
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
.
Piştî derbasbûna pênc mehan ji ketina rêjîma Serokê berê yê Sûriyê Beşar Esed û hilweşandina artêş û hêzên ewlehiyê, ew welat ketiye nava valahiyeke kûr a ewlehî û îdarî û zêdetir ji 7300 kesî hatine kuştin ji wan zêdetit ji 5500 kes sivîl in.
Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR), di navbera 8ê Berçileya sala borî heta 7ê Gulana îsal, bi giştî 7342 kes hatine kuştin û hatine bûne. Ji vê hejmarê, 5514 kes sivîl in, ku ji wan 4852 mêr û xort, 402 jin û 260 zarok in.
Diyar kir jî, ew kes di şert û mercên cuda û li deverên cihêreng ên Sûriyê, di nav de êrîşên çekdarî û operasyonên kuştinê yên li dijî hêzên ewlehî û leşkerî, jiyana xwe ji dest dane.
Zêdebûna Tawanên Mezhebî û Tolhildanê
Yek ji aliyên herî metirsîdar ên vê qonaxa nû, zêdebûna tawanên li ser bingeha nasnameya mezhebî û girêdana bi rejîma berê re ye. SOHR hişyariyê dide ku ev yek dibe sedema şikestineke kûr di navbera pêkhateyên Sûriyê de û rê li ber avakirina Sûriyeyeke nû ya demokratîk, azad û wekhev digire.
Di nava van pênc mehan de, SOHRê 2092 haletên kuştinên meydanî belge kirine. Lûtkeya van îdaman di meha Adarê de bû, ku hevdem bû ligel êrîşên çekdaran li herêmên peravên Sûriyê li dijî bendên kontrolê yên Wezareta Navxwe û Wezareta Berevaniyê, bi taybetî di 6ê Adarê de.
Herwiha, Rewangehê kuştina 135 kesan bi navan li herêmên piraniya Durzî li parêzgeha Siwêyda û gundewarê Şamê (wek Ceremana, Sehnaya û Eşrefiye Sehnaya) di encama pevçûn û kemînan de belge kiriye. Di nav kuştiyan de endamên hêzên Wezareta Berevanî û Navxwe, çekdarên Durzî û sivîl hene.
SOHR tekez dike ku bikaranîna nasnameya mezhebî wek amûrek ji bo şer û handanê, hawîrdorek ji bo dijminatiyên berdewam diafirîne û hewlên avakirina aştiyeke mayînde li ser bingeha dadwerî û welatîbûna wekhev têk dibe.
Rewangeh bang li desthilatên herêmî yên nû dike ku rûbirûyî van kuştinan bibin û ji bo xurtkirina nirxên yekîtî, jiyana hevbeş a aştiyane û bicihanîna dadweriya veguhêz bixebitin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin