Tirkîyê helîkoptereke Sûrîyê xist xwarê!

Tirkîyê helîkoptereke Sûrîyê xist xwarê!

Artêşa Tirkîyê li sînorê parêzgeha Idlibê ya li bakurê rojavayê Sûrîyê, helîkopetereke cengî ya artêşa Sûrîyê xiste xwarê.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Çavkanîyên ser bi opozisyona Sûrîyê ragihandin, ku artêşa Tirkîyê îro Sêşemê 11ê Sibatê li sînorê rojhilatê parêzgeha Idlibê ku nêzîkî mîhwerên şer e, helîkoptereke cengî ya hêzên hikûmeta Sûrîyê kirîye armanc û xistîye xwarê.

Li gor zanyarîyên ku çavkanîyên opozisyonê belav kirine, ew helîkoptera Sûrîyê li nêzîk gundê Nairab ku dikeve rojavayê bajarokê Serqaib a Idlibê, hatîye hedefgirtin.

Vîdeoya ketina wê helîkoptera Sûrî jî ji alîyê çavkanîyên sivîl ên opozisyonê ve li ser sosyal medyayê hatîye belavkirin.

Ew yek di demekê de ye, ku pêr Yekşemê artêşa Sûrîyê di êrşkeê de binkeyeke leşkerî û xala çavdêrîya artêşa Tirkîyê li Teftenaz a Idlibê kiribû armanc û bi gotina Wezareta Berevanîya Tirkîyê, di encama êrîşê de 5 serbazên Tirkîyê hatibûn kuştin û 5 serbaz jî birîndar bûbûn.

Li alîyekî din, êrîşên artêşa Sûrîyê bo ser parêzgeha Idlibê berdewam in û li gor zanyarîyên ku Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ku baregeha wê li Londonê ye û rewşa Sûrîyê dişopîne, hêzên hikûmeta Sûrîyê rêya navdewletî ya M5 ku Helebê bi Şamê ve girê dide, bi temamî kontrol kirine.

SOHR herwiha ragihandîye, hêzên hikûmeta Sûrîyê ji kontrolkirina bajarokê Entaribê jî nêzîk bûne.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin