Têmûrê Xelîl: Gelo keça Atatirkî ya manewî – Sebîha Gokçen ermenî bû?

Têmûrê Xelîl: Gelo keça Atatirkî ya manewî – Sebîha Gokçen ermenî bû?

Qey ermenîyekê warekî Ermenistana Rojava kavil û wêran kir?

A+A-

Têmûrê Xelîl

Sebîha Gokçen di 22.03.1913an da bûye û di 22.03.2001ê da mirîye. Ev jina çavşîn ku li gor gelek çavkanîyan û daxuyanîyên hin mirovên wê jineka ermenî bû, li gor îdîayên hin çavkanîyên tirkan yên din jî bi esilê xwe va bosnayî bû. Atatirkê serekê Dewleta Tirkîyeyê ew di 1925an da li sêwîxaneyekê dîtibû û ew pesikandibû, ango kiribû keça xwe. Hin kes jî dibêjin ku keça çi, halê çi, Sebîha yara Atatirkî bûye, îcar ji bo ev têkilîya wan nehê eşkerekirin, pesikanî ji xwe ra kiribû perde û pê veşartibû. Navê Sebîhayê yê esil jî Xatûn Sebîlcyan bû. Ev keçika çavşîn bi dû ra li Tirkîyeyê bûye balafirajoya (pîlot) balafirên şerî. Ew di nava jinan da ya yekem bû ku bûbû balafirajoya balafirên şerî. Karê vê jinê yê herî qirêj ku dîrok guwahîyê jê ra dike, ew bû ku Dêrsimê bide ber bombeyan û vê herêma kurdan kavil bike. Dewletê ji bo vî karê wê yê qirkirina kurdan, navê balafirxaneyeka Stenbolê ya navneteweyî kirîye ”Balafirxaneya Sebîha Gokçenê”.

Cara pêşin Hrant Dînkê redaktorê rojnameya bi zimanê ermenî ya bi navê ”Agos”ê ku li Tirkîyeyê tê weşandin, li ser kok û rikneta Sebîhayê bi awayekî berfireh nivîsî: (https://armedia.am/arm/news/29750/ataturqi-axjka-haykakan-gaxtniqy.html).

Ermenîyeka binecîya Ermenistanê Hrîpsîmê Sêbîlcyanê ji redaksyona ”Agos”ê ra nameyek nivîsîye û tê da gotîye ku ew li xaltîya xwe Xatûnê digere ku di dema Şerê Cîhanê yê yekem da li Împaratorîya Osmanî winda bûye. Hrîpsîmêyê nivîsîye ku dêya wê Tîrûhîyê jê ra gotîye ku dê û bavê wê di dema Gelkujîya ermenîyan da hatine kuştin, lê ew û Xatûna xwişka xwe ketine sêwîxaneyê.

Hrant Dînkî bi sernavê ”Sira Sebîha Gokçenê” gotarek çap kirîye ku li Tirkîyeyê wekî teqîna bombeyekê deng daye û li wê derê îsbat dike ku hema ew keça ermenî ya bi navê Xatûnê, Sebîhe Gokçen bi xwe ye: ”Me gelek wext ser wê yekê xerc kirin da îsbat bikin ku Wêreka neteweyî ya Tirkîyeyê Sebîha Gokçen ermenî ye”. Bi dû wê ra Hrant Dînk wekî îsbat weha dinivîse: ”Zimanzanê binavûdeng, xudanê ferhenga herî mezin ya zimanê tirkî Pars Tuglaci dibêje ku Sebîha Gokçenê zanibû dê û bavê wê kî ne. Heta, wê gelek gotinên bi ermenî jî zanibûn”.

Bi gotina gotîyan, dibêjin ku sedema kuştina Hrant Dînkî eşkerekirina vê sirê bûye.

”Sebîhayê bi zimanê ermenî zanibû, hinek xeber dida jî”. Îsbateka din jî heye ku balafirajoya navno bi esilê xwe va ermenî ye, ew bi ”Nexweşîya Yêrêvanê” ketibû. Di heqê vê yekê da mamostayê dîrokê ya dibistaneka tirkan Kemal Merkalî gotîye ku wî Sebîha Gokçenê bi şexsî nas dikir.

***

Ji alîyekî din va nivîskarê ermenî Andranîk berî 120 salan di pirtûka xwe da (Dêrsim: rêwîtî û erdnîgarî) dibêje ku Dêrsim Ermenistan e. Gelo ermenîyekê warekî Ermenîstana Rojava kavil û wêran kir?

Ka em binêrin di pêşgotina wergera wê kitêbê da li ser vê meseleyê çi tê gotin ku ji alîyê Kemal Burkayê nivîskar û sîyasetmedar va hatîye nivîsîn:

”Ev pirtûka Andranik ya li ser Dêrsimê berhemeke gelek balkêş e.

Nivîskarê Ermenî Andranîk 120 sal berê li hêla Dêrsimê digere û di derheqa erdnîgarî, dîrok, rewşa civakî û aborîya herêmê da malûmatên gelek giranbuha dide.

Ev berhema wî cara pêşîn di sala 1900’i da bi destê Yekîtîya Weşanxaneyên Ermenîyan li Tiflîsê û di Çapxaneya Mn. Martirosyans da (Caddeya Mîkaêlyan, hejmar 81- Tiflîs) bi

hejmara 188 çap bûye. Cara duwemîn di sala 1901 da dîsa li eynî çapxaneyê û bi hejmara 189 çap bûye.

Nuha em, piştî ewqas sal, di 70 salîya serhildana Dêrsimê ya mezin da (1938) Kurdîya wê di nav Weşanên Deng da çap dikin û bi vê yekê kêfxweş in.

Wergera wê ji Ermenîya kevn bi destê Têmûrê Xelîl e û bi Kurdîyeke baş û zelal e.

Hin tiştê ku Andranîk di derheqa vê herêmê û Kurdan da dibêje dibe ku li me xweş neyê. Wek nimûne, ew Kurdan bê îlm û xwendin dibîne û di vî warî da piçûk nîşan dide. Her usa jî vê herêmê heya Dîyarbekrê jî wek Ermenîstan nîşan dide.

Lê bila be. Wan salan him bi rastî rewşa gundîyên Kurd ne baş bû, him jî wî hin tişt bi çavekî “Ermenkî” nivîsandîye. Îro êdî em bi dîroka xwe jî, bi zmanê xwe jî agahdar in û zanin çi çi ye.

Her usa, ji gotinên Andranîk jî tê fêmkirin ku ev welat çiqas Ermenîstan e, çiqas Kurdistan e. Andranîk bi xwe dibêje wê demê li Dêrsimê nifûsa Kurdan 25 qat zêdetir bû ji Ermenîyan.

Ango himber Ermenîyekî 25 Kurd… Dîsa, di cîyekî dinê da jî dibêje, wê demê li Dêrsimê du sed hezar Kurdê Qizilbaş û heft hezar Ermenî hebûn. Welatekî usa çawa nabe Kurdistan û çawa dibe Ermenîstan?

Digel vê, Andranîk hin edet û usûlên Kurdan; mêvandarî, dilsozî û mêranîya wan; hurmeta wan ji jinan ra; dostayetîya Kurdên Dêrsimê bi Ermenîyan ra û berxwedana Dersîmê dijî dewleta Osmanî baş nîşan dide.

Di orîjînala pirtûkê da hin nav gor elifba û bilêvkirina zimanê Ermenî hatibûn nivîsandin. Me, ji bo ku xwendevan baş tê bighên, li hin cîyan di nav neynûkan da Kurdîya wan danî; lê bi piranî Kurdîya wan bi kar anî. Her usa jî di dawîya kitêbê da ji bo navên hanê lîsteyek danî ku xwendevan dikare lê binêre.

Em bawer in, Weşanên Deng bi vê kitêba teze, çand û dîroka me Kurdan ra xizmeteke teze dike.

12.06.2009”

***

Di vê nivîsê da em dixwazin nimûneyeka xweş ya yekîtî û hevgirtina di nava zane û welatparêzên kurd da raberî we bikin. Lêkolîner û nivîskarê binavûdeng Malmisanijî ev pirtûka bi zimanê ermenî peyda kir, bingehdar û serokê Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê Nedim Dagdevirenî xwe da ber karê pêkanîna wergerê, Têmûrê Xelîl xwe da ber karê wergera wê, lêkolîner û zimanzan Kemal Burkay û Malmisanijî xwe daye ber karê redaktekirina wergerê, mamosta û nivîskar Haluk Oztirkî xwe da ber karê pergela berg û rûpelan, weşanxaneya DENGê xwe da ber çapkirina pirtûkê, nivîskar û lêkolîner Roşan Lezgînî xwe da ber karê wergera wê pirtûkê ya ji kurmancî ji bo zazakî û her ûsa çapkirina wê.

Riataza

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin