Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

“Şihîna Hespên Azad”

A+A-

Sernivîs navê romana Mehmet Oncu ye, roman, ji dayîkbûnê heta koça dawî li ser jîyana Osman Sebrîyê nemir e.

Di encama karekî hêja da Mehmet Oncu berhema xwe, bi zimanekî sade, standart û bi vegotinek  herikbar nivisîye.

Bê guman hinek kêmayênin romanê hene, ji ber ku ez jî ji Semsûrê me û di malbata Osman Sebrî da gellek nas û dostên min hene, min ji wana gellek caran guhdarîya serpêhatiyên Osman Sebrî kirîye û dikanim bejim, ku min û hinek hevalan, ango nifşên min, bi vê dîroka serpêhatiya Osman Sebrî me nasnameya xwe ya Kurdî nas kir, di salên destpêka şêstî da.

Wekî di romanê da hatiye nivîsin, Osman Sebrî ji eşîra Mirdês e, parek Mirdêsî ji herêma Semsûrê li rojhilatê navçeya Kolikê (Kehta) bicî bûye, jê ra dibêjin “gawestîyan”.

Malbata Osman Sebrî pêşengê eşîra Mirdês e, bi navê “Mala Efendîyan” têt zanîn, Mala Efendîyan ji malbatên Heyder Axa, Elî Axa û Weysî Axa pêk tê.

 

Piştê damezrandina Komara Tirkîyê ji herêma Semsûrê Osman Sebrî nifşê yekemê welatparêz e, paşê ji heman malbatê Aziz Eroglu (ji Semsûrê endamê KUMê hatibû şandin koça dawî kir), Osman Tapti ( ji heman eşîrê ye û endamê KUMê ye koça dawî kir), Hemreş Reşo (ji eşîra Reşî ye serokê Partîya Demokrata Kurdistanê – Bakur e navê wî Hamdi Turanli ye, koça dawî kir), Memo Yetkin (ji eşîra Kawî ye, nûha li Swêdê dijî), Mahmut Kilinc, Aziz Yilmaz (koça dawî kir), Mahmut Firat (nuha di kulwarekî din da dimeşe), H. Huseyin Yildirim, Abdurrahman Can, Mahmut Deniz û Bedir Çetin mil dan têkoşîna neteweyî.

Cîyê dilxweşiyê ye, ku nuha ji hemû beşên civakê, di nava têkoşînê da bi hezaran law, keç, jin û mêr hene.

Berê ez liser romana Şihîna Hespên Azad çend hevokan binivîsim, min divê Mehmet Oncu pîroz bikim, ku li ser jîyan û têkoşîna Osman Sebrî karekî hêja kirîye û pêşî li wendabûnê dîroka serpêhatiya Osman Sebrî girtîye.

Kesên romana Şihîna Hespên Azad bixwînin, him dê di barê jîyana Osman Sebrî da û him jî dê di barê serdema serhildanên li bakurê Kurdistanê da gellek agahdarîyan bibîr bînin, an dê serwext bibin.

Osman Sebrî di her demên jîyana xwe da, taybetî bona têkoşîna azadiyê li bakurê Kurdistanê xwedî hişmendiyek gellekî bilind e û herweha, di hemû peywendiyên xwe da wekî têkoşerekî welatparêz tevdigere, taybetî bona pêşvebirina zimanê Kurdî, hînbûn, hînkirin, nivisîn û xwendinê kedek gellekî bilid da ye, jixwe di romanê da Oncu bi berfirehî li ser vê mijarê sekinîye.

Gellek caran ji bine xetê derbasê ser xetê bûye, taybetî bi amancê alîkarîya Serhildana Agirê kedek hêja da ye, dîsa bi amancê pêkanîna peywendiyê bi Seyît Riza û Berxwedana Dêrsimê va , herçiqas bi serneketibe jî hewildan û rêwitiyek fîdekar kirîye.

Gellek caran hatiye nefîkirin, wekî têt zanîn wê deme Suriye di bin destê Franse da ye, li hêlekê rayedarên Fransiz rewşa bakurê Kurdistanê, taybetî rewşa rewşenbîr û siyasetvanên Kurd dizanin, hest pêdikin. Li hela din, naxwazin peywendiyên xwe bi Tirkîyê va xera bibin.

Ji dest vê kesên wekî Osman Sebrî ji şopandina rêvebera Fransiz azad nabin, ew jî gellek caran têt nefî kirin.

Him di hundirê Suriyê da wekî Reqqayê, Siwedê, herweha nefîyê dervayî Suriyê jî dibe, wekî Urdun, Gaze û girava Madagaskarê, lê ti caran Osman Sebrî ji çewsandinê ra serî danaxe, berevajî ew çewsandin wekî kêrê hest û hişmendîya wî av dide.

Oncu lêkolînek berfireh kirîye, hevaltî û pêywendiyên wî bi mîrê eşîra Berezan Bozan Begê va, bi Cegerxwîn, Celadet Bedirxan, Qedrî Can û welatparêz wê deme va, di romanê da cîhekî fireh digrin.

Dîsa, herweha kare wî bona kovara Hawarê, ku Mîr Celedet Bedirxan derdêxist, di romanê da cîhekî fireh digre. 

Herweha Osman Sebrî bona damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê Suriyê kedek bilind dide, ku serokê partiyê ewil Nurettîn Zaza ye û di nava damezrinêran da cî digre.

 

Ciwaniya Osman Sebrî di dema belavbûna dewleta Osmanî da ye, ango bi gotinek din têgehêştina wî di dema belavbûna dewleta Osmanî da ye, bi belavbûna dewleta Osmanî her neteweyên ku di bin dagirî û mêtîngerîya vê dewletê da bûn, dikevin nava lêgerînekê û dest bi têkoşînek neteweyî û doza azadiyê dikin, şer û têkoşînek dijwar li seranserê hemû erdnîgarîya vê dewletê denge azadiyê bilind dike, taybetî herêma Rojhilata Navîn dide bin bandora xwe.

Li hêlekê Arnewût, Bulgar, Grek (parek di sala 1826an da azad bûbû), Makedon, li hela din gele Erep, ji Suriyê bigrin heta Yemenê bi dehan dewlet hatin damezrandin, bilî Kurdan hemûyan azadîya xwe bidest xistin.

M. Emîn Zekî Beg (nivîskar û siyasetvanê hêjayê Kurd) dibêje, “…Ez di artêşa Osmanî da efser bûm, dewleta Osmanî belavbû, herkes çû welatê xwe em Kurd man li ber tava rojê û bê welat û dewlet…..”

Wê deme rêxistinên Kurdan jî hebûn, rewşenbîr û welatparêz jî hebûn, lê weha dixuye ku him ew ne ligel hevbûn, him jî gel li helekê, ew li hêlekê bûn.

Oncu di romana xwe da, taybetî li mînaka Xoybûnê baş lêdikole, di navbera rewşenbîr û

welatparêzên Kurd da pêywendiyên wan rojan, kêmahiyên rêxistinî û asta têgehiştina doza neteweyî, bi  vegotina Osman Sebrî behsa van mijaran dike û bi me baş dide zanîn.

Bê guman, di dema ciwanîya Osman Sebrî da Kurd jî rabûn ser pîya, doza azadiyê kirin, wekî serhildana li Bilîsê ya di bin rêberîya Mele Selîm da, Koçgirî, Serhildana Şêx Saîd û heta dawîya Serhildana Agiriyê û paşê Berxwedana Dêrsimê.

Oncu, di romana xwe da cîyekî xweş dide Serhildana Bilîsê ya di bin rêberîya Mele Selîm da, bi navê dengbêjê gerok Brahîmê Cibo, di jûra Şukrî Axa da ligel şêniyên Mirdêsî ji destpêkê heta dawîyê vedibêje.

Bê guman, serhildana Bilîsê li ser zaroktî, famkirin û xwenaskirina Osman Sebrî karîger e, ji ber ku wê deme Osman Sebrî 7, 8 salî ye, lê paşê Koçgirî têt, di dema Serhildana Koçgirî da Osman Sebrî 15 salî ye û ev dê li ser gîyan û têgehêştina wî bêhtir karîger be, lê mixabin di romanê da Koçgirî naye vegotin.

Min divê bejim, ku Serhildana Şêx Seîd jî di romanê da bi qasî pêwîstîya xwe cî nagre, bê guman behsa wê têt kirin, girtina her du apên Osman Sebrî, Şukrî û Nûrî Axa û Osman Sebrî bi xwe jî ji ber vê serhildanê ye, ewil tên berdan, lê paşê carek din tên girtin, ji ber ku Bedrê Paşê (bi ya romanê) têvedaye.

Jixwe, bûyera ku berê Osman Sebrî dide binê xetê, ji hepsa Amedê dest pê dike, ku bi mebesta alîkarîya berxwedana Şêx Seîd hatine têvedan û ketine hebsa Diyarbekirê, ew û herdu apên wî Şukrî û Nûrî Axa.

Herdu apên wî paşê tên darvekirin.

Wekî ji navê Osman Sebrî têt fam kirin, bavê Osman Sebrî, Sebrî ye, piştê ku ew koça dawî dike Şukrî Axa dîya Osman Sebrî Emne Xanimê li xwe mahr dike.

Osman, êdî li mala Şûkrî Axa ye, li cem apê xwe mezin dibe, lê di romanê da ji carekê va Sebrî Axa wenda dibe, paşê mirov fam dike ku Sebrî Axa koça dawî kirîye, heçkû divêbûya di romanê da rojên dawî yên Sebrî Axa bêhata vegotin.

Di romanê da navê Şukrî Axa, Nûrî Axa, Hacî Bedir Axa û Hacî Şêx Axa wekî “beg” hatine nivîsin, heçkû şêniyê herêmê, ji eşîra wana dibin an nabin, wana ne wekî “beg” bi “axa” navdikin.

Bi bawerîya min, di romanê da hinek nav xeletî hatine nivîsin, bo mînak navê Hecî Şêx Axa wekî Hay Şêx Beg hatiye nivîsin, disa navê eşîra Kaw, wekî Kawa hatiye nivîsin, heçkû ew eşîra Kaw e û di mîtolojîya Kurd da navê Kawîyê hesenkar, bûye Kawayê hesenkar.

Di Şahnameya Firdewsî da navê Kawî ku mixabin Kawa têt nivîsin, Kawe ye, wekî têt zanîn Şahname li ser destana Kawî ye û hezaran pelk bi avekî menzûm (helbeskî, riste) hatiye nivîsin.

Eşîra Kaw li bakurê Smsûrê, ger ez ne xelet bin 74 gund in, şaxekî wê li devera Kolik û Curnêreş e (Hîlwan) û xwe Berazî dibinin.

M. Emin Zekî Beg di pirtûka xwe ya bi navê “Dîroka Kurd û Kurdistanê” da, meziniya eşîra Kaw penc hezar malbat dinivîse.

Kêm xeletiyên madî hene, ji vana yek di behsa lehengên serhildana Agirê da Xalis Begê Sipkî wekî Xalis Begê Cibrî hatiye nivîsin, heçkû ev Xalis Begê Sipkî ye, weha dixuye ku nivîskar bêhemdê xwe navê Xalis Begê Sipkî wekî Xalis Begê Cibrî nivisîye.

Heçkû, Xalit Begê Cibrî û Yusif Begê Motkî, di roja 14î avrêla (nîsan) 1925an da, ji ber damezrinêrê Azadiyê li Bilîsê hatin darvekirin.

Di romanê da bi avakî gellek dirêj behsa gera Serdar (bînbaşi) Major E. M. Noel û hevalên wî, Kamûran Bedirxan, Celadet Bedirxan û Ekrem Cemîlpaşa, ku ji bin xetê heta Meletiyê ku wê demê Meletî Miteserif bû û Miteserif jî apê Kamuran û Celadet Bedirxan Xelîl Ramî Bedirxan bû, ji wir li ser Kolikê (Kehta) ra dîsa heta binxetê vedigerin.

Ev ger, di nava eşîrên Sinêmilê, Alik, Îzol, Atmî, Reşî û eşîrên herêmê da derbas dibe, bi dûrûdirêj mirov bi xwedina romanê kane serwextê vê gere bibe.

Romana Oncu di hela wêjeyî da jî şayanê pesnê ye, ez dixwazim kurte beşekê ji romanê arasteyê xwedina we bikim.

“…….Zarîfeya çeleng û ciwan ku dinya li sere wê xirabûbû bi Hemdî Begê bêdûndan mabû. Temenê Hemdî Begê xûz û qirîçik ser şêstan re nezî heftê salî bû. Hemdî Beg mirovekî jar û kin, zerî û xwînsar bû, ku bi cixareya dikşand dişibiya rojineke biling. Dema ew di kêleka mirov re diborî, te digot qey ew behna rijiyê li derdora xwe belav dike. Zarîfe di bihara temenê xwe de, weke riwêkek nû kulîlk vekirî, bûkikek nû bişkivî, li lûtkeya jinaniyê, xwe bi xwe jineke dilnîwaz û çavhebîn bû. Tenê wê spî wekî şîrê zozanan zelal, weke ava solîna sere çiyan, te digot; dema libek tiriyê reş bixwe, ewê di gewriya wê re bê xuyan. Mîna ku du hep sorsêvên Meletiyê di hinarikên wê de deynî, rûyê wê dibiriqî. Porê wê zer û herîrî, guliyên wê dirêj bi ser textê qolinca wê re digihiştin pişta wê. Sîng û berê wê yê fireh û weke penêrê eşîra Reşîyan li ser xwe cotek memikên tije û gilower dihebandin. Çavên wê yên weke kulîlkên colikan kesk û girs, ji mirovên hestiyar û fêmane re gelek tişt digotin. Birûyên wê yên sîsik, ku di bin enîya wê pehn û topik de kevandayî, bi du xêzên nerm dadiketin ser pozê wê yê mik û gilower. Di bin difîna wê re lêvên wê yên bi goşt, sor û geylazî bi difîna wê ve girêdidan. ……..”

Mixabin, roman, bûyerek nexweş jî bi bîra me dixe, kuştina lawê Osman Sebrî Welat, ku bi destê neviyê apê wî Şukrî Axa, lawê Kadir Axa Sirri Erdem têt kuştin.

Wekî min jor jî got; roman li ser serpihatîya Osman Sebrîyê nemir e, ji rojbûna lehengê welatparêz heta roja koça dawî.

Kurte demek e li ber koça dawî, ku êdî ew di mala xwe ya taxa Rûknedîn ya Şamê da, xeyal û serboriyên xwe bibîr tîne, bi serdana Abdullah Ocalan gellek kêfxweş dibe.

Carek din Mehmet Oncu pîroz dikim, ku berhemek hêja dîyarê pirtûkxaneya Kurdî kirîye.

Bi hêvîya berhemên nû, serketin.

 

08.01.2018/Dusseldorf

            

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin