Tirkiye dixwaze ji nû ve beşdarî bernameya F-35an bibe

Tirkiye dixwaze ji nû ve beşdarî bernameya F-35an bibe

.

A+A-

Di çarçoveya kirrîna pergala asmanî ya mûşekên s-400an de, Amerîkayê Tirkiye ji bernameya F-35an derxistibû. 

Di çarçoveya kirrîna pergala asmanî ya mûşekên s-400an de, Amerîkayê Tirkiye ji bernameya F-35an derxistibû. Herî dawî Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar got, “em dikarin S-400an veşêrin û tenê dema ku pêdivî pê hebe bikar binîn.” Lê belê Amerîka li ser helwêsta xwe bi biryar e û dibêje, yaseyên Amerîkayê yên berevaniyê kifş in, û em wan bi Tirkiyê re gotûbêj nakin.

Rageşiya S-400an di navbera Tirkiye û Amerîkayê de berdewam e. Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar di daxuyaniyekê de got, di çarçoveya kirrîna S-400an de sepandina gemaroyan li ser Tirkiyê û derxistina Tirkiyê ji bernameya F35an, li dijî qaîdeyên hevpeymanetiyê ye. Lê belê Amerîka jî kirrîna pergala asmanî ya mûşekan S-400an li dijî qaîdeyên hevpeymanetiyê dibîne. Herî dawî berdevkê Pentagonê John Kirby ragihand ku, heta ku Tirkiye s-400an ji deste xwe dernexîne, çareseriya ev girekûrê ne pêkan e.

Ji nû ve beşdarbûna bernameya F-35an bo Tirkiyê çima ev qas girîng e? Şarezayên babetê wiha dibêjin.

Şîrovekarê Siyasî Aydın Sezer diyar kir: “Di warê serbazî û aboriyê de bernameya F-35an bo Tirkiyê gelek girîng e. Tirkiyê di beşa hilberîna F35an de rolek girîng hebû. Heger ji bernameyê nehatiba derxistin, dihate çaverêkirin ev role herî kêm 12-13 milyar dolaran bigihijîne Tirkiyê. Her wiha baregeha f35ên li Ewropayê jî dê li Tirkiyê hatiba damezrandin. Ji loma derketina ji bernameya f35an bo Tirkiyê ji gemaroyên CAATSAyê jî girantir e.”

Li aliyê din şarezayên nêzî hikûmeta Tirkiyê jî dibêjin Tirkiye dê rêyekê peyda bike ku ev kêşeyê çareser bike.

Pisporê Ewlehiyê Dr. Guray Alpar destnîşan kir: “Tirkiye hevpeymaneke stratejîk e û ez bawer im her çi bibe di dawiyê de dê bi Amerîkayê re rêyekê peyda bike ku lihev bike. Tirkiyê pêdivî bi berevaniya asmanî hebû ev pergale kirrî. Her çi qas fişarê danin li ser milê Tirkiyê jî Tirkiye dê S400an bikar bîne.”

Tevî hişyariyên Amerîkayê yên derxistina Tirkiyê ji bernameya F-35an, Tirkiyê pergala S-400an di sala 2019an de bi 2,5 milyar dolaran ji Rûsyayê kirin. Hefteya borî jî hate ragihandin ku Tirkiyê bi yek ji navdartirîn kompanyayên dadmendiyê yên Amerîkayê  peyman îmze kiriye ku, bo ji nû ve beşdarbûna bernameya F-35an di warê stratejîk de alîkariya Tirkiyê bike.

Nalin Diri/K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin