta Tirkiyê dibêjin operasyoneke serbazî li rojhialtê Firatê bidin destpêkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin