Serokê Parlemantoya Îranê jî tûşî Koronayê bûye

Serokê Parlemantoya Îranê jî tûşî Koronayê bûye

Ajansa AP radigihîne ku testa korona ya Serokê Parlemantoya Îranê Alî Laricanî erênî derketîye û ew niha di bin karantîna de ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Herwiha Laricanî karbidesta herî payebilind yê Îranî ye lu tûşî vîrusa korona bûye û bi nexweşîya COVID-19 ketîye ku korona dibe sedema wê.

Li alîye din Parlemantoya Îranê îro roja pêncşemê di malpera xwe de nexweşketina Laricanî ragihand û da zanîn ku ew aniha di bin dermankirinê de ye.

Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro ragihandibû ku hejmara pêketîyên Koronayê di nav 24 saetên dawî de 2,875 kes zêde bûye û giheştîye 50,468 kesan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin