Swêdê piştevaniya xwe bo Rojava dûbare kir

Swêdê piştevaniya xwe bo Rojava dûbare kir

.

A+A-

Wezîra Derve ya Swêdê pêşwazî li şandeke bilind a MSDê kir û tekez kir ku welatê wê dê li ser hevpeymanî û piştevaniya Kurdên Rojavayê Kurdistanê berdewam be.

Seroka Cîbicîkar a Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û şanda li gel duh, 12/11/2021, serdana Swêdê kir û li gel Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde civiya.

Derbarê serdana Îlham Ehmed û şanda li gel de bo Swêdê daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin, lê Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde li hejmara xwe ya Twitterê li ser naveroka civînê peyamek belav kir.

Ann Linde li ser pêşwazîkirina wê şanda Rojavayê Kurdistanê kêfxweşiya xwe derbirî û ragihand ku wan di civîna li gel Îlham Ehmed de rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin û herwiha Ann Linde piştevanî û hevpeymaniya welatê xwe li gel Kurdên Rojava dûpat kir.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde ku wek dosteke Kurdan û bi piştevaniya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, berî niha çendîn car pêşwazî li Îlham Ehmed û berpirsên din ên Rêveberiya Xweser kiribû.

Tebaxa îsal, Swêdê 10 milyon dolar pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê kir ji bo başkirina rewşa mirovî li herêmên di bin destê Rêveberiya Xweser de. Ji 2016an ve Swêdê 41 milyon dolar pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê kirine.

Swêdê di heyama 4 salan de (2016-2020) wek endameke Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, 210.8 milyon dolar ji bo başkirina rewşa mirovî li Sûriyê terxan kir û tê çaverêkirin ku ew pereyê ku Swêd bo Sûriyê terxan dike, heta 2023an bigihije 376 milyon dolaran.

Ann Linde Cotmeha 2020an serdana Tirkiyê kiribû û di civîna li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu de, tekez kir ku divê Tirkiye hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vekişe.

Linde herwiha piştevaniya welatê xwe ji bo Kurdên Sûriyê derbirî ku di civînên Komîteya Destûra Sûriyê de cih bigirin ku ew civîn bi sponsorî û çavdêriya Netewên Yekbûyî birêve diçin.

Herwiha Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde roja 22ê meha derbasbûyî jî serdana Başûrê Kurdistanê kiribû û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin.

Di civînên li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serok Mesûd Barzanî de rola Pêşmerge û hêzên din ên Kurdî di têkbirina DAIŞê de bilind nirxandinû û piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û Kurdan dûpat kiribû.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin