Serokatiya Herêma Kurdistanê: Herêma Kurdistanê di rewşeke nediyar de ye

Serokatiya Herêma Kurdistanê: Herêma Kurdistanê di rewşeke nediyar de ye

.

A+A-

 Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê serdana şanda Amerîkî ya bi serokatiya Brett McGurk de daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de hat gotin, "Herêma Kurdistanê rûbirûyê rewşeke nediyar û çendîn pirsgirêkan e."  Herwiha got: “Ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekrêzî û hevkariya hemû aliyan bi taybet YNK û PDKê heye.”

Şandeke Amerîkayê bi serokatiya Kordînatorê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk, Şandiyê Taybet ê Serokatiyê bo Binesaziya Gerdûnî û Ewlekariya Enerjiyê Amos Hochstein, Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û hejmarek şêwirmendên Wezareta Derve ya Amerîkayê serdana Herêma Kurdistanê kirin û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de dibêje “Em pabendbûna xwe bi pêwendiyeke bihêz û berhemdar a dualî di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de ligel Hikûmeta Amerîka li ser bingeha Rêkeftina Çarçove ya Stratejîk dubare dikin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin “Herêma Kurdistanê rûbirûyê rewşek nediyar û çendîn pirsgirêkan e. Îro ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekrêzî û hevkarî di navbera hemû aliyan de heye, bi taybetî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku bi hev re pêşeroja herêmê di destê wan de ye."

Serokatiya Herêma Kurdistanê bang li hemû hêzên siyasî kir ku “nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi diyalog û jihevtêgihiştinê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ya ku me dike yek ji ya ku me ji hev vediqetîne pir mezintir e. Ji bo vegerandina aramî û yekrêziyê, ji bo parastin û pêşxistina berjewendiyên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê, divê em hemû bi berpirsyarî tevbigerin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat got “Herwiha em pêşwaziyê li pêşkeftinên berdewam yên di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dikin. Tevî zehmetiyên berê, lê em geşbîn in ku di çarçoveya destûra Iraqê de, em dikarin pirsgirêkên hilawîstî ligel serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û kabîneya wî çareser bikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin