Siyasetvan û akademîsyenên Rojava: Divê Kurd êrîşa Tirkiyê ciddî werbigrin

Siyasetvan û akademîsyenên Rojava: Divê Kurd êrîşa Tirkiyê ciddî werbigrin

.

A+A-

Piştî daxuyaniya Erdogan a derbarê nêzîkbûna operasyoneke nû di nav axa Sûriyê de, Tirkiye hêzên xwe li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê kom dike. Amerîkayê dijatiya xwe ligel her êrîşeke nû ya Tirkiyê nîşan daye, Lê hejmarek siyasetvan û akademîsyenên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, divê Kurd û Rêveberiya Xweser gefên Tirkiyê ciddî werbigrin.

Rewşa herêmî û navdewletî ji her demê bêhtir rê li pêş Tirkiyê xweş dike ku operasyoneke nû di nav axa Sûriyê de û li dijî navçeyên di kontrola Rêveberiya Xweser de bide destpêkirin.

Nexşeyên ku Rûsya û Tirkiyê li ser xaka Sûriyê bi hev re nîgar kiribûn ketine ber bayê şerê Ukraynayê. Êdî, hemû çav niha li ser hêzên Amerîkayê ne ku çarenivîsa gelek navçeyên di jêr destê hevpeymanên xwe Hêzên Sûriyeya Demokratîk de li ser maseya Rûsya û Tirkiyê hiştine.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Ned Price roja Sêşembê 24ê Gulanê di preskonferansekê de diyar kir, ew her tevgerekê ku agirbestê binpê bike şermezar dikin.

Ned Price got, “Em ji rapor û nîqaşên li ser îhtîmala zêdebûna çalakiyên leşkerî yên li bakurê Sûriyeyê, bi taybetî bandora li ser sivîlên li herêmê gelekî bi fikarin. Pêngaveke têkder em şermezar dikin û piştgirî didin rawestana xetên agirbestê. Em bawer dikin ku girîng e hemû alî rêzê li herêmên agirbestê bigirin û biparêzin da ku aramî li Sûriyeyê xurttir bibe û hemû alî ji bo çareseriya siyasî ji vê aloziyê re bixebitin. Em fikarên ewlehiya rewa ya Tirkiyeyê li ser sînorê başûrê wî welatî fêm dikin. Lê her êrîşeke nû dê bêaramiya li herêmê zêde bike û kampîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û hêzên Amerîkayê dixe xeterê.”

Hisên Omer, Lêkolerê stratejîk ku nêzîkî Rêveberiya Xweser e, ji Rûdawê re got, pêwîstiya Amerîka û Rûsyayê bi Tirkiyê dihêle ku gefên Tirkiyê bi cidî bên girtin.

Hisên Omer got, “Gefên dawiyê yên Erdogan, ez bawer dikim vê carê jî pir cidiyeta wê heye û gelek tirs jê heye ku him zemîn amade ye, Rûsya di nava şerekî cîhanî de ye û hewcedarê Tirkiyê ye. Amerîka jî li hember Rûsya û Çînê pêwîstiya wê bi Tirkiyê heye û Tir jî wê bikar tînin, Erdogan dizane ku wan tiştan ji xwe re pêk bîne, ji ber wê jî amadekariyên wan heye ji bo ku êrişeke din bikin ser Rojavayê Kurdistanê. Divê mirov van êrîşan ciddî werbigre. Ihtîmala pêkanîna wê gelekî zêde ye.”

Neşat Zaza, endamê polîtbîroya PDK-S ku partiyeke sereke ya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye, ji Rûdawê re got, her karekî serbazî ji aliyê Tirkiyê ve dê pirsa Sûriyê aloztir bike, lê bi tundî rexne li Rêveberiya Xweser jî girt.

Neşat Zaza diyar kir, Ev rêveberiya niha ji ber helwesta wê ya li bermaber Tirkiyê, dibe sedem ku hin herêm têk biçin û tekez kir ku divê li hember gefên Tirkiyê bo êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê bibin rêgir.

Zaza got, “Heta ez bikarim bibim rêgir li pêşiya daxwaz û xwestekên Tirkiyê, çi dibin bila bibin, wexta ez siyasetê dikim û ez dikarim bibim rêgir li pêşiya wan planên han û wan projeyên ku îro Tirkiye bikar tîne, divê ez bizanim di lîstika lîstikvanan de çawa bikim. Lê eger ez her tiştî bikim û paşê ez vegerim bêjim ku Tirkiye êrîş dike, ê jixwe Tirkiye dê (di rewşeke wisa de) êrîş bike.”

Niha careke din, artêşa Tirkiyê tank û topên xwe li ser sînorê bi Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dixe rewşa amadebaşiyê. Liv û tevgerên serbazî yên Tirkiyê piştî daxuyaniyên nû yên rayedarên hikûmeta Tirkiyê zêdetir bûne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin