Amedspor li deplasmanê bi ser ket: Bû duyemîn

.

 Amedspor li deplasmanê li hemberî 68 Aksaraysporê 2-1 bi ser ket.

Di pêşbirka hefteya 4emîn a Grûpa Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de 68 Aksarayspor û Amedspor li Stadyûma Aksaray Dagilganê hatin hemberî hev.

Beriya ku maç dest pê bike li stadyûmê strana nijadperest a “Ez bimirim Tirkiyeya min” hat lêxistin.

Nîveka yekem a pêşbirkê bê gol bi dawî bû.

Di xuleka 63yan de kaptanê Amedsporê Gokhan Aslan tîma xwe 1-0 xist pêş.

Di xuleka 77emîn de lîstikvanê Aksaraysporê Yasîn Abdîoglu li ser navê tîma xwe bi penaltiyê gola wekheviyê avêt û skor bû 1-1.

Amedsporê xuleka 86an penaltiyek bi dest xist.

Kaptanê Amedsporê Gokhan Aslan penaltî kir gol û careke din Amedspor 2-1 xist pêş.

Amedspor, bi vê encamê li deplasmanê bi bû xwediyê 3 pûanan.

Amedspor bi vê encamê, vê sezonê cara yekem li deplasmanê bi ser ket û di grûpa xwe de duyemîn.

Amedspor dê 23yê Îlonê de li Stadyûma Diyarbakirê bi Îskenderûnsporê re bilîze.

Kurdistan Haberleri

PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da