Sîyaseta dewleta Tirkîyeyê û rewşa Bakurê Kurdistanê

Sîyaseta dewleta Tirkîyeyê û rewşa Bakurê Kurdistanê

.

A+A-

Mustafa Ozçelîk

Kurdistan bi her çar perçeyên xwe ve jî di pêvajoyeke girîng, dîrokî û hesas da derbas dibe.

Peymana Lozanê li Başûrê Kurdistanê derzeke kûr û mezin xwarîye, li Rojavayê Kurdistanê jî derzeke zirav û biçûk li Peymana Lozanê ketîye. Kurdistan di eslê xwe da yek laş e, wek şûşeyekê ye. Heger em vê rastîyê bidin ber çavan, em dikarin pir bi hêsanî bêjin, ev derzên  ku li Başûr û Rojavayê vê şûşeyê ketine, dê tesîra xwe, li Bakur û Rojhilatê şûşeyê jî bikin.

Dewleta Tirkîyeyê û Îranê, bi taybetî jî di van 6,7 salên dawî da, bi hewl, plan, stratejî, êrîş û sîyasetên xwe yên pir alî, dixwazin rê li ber wê yekê bigirin, da ku ew derzên  Başûr û Rojavayê vê şûşeyê negihêjin Bakur û Rojhilatê wê jî.

Lê qaîde û rastîyên zanistî ji me ra dibêjin ku, zû yan dereng, dê ev derz xwe bigihînin Bakur û Rojhilatê şûşeyê jî. Zûbûn an derengbûna vê pêvajoyê, hem bi rewşa dagirkeran û bi rewşa me Kurdan ve, hem jî bi konjonktur, rewş  û firsendên navneteweyî, bi sîyaset û berjewendîyên aktorên navdewletî ve girêdayî ye.

Dewleta Tirkîyeyê di sala 2015an da, bi tirseke mezin û bi awayekî zelal lê hay bû ku, ew derza ku ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê  ve li Peymana Lozanê ketîye, ber bi Bakurê Kurdistanê ve jî dimeşe, derzên biçûk ên ku li Bakur hene jî hêdî hêdî didin der.

Di sala 2015an da, wêneyê her çar perçeyên Kurdistanê weha bû: Li Başûrê Kurdistanê êdî, Bexdayê sîstema federalî bicîh nedianî, ji ber wê jî Kurdên Başûr  behsa serxwebûnê  dikirin. Li Rojavayê Kurdistanê her çiqas gelek destên xêrnexwaz nedihiştin  pêk bê jî, Mitabaqata Dihokê di navbera TEVDEM û ENKSyê da hatibû îmze kirin. Bi vê Mitabaqatê, rêya rêvebirîyeke hevbeş a eskerî, sîyasî, aborî, dîplomasî û îdarî ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê ra vebibû. Sîyaseta Emerîkayê ya li dijî Îranê, firsend û şansa ku Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji wê konjonkturê feydê wergirîn mezintir kiribû. Li Bakurê Kurdistanê, rawestandina şerî, rêya xebata sîyasî, demokratîk, sivîl xweştir, geştir û xurtir kiribû. Hişyarî û vejîna neteweyî pêl bi pêl li Bakurê Kurdistanê belav dibû. Gelê Bakurê Kurdistanê, bêyî şer û kuştinan, berhem û encamên xebata sivîl û destkeftinên sîyasî û demokratîk di jîyana xwe da didîtin.

Dewleta Tirkîyeyê gava ku ev rewşa Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê  Kurdistanê da ber çavan, stratejî û sîyaseteke nû da ber xwe. Li gorî vê stratejîyê, ne bes li Bakur, lê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî diviyabû rê li ber destkeftinên Kurdan bê girtin û destkeftinên heyî jî bêne lawaz kirin. Esasê vê stratejîya Erdoganî û ya Dewleta Tirkîyeyê, li hemû perçeyên Kurdistanê, di asteke bilindtir û bi awayekî fiîlî, sîyaseta dijayetîya kurdan e.

Bi vê hişmendîyê, di temûza 2015an da Dewleta Tirkîyeyê dawî li hevdîtinên xwe yên li gel PKK, HDPyê anî û careke din dest bi operasyonên leşkerî kir. PKKyê jî di heman demê da got ‘Emê bajarên Bakurê Kurdistanê bi şerê çekdarî rizgar bikin û li wan bajaran emê rêveberîyên xweser ava bikin’ û PKKyê bi vê hişmendî û bernameyê, li nav gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, şerê çekdarî, şerê xendek û barîkatan destpê kir. Şerê xendekan ê PKKyê, rê ji sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya têkbirin û şikandin û lawaz kirina destkeftin û xebat û dezgehên sivîl, sîyasî, demokratîk ên Kurdan ra xweştir kir. Dewleta Tirkîyeyê, bi alîkarîya sîyaseta PKKyê ya şerî û xendekan jî, têkoşîna doza azadîya Kurdistanê, aborîya gelê Kurdistanê, hêvî û germahîya gelê me bi deh salan bi paşde xist.

Piştî ku di şerê xendekan da, kurdan darbeyeke mezin xwarin, Dewleta Tirkîyeyê şikesta hewla darbeya eskerî ya 15ê temûza 2016an jî ji xwe ra wek firsendekê bikar anî, rewşa awarte îlan kir û di referandûma nîsana 2017an da, bi qebûl kirina Sîstema Serokatîyê, stratejîya nû ya Dewleta Tirkîyeyê gihîşte asteka nû.

Dewleta Tirkîyeyê êdî, bêyî ku rû bi rûyî tu astengîyên burokratîk bibe, bi hêsanî dikarîbû biryarên ku dixwest bigire û şerê xwe zêdetir bibe Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Serokkomarê Tirkîyeyê Erdoganî bi zelalî got ‘’Ew xeletîya ku me li Bakurê Iraqê kirîye, emê li Bakurê Sûrîyeyê dubare nekin’’. Ev gotina Erdoganî di eslê xwe da heykelekî esasî yê stratejîya nû ya Dewleta Tirkîyeyê ye.

Piştî ku PKKyê li Bakurê Kurdistanê di şerê xendekan da şikest xwar, şerê xwe bir Başûrê Kurdistanê. Vê helwest û sîyaseta PKKyê, ji Dewleta Tirkîyeyê ra rê xweş kir da ku Tirkîye, Başûrê Kurdistanê dagir bike, destkeftinên Başûrê Kurdistanê bixe nav xeterîyê û lawaz bike, nehêle pêşda biçin. Heger PKKyê wan cîhên ku  di bin destê wê de bûn, ku navê ‘’Herêmên Parastinê yên Medyayê’’ lê kiribûn,  bi xweşî teslîmî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribûya, Dewleta Tirkîyeyê dê bi vî şiklî, bi hêsanî nikarîbûya wan herêman dagir bike. Nelihevkirin û xerabûna peywendîyên  navxweyî yên PDK û YNKyê jî, mixabin ji êrîş û dagirkirinên Tirkîyeyê  û ji kiryarên PKKyê yên li Başûrê Kurdistanê ra zemîneke misaîdtir çêkir.

Herweha sîyaset û helwesta PKK, PYDyê ya li Rojavayê Kurdistanê, rê li ber bicîh anîna Mitabaqata Dihokê girt, li Rojavayê Kurdistanê rê li ber ava kirina rêvebirîyeke hevbeş ya partîyên kurdan girt. Hinek alîyên ENKSyê  jî li gorî hişmendî û pêwîstîya Mitabaqata Dihokê tevnegerîyan. Dewleta Tirkîyeyê jî, ev bêtifaqîya kurdan û bi taybetî jî sîyaset, kiryar û helwestên Rêveberîya Xweser, TEVDEM, PYNK , PYD, YPGyê,  ji xwe ra wek firsendekê bikar anî û bi rêdana Rûsya û Emerîkayê jî, Efrîn, Girê Sipî, Serê Kanîyê dagir kir. Nuha jî dixwaze bi kûrahîya 30 KMyî temama Rojavayê Kurdistanê dagir bike.

Dewleta Tirkîyeyê ji alîyekî ve şerekî berfireh li ser dijayetîya kurdan meşand û dimeşîne; ji alîyekî ve jî, li Lîbyayê, li Rojhilatê Behra Sipî, li Qibrisê sîyaseteke emperyal û li dijî berjewendîyên NATO, Emerîka, Ewropayê dimeşîne. Di vê stratejîya xwe ya nû da Dewleta Tirkîyeyê, hevkarî û peywendîyên xwe yên li gel Rûsyayê, li dijî berjewendîyên NATO û Emerîkayê gelekî pêşdetir bir.

CHP û partîyên din ên Tifaqa Milet jî, di sîyaseta Erdoganî û Dewleta Tirkîyeyê ya êrîş û dagirkirinên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê da, her piştgirîya Erdoganî kirine. Vê rastîyê, destê Erdoganî xurtir kirîye.

Dewleta Tirkîyeyê nuha dixwaze ji bo sîyaseta xwe ya li dijî kurdan û sîyaset, berjewendî  û armancên  xwe yên emperyal, şerê Rûsyayê û Ûkraynayê wek firsendekê bikar bîne. Herweha li dijî endamtîya Îsweç û Fînlandîyayê ya ji bo NATOyê derdiveke da ku, bikaribe vê yêkê jî dîsa ji bo sîyaseta xwe ya li dijî kurdan û ji bo sîyaset, berjewendî  û armancên  xwe yên emperyal bike firsendekê  û li dijî NATO, Emerîka û Ewropayê wek kartekê bikar bîne.

Lêgerînên navxweyî yên Dewleta Tirkîyeyê bi vî halê xwe yê heyî ji Kurdan ra rêya tu qezencan venake

Vê sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê, ya şerî û  dagirkerîyê û helwesta Tirkîyeyê ya li dijî Emerîka, NATO û Ewropayê, barekî ji qaweta wê gelekî zêdetir li Tirkîyeyê barkir, bû sebebê qeyraneke mezin a aborîyê jî.

Ji alîyekî ve stratejîya li ser dijayetîya Kurdan, şer, dagir kirinên li perçeyên din ên Kurdistanê, gendelî, sîstema takekesî, qeyrana aborî ya kûr û mezin, dijayetîya NATO û Emerîkayê; ji alîyekî ve jî hewlên partîyên Tifaqa Milet yên ji bo ku ev qeyran û rewşa xerab a Tirkîyeyê nebe sebebê têkçûna Dewleta Tirkîyeyê.

Belê, Dewleta Tirkîyeyê li gel van qeyran û alozîyan, herweha di nav lêgerîneke navxweyî da ye jî.

Li himberî Tifaqa Cimhûr a ku ji AK Partî û MHPyê pêkhatîye, Tifaqa Milet a ku ji CHP, Îyî Partî, Saadet Partî û Demokrat Partîyê pêkhatî, xwe wek namzedê desthilatdarîyê dibîne. Tifaqa Milet li gel Deva Partîsî û Gelecek Partîsî bi navê ‘’Sîstema Xurtkirî ya Parlamenterîyê’’ tifaqeke ji bo Qanûna Bingehîna Nû pêkanîne.

Tifaqa Milet jî, Tifaqa Cimhûr jî paradigmaya ‘’Yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al’’ê diparêzin. Di Qanûna Bingehîn a  Tifaqa Milet da jî, di ya Tifaqa Cimhûr da jî her çar madeyên ewil ên Qanûna Bingehîn a nuha têne parastin. Van her çar xalên ewil ên Qanûna Bingehîn, hebûna miletê Kurd, zimanê kurdî, hemû mafen neteweyî, demokratîk, kolektîf yên kurdan tune dihesibînin, qedexe dikin.

Tifaqa Cimhûr û Erdogan dibêje ‘’Me pirsa Kurd çareser kirîye’’ û tu mafên Kurdan qebûl nakin. CHP, Tifaqa Milet, Deva Partîsî, Gelecek Partîsî dibêjin ‘’Emê pirsa Kurd çareser bikin’’; li ji bilî çend gotinên glover, ji bo terîf kirin û çareser kirina pirsa Kurd û Kurdistanê tu bernameyek pêşkêş nekirine.

Tifaqa Milet jî, Tifaqa Cimhûr jî, nasnameya kurdî, perwerdeya bi zimanê kurdî û tu mafên Kurdan nexistine nav bernameya xwe. Herdu alî jî, ji ber ku kurdan bêxwedî dibinin, bi bêminetî tevdigerin, daxwazên kurdan qebûl nakin û dixwazin vê sîstema ku 99 sale berdewame her bi vî rengî bimeşînin.

Sîstema Dewleta Tirkîyeyê, dixwaze gelê Kurdistanê mecbûrî ji van herdu alternatîfan yekê bike, ku armanca herduyan jî parastina Dewleta Tirkîyeyê ya heyî  û  berdewamîya sîstema dagirkerîyê ye.

Ji sala 1946an ve heta îro, sîstema Dewleta Tirkîyeyê, kurd mecbûrî wê yekê kirine ku, her dengên xwe bidine ‘’ehvenî şer’’ê. Ji sala 1946ê ve heta îro, her partîyeke desthilatdar bi sîyaset û kiryarên xwe weha kirîye ku, kêrê daye hestî û Kurd her carê ketine  rewşeke weha da ku bibêjin ‘’Bila ev hikûmet, ev desthilatdarî here, kî tê bila were’’. Di encamê da dengên Kurdan di guhertina hikûmet an desthilatdarîyê da  roleke esasî lehîstîye, lê ji destpêka sîstema pirpartîtîyê heta îro tu mafên kurdan ji alîyê tu hikûmetê, tu partîyê ve nehatine qebûl kirin. Nuha jî her dixwazin Kurdan bixin nav vê xelekeya teng, ku bêyî tu mafên kurdan bêbicîh anîn, Kurd dengên xwe bidine Tifaqa Cimhûr an jî Tifaqa Milet û di encamê da Kurd dîsa her dest vala derkevin.

Tecrubeyên heta îro nîşan dane ku, heta Kurd wek alîyekî tevnegerin û bi yekdengî li daxwazên xwe yên neteweyî xwedî dernekevin, bi yek helwestî hêza xwe nîşan nedin, mixabin dê nikaribin tu mafên xwe bidest bixin, dê nikaribin tesîrê li ser helwesta van tifaqan, van partîyan bikin, dê nikaribin tesîrê li ser guhertinên Qanûna Bingehîn bikin û dê nikaribin sîyaseta Dewleta Turkîyeyê ya di derabarê kurdan da biguherînin.

Îro berîya her tiştî, divê li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê potansîyela herî berfireh a Kurdan li ser daxwazên acîl ên miletê Kurd bikaribin hevkarî, tifaq, yekgirtinekê ava bikin.

Pêwîstîya partîyeke xurt, tifaqa Kurdistanî û li ser daxwazên acîl ên miletê kurd hevkarîyeke berfireh

Pirêzeya Kurdan a di derbarê hevkarî, tifaq, bihevrexebat û yekitîyên cûr be cûr da,   ne pir baş e, ne berhemdar, serkeftî û hêvîdar e. Mixabin di tûrê nivşên van 50, 60 salên vê dawîyê yên Kurdên Bakur da jî, her wek bav û bapîr û pêşîyên me, ji ber gelek sebebên navxweyî û derekî, di derbarê tifaqên neteweyî û niştimanî da, tu berhemeke berkevtî ku ji pêşeroja gelê me ra bibe pişt, bibe bingeh tuneye. Partî, rêxistin û tevgerên sîyasî yên Kurdan, îro jî bi vê helwest û pratîka xwe ya ku di yekitî û tifaqan da neserkeftîne, careke din îspat dikin ku, ji tecrube û dîroka miletê Kurd tu ders wernegirtine.

Heger em li dîroka xwe ya van 500 salên dawîyê binerin, emê rastîya xwe baştir bikaribin binirxînin. Di sala 1514ê da,  Mîrên Kurdan nikarîbûn di navbera xwe da tifaqekê pêk bînin û wek alîyekî yekgirtî yê Kurdistanê bi Siltan Selîmê  Osmanîyan ra peyman çênekirin. Bi Peymana Amasyayê her Mîrekî Kurdan bi serê xwe, bûn mixatabê Osmanîyan. Helbete ku wê demê her Mîrektîyek wek dewleteke fiîlî bûn. Peywendî û peymana her Mîrektîyeke Kurdan ya bi Osmanîyan ra, nêzîkî sîstemeke konfederalî bû. Lê heger hemû Mîrektîyan di nava xwe da yekgirtin û tifaqek çêkiribûna, ne pir dûr bû ku Dewleteke  Kurdistanê  jî îro di Neteweyên Yekbûyî da cîhê xwe girtibûya.

Îngilîz, Fransiz û Rûsan û dem deman jî Almanan jî, li gel Osmanîyan û Dewleta Tirkîyeyê, li gel Persan û Dewleta Îranê  eve 500 salin  ku nehiştine, nexwestine Kurd dewletekê ava bikin. Mixabin bêtifaqîya Kurdan jî her rê ji vê sîyaseta Îngilîzan, Fransizan, Rûsan, Almanan, Osmanîyan û Dewleta Tirkîyeyê, Persan û Dewleta Îranê  ra xweştir kirîye.

Di dîroka Kurdan da, kengî tifaqeke navxweyî pêkhatibe, rêya serkeftinan jî vebûye.

Heger em bêjin’’li Bakurê Kurdistanê, partî, rêxistin û grûbên Kurdistanî li gorî rewş û pêwîstî û rastîya welatê xwe û ya miletê xwe tevnagerin’’; ev dê ne mubalaxayek be.

Partî, rêxistin û grûbên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê, piştî  darbeya eskerî ya 12yê îlona 1980yî şikesteke mezin xwarin û hîna jî biserxwe ve nehatine.

Tiştê herî xerab jî, hema hema piranîya kadro, partî, rêxistin û grûbên ku ji van tradîsyonan tên, hîna jî ev şikesta baş fêhm nekirine, hinekên wan ev şikest  qebûl jî nekirine. Gelek caran wek ku tu tişt nebûye tevdigerin. Gelek ji wan, vê şikestê bes dixin stûyê sîyaseta dewleta dagirker û sîyaseta PKKyê,  di vê şikestê da rastî û para xwe naxwazin bibînin.

Wan partî û rêxistinên ku bi deh hezaran kes, bi hezaran ciwan  birêxistin kiribûn, pêla bîr û bawerîya neteweyî li deh hezaran kesan belav kiribûn, îro nikarin tesîrê li sedan, li hezaran bikin; ji ciwanan, ji potansîyela jinan, ji civata Kurdistanê qut bûne. Lê hîna jî li gorî piranîya wan partî û rêxistinan, sebebê vê rastîya tahl, bes sîyaseta dewleta dagirker û sîyaseta PKKyê. Ango, li gorî piranîya van partî, rêxistin û kesayetan,  di eslê xwe da ‘’fikir, sîyaset, şêweyê têkoşînê, şêweyê xebata rêxistinî, tehlîl û tesbîtên wan hemû rast bûn; lê dewleta dagirker û PKKyê nehiştin ew pêş kevin, xurt bibin’’.

Di van 40 salên dawî da, bi taybetî piştî darbeya eskerî ya 1980yî û piştî rûxandina sîstema du blokî ya cîhanê, guhertinên mezin li cîhanê çêbûne, guhertinên mezin di sosyolojî, demografî, hişmendî û pêwîstîyên miletê Kurd û Kurdistanê da çêbûne, gelek tişt serobin bûne.

Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê, eve 40 sal e, seha hema hema bes ji Dewleta Tirkîyeyê û ji PKKyê û alîgirên wê ra maye. Civat, bes sîyaset û kiryarên dewletê û PKKyê dinasin.

Nivşên nû, bi taybetî jî Nivşê Zyê, hema hema di derbarê partî û rêxistinên berîya 1980yî da tu tiştî nizanin. Nivşên nû, di atmosfera şerî da, di atmosfera guhertinên li cihanê yên nû da û di dema sosyal medyayê, di dema cîhana dîgital da mezin bûne. Li gorî rastîya heyî terîfên cuda ji format û dinyaya nivşên nû ra divê.

Di eslê xwe da, wan kes û partî û rêxistinên ku berîya salên 1980yî bi zehmetî silav didan hev, îro di warê fikir, sîyaset, şîroveya konjonktura cîhanê da, di peywendîyên navdewletî, rê, rêbaz û amûrên têkoşînê û xebatê da, di nirxandina çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê da, ji %70,80 bûne wek hev, an pir nêzî hev bûne.  

Ji bo ku em bikaribin li Bakurê Kurdistanê doza azadîyê xurtir û geştir bikin, divê em van rastî, faktor, guhertin û  pirsgirêkan baş binirxînin û divê em xwe li gorî wê bi her awayî ji nû ve organîze bikin, formateke nû bidine xwe.

Ji ber vê rastîyê gava ku me PAK damezrand, me ev rêbaza çar xalî da ber xwe:

1) Li Bakurê Kurdistanê partî, rêxistin, grûp û kesayetên ku di alîyê fikir, sîyaset, bername, rê û rêbazên xebatê û di şîrove kirina rewşa cîhanê da nêzî hev in, wek hev in, divê di nav yek partîyê da cîh bigirin da ku partîyeke xurt a neteweyî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî bikaribe bibe motora tevgera neteweyî, niştimanî. Me got belavbûn û cudabûna van partî, rêxistin, grûp û kesayetan luks e û zerarê dide doza azadîya Bakurê Kurdistanê.

2) Ji ber ku di alîyê fikir, îdeolojî, rêbaza xebatê da, di şêweyê çareserîya pirsa Kurdistanê û di şîroveya rewşa cîhanê da, ekol, fikir û sîyasetên cuda cuda hene, em nikarin hemû Kurd û Kurdistanîyan bixin nav yek partîyê. Pirrengî û pirdengîya li ser esasê cudabûnên rasteqîn pêwîstî û realîteyeke me ye. Ji ber wê jî me got yên nikaribin di nav yek partîyê da bibin yek, bila hevkarî û tifaqan bikin.

3) Ji ber hinek sebebên psîkolojîk, îdeolojîk, dîrokî, civakî û ji ber sebebên cuda cuda,  hinek alî nikarin nuha hevkarî û tifaqan bikin. Me jî ev rastî da ber çavan û me got, yên nikaribin hevkarîyan jî bikin, bila di nav dîyalogê da bin.

4) Dîroka miletê Kurd jî nîşanî me daye ku, ji xwe gelek dijminên Kurdan hene. Lê  dijminên Kurdan bi dijmintîya xwe  jî ranewestîyanin, her xwestine dijayetî, dijminatî û nakokîyan di nav civata Kurdistanê da jî peyda bikin, nakokîyên heyî jî kûrtir bikin. Ji ber wê jî, me got, ji xwe dijminên me pir in, em jî avê nekişînin aşê dijminan û me got, heger hinek alî nikaribin dîyalogê jî di nava xwe da bihûnin, bila dijminatîya hev jî nekin.

Belê  me rewşa Nivşên Zyê, rewşa civata Kurdistanê, guhertinên pir alî yên di sîyasetê da, di civatê da, di cîhanê da da ber çavan û me ev rêbaza 4 xalî da ber xwe.

Em îro jî her li ser vê rêbaza xwe ya 4 xalî ne.

Bi taybetî, partî, rêxistin û kesayetên neteweyî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî yên ku di fikir, sîyaset û bernameyên xwe da, di rê û rêbazên xebatê da wek hev in, nêzî hev in; divê bes li ser berjewendîyên grûbî û barîyerên psîkolojîk, meseleya yekitîya di nav yek partîyê da nenirxînin. Divê berjewendî û pêwîstîyên miletê me li pêşîya her tiştî bin, divê bi awayekî xwerexnegir  li xwe vegerin û rewşa xwe ya heyî bi çavekî zanistîi objektîf û çêker binirxînin. Divê xwe berdewamîya ked û xebata 200 salî ya doza azadîya Kurdistanê û bi taybetî jî berdewamîya ked û xebata hemû partî, rêxistin û kesayetên neteweyî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî yên ji sala 1965an û heta îro ve hatine damezrandin bibînin. Helbete ku ev tenê têra wê yekê nake ku, em bikaribin partîyeke xurt ava bikin. Herweha divê rê û rêbazên nû û guncaw jî bêne tesbît kirin, da ku ev partî bikaribe bibe partîya ciwanan, partîya potansîyela jinan û ya kesayetên qebûlbar ên beşên cuda cuda yên civatê.

Aşkereye ku partîyeke Kurdistanî ya xurt, ku di nav gel da reh û şaxên xwe berdayî, dê rê ji tifaqa neteweyî, niştimanî ra jî xweştir bike. Partî, rêxistin û tevgerên bêhêz,  ku di eslê xwe da piranîya wan divê di nav yek partîyê da bibin yek, bi vî halê xwe yê heyî, dê nikaribin tifaqeke xurt a neteweyî, Kurdistanî jî ava bikin.

Divê em hemû sîyasetmedarên Kurd û Kurdistanî bizanibin ku, tu partî, tu serok ji berjewendî û pêwîstî û doza miletê Kurd ne biqîmetir in, ne pîroztir in, ne mezintir in.

Herweha tifaqa stratejîk, Kurdistanî û berjewendîyên miletê Kurd, divê nebin qurbanîyên berjewendîyên şexsî û grûbî. Divê tu kes, tu partî, bes ji bo bidestxistina beledîyeyekê, yan ji bo parlamenterîyekê, berjewendîyên miletê Kurd nekin qurbanîyên berjewendîyên şexsî û grûbî.

Helbete ku ev nayê wê wateyê ku emê ji bo pirs û pirsgirêk û berjewendîyên gelê xwe tu hevkarîyan nekin, tu xebatên hevbeş nekin. Ji bo daxwazeke herî biçûk jî, ji bo hedefên startejîk ên miletê Kurd jî, divê em bikaribin bi her alîyekî ku piştgirîya daxwazên me bikin ra hevkarîyan, tifaqan bihûnin. Ev hem wazîfeyeke neteweyî ya her partîyekê bi xwe ye, hem jî wazîfeyeke neteweyî ya hevbeş e.

Em dibêjin xebata ji bo pêwîstîya yekitîya di nav yek partîyê da, xebata ji bo tifaqeke stratejîk ya Kurdistanî û xebata ji bo daxwazên acîl ên miletê Kurd, divê bi hevra bêne meşandin; ev ji hev ra ne asteng in, bilekis hev xurtir dikin. Ev hersê xebat helbete ku ji xebatên her partîyekê ra divê nebin asteng û di eslê xwe da ne astengin jî.

Ango,  ji alîyekî ve divê derîyê me ji yekitîyeke ku di nav partîyeke xurt ra vekirî be, ji alîyekî ve ji bo ava kirina bereyeke Kurdistanî divê em xebatê bikin, ji alîyekî ve jî divê ji bo daxwazên acîl  ên miletê Kurd em bikaribin potansîyela herî berfireh a Kurdan  bînin cem hev.

Li Bakurê Kurdistanê, helbete ku îro pêwîstîyeke esasî, ava kirina tifaqeke neteweyî, demokratîk, Kurdistanî ye. Ev tifaq, tifaqeke stratejîk e. Em dikarin bêjin ku, hemû alîyên Kurdistanî yên hebûna miletê Kurd û Kurdistanê, statuyeke sîyasî, coxrafî, neteweyî li ser axa Kurdistanê qebûl dikin; yên Ala Kurdistanê û nirxên neteweyî wek nirxên xwe qebûl dikin;  yên rêz lê girtin, azadî û demokrasîya navxweyî ya hemû pêkhateyên sîyasî, dînî, olî, fikrî, cînsî, civakî yên Kurdistanê wek bingeha sîyaseta xwe qebûl dikin, yên li destkeftîyên neteweyî, niştimanî yên her perçeyekî Kurdistanê xwedî derdikevin; pêkhateyên tifaqeke neteweyî, demokratîk, Kurdistanî ne.

Ji bo ku em bikaribin derzekê li vê xetimandin û bêhêvîtîya ku nuha  li Bakurê Kurdistanê heye bixin, ji bo ku em bikaribin ji nû ve hêvî û bawerîya gelê xwe geştir bikin, em dikarin li ser daxwazên acîl ên miletê Kurd, xebat û vejîneke nû destpê bikin. Ji ber wê jî, divê em berîya her tiştî, bi awayekî zelal, li dijî şerê Dewleta Tirkîyeyê û van operasyonên  wê yên leşkerî  û li dijî çalakîyên çekdarî yên PKKyê derkevin, divê ev şer raweste. 

Em dibêjin bila li ser van daxwazên acîl ên Kurdan piranîya kurdan bêne cem hev û em bi helwesteke yekgirtî li van daxwazên xwe xwedî derkevin. Di vê derbarê da, xebata ku PAK, PSK û TDK-TEVGERê destpê kirine, her ji vê armancê ra  xizmet dike: Bila nasnameya Kurdan, mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî, fermîbûna zimanê Kurdî bê qebûl kirin. Bila qedexeyên li ser navê Kurdistanê û qedexe û astengîyên li ber partîyên bi navê Kurdistanê bêne rakirin. Divê hemû astengî û qedexeyên li ber azadîya ramanî û rêxistinî ji holê rabin û van hemû maf û azadî di Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê da bêne bicîh kirin. Bila hemû  kesên ji ber xebatên xwe yên sîyasî, rewşenbîrî, çalakîyên sivîl û ji ber nivîs û berhemên xwe yên hunerî  di hefsan da ne bêne berdan, divê hemû dozên bi vî rengî ji holê rabin. Bila Dewleta Tirkîyeyê hemû peymanên navneteweyî yên ku îmze kirîye bicîh bîne, şerhên ku danîye ser van peymanan rake. Bila madeya 90î ya Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê bê bicîhanîn.

Heger potansîyela kurdan a herî berfireh bikaribe li ser van daxwazên acîl hêza xwe bikin yek, helbete ku dê li gel hemû alîyên li Tirkîyeyê yên ku piştgirîya van daxwazan bikin ra jî peywendîyê daynin û heta ku ji destê me bê divê em li Tirkîyeyê jî li ser van daxwazan hevkarîyan çêbikin.

Divê em bibînin ku, di dîroka Kurdistanê da, tu demê wek vê dema ku em tê da dijîn, qeder, bûyer, rûdan û sîyasetên li her çar perçeyên Kurdistanê, di vê astê da tesîr li hevdu nekirine, bi hevdu ra nehatine girêdan. Êş û xem û nexweşî û pirsgirêkên li  perçeyekî Kurdistanê jî; xweşî, serkeftin, pêşkevtin û destkeftinên li perçeyekî Kurdistanê jî, tesîreke mezin li perçeyên din ên Kurdistanê dikin. Ji ber wê jî, nabe ku sîyasetmedarên her perçeyekî Kurdistanê, bes li gorî berjewendî, rastî  û pêwîstîyên perçeyê xwe tenê sîyaseta xwe tesbît bikin.

Belê, bi awayekî giştî, tu caran wekî nuha, kurdên her çar perçeyan di vê astê da nêzîkî hev nebûne. Meriv dikare bêje, qedera her çar perçeyan zêdetir bi hev ra hatiye girêdan. Gaveke ku li perçeyekî tê avêtin, divê zerarê nede  perçeyên din. Ji bo ev hişmendî û sîyaseta neteweyî di jîyanê da bikaribe bê bicîhanîn, divê koordinasoyenek di navbera her çar parçeyên Kurdistanê da pêk be. Helbet mebesta min ji vê koordinasyonê, ne 'kongreya neteweyî' ye, nuha zemînek ji bo  kongreya neteweyî tune ye. Divê di navbera her çar perçeyan da, mekanîzmayeke dan û sitendin û têkilî û koordînasyonê hebe, da ku rê li ber xeterîyên li ser her çar perçeyên Kurdistanê bê girtin, rê li ber şerên naxweyî bê girtin, xwedî li destkeftinan bê derketin û bîr û hest û hişmendîya neteweyî bê xurt kirin.

Serokê Giştî yê PAKê

Çavkanî / Kovara Deng

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin