Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransa kir

Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransa kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransa kir.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Qasekî berîya niha Serok Barzanî li baregeha xwe pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransa, Jean Yves Le Drian kir.

Civîna Barzanî û Le Drian heta niha jî didome. Wisa xuya dike ku rojeva serekî ya civînê êrişên Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê û rewşa kurdan li Sûrîyê be. 

Le Drian beriya ku bi Barzanî re hevdîtin bike, ji alîyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin.

Wezîrê Derve yê Fransa duhî ji Bexdayê derbasî Hewlêrê bibû û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kiribû.

Çavkanî: Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin