Nêçîrvan Barzanî: Ji bo tevgereke leşkerî ya li axa me ti hincet nîne

.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ji bo tevgereke leşkerî ya Herêma Kurdistanê ti hincet nîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Karên Derve yê Awistiryayê Alexander Schallenberg qebûl kir.

Nêçîrvan Barzanî, piştî hevdîtina bi Alexander Schallenberg pirsên rojnamegeran bersivandin.

Ev demek e ku Bexda pişka Herêma Kurdistanê ya ji budceya Îraqê naşîne.

“Mûçe heqê gelê Herêma Kurdistanê ye”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser vê mijarê da zanîn ku “Li ser meseleya mûçeyan nîqaş nabin, mûçe heqê gelê Herêma Kurdistanê ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje pê kir ku Herêma Kurdistanê tevên berpirsiyariyên xwe anîne cih û pêwendiyan bi awayekî gelekî eşkere bi rê ve dibe.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew beşek ji Îraqê ne û “Divê Îraq li gorî rêkeftinan tevbigere.”

Li aliyê din, van demên dawiyê Îran gelek caran partiyên Rojhilatê Kurdistanê tehdîd dike û amaje pê dike ku dikare êrişî wan bike.

“Ti hincet nîne”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vê mijarê got:

“Em naxwazin ku kes ji Herêma Kurdistanê êrişî cîranên me bike. Ez bawer nakim ku ji bo tevgereke leşkerî ya li axa me ti hincet hebe.”

“Gelo sîstema Îraqê sîstemeke federal e yan merkezî ye?”

Serokê Herêma Kurdistanê, li ser pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê jî wiha axivî:

“Pirsgirêkên me û Bexdayê ne tenê li ser mûçeyan in. Pirsgirêka Madeya 140î heye ku ji bo me gelekî girîng e. Meseleya Rêkeftina Şingalê heye, ev jî ji bo me gelekî girîng e û divê were çareserkirin.

Pirsgirêka ji tevan girîng û ya ku divê bi rastî were çareserkirin jî ev e: Gelo sîstema Îraqê sîstemeke federal e yan merkezî ye?

Danûstandinên Îraqê bi Herêma Kurdistanê re ne li gorî sîstema federal in. Em dixwazin bi Bexdayê re bigihine têgihiştineke hevpar.”

Kurdistan Haberleri

PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da