Serok Barzanî: Em berdewam amadene bo berevaniyê li Kurdistanê bikin

Serok Barzanî: Em berdewam amadene bo berevaniyê li Kurdistanê bikin

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî beşdarî Konferansa Revenda Kurdî li Hewlêrê bû. Di Konferansê de gotarek pêşkêş kir û da zanîn: “Her dem em şanaziyê bi ferhenga pêkvejiyanê dikin, ev çand gelekî kevin e û divê were parastin, divê cîhanî jî bizane ku Kurdistan landika pêkvejiyanê ye.”

Serok Mesûd Barzanî di gotara xwe ya di Konferansa Revenda Kurdî li Hewlêrê de diyar kir: “Endamên Kongreyê, ez pîrozbahiya germ li we dikim ku we biryar da li Paytexta Kurdistanê li Hewlêra dijminbezîn kongreya xwe girê bidin. Hêvîdar im kongreya we serkeftî be û bigihê armancên xwe.”

Serok Barzanî herwiha da zanîn: “Armanc ew e, revenda Kurdî li derve were birêkxistinkirin, erkên wê bên diyarkirin û hemû bi hev re hewl bidin xizmeta gelên xwe bikin. Em Revenda Kurdî li derve bi samaneke neteweyî ya gelekî girîng dizanin. Hûn dikarin roleke mezin di piştevanîkirina li miletê xwe bikin. Hûn dikarin xwe birêk bixin û lobiyeke bihêz ava bikin û di hemû waran de roleke sereke ji bo doza gelê xwe yê rewa bibînin.”

Serok Barzanî di berdewamiyê de eşkere kir: “Em daxwazkar in, doza gelê Kurd li her perçeyekî bi awayekî aştî û demokrasî bê çareserkirin. Şer ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê me û her pirsgirêkek din, ne çarerserî ye.”

Serok Mesûd Barzanî destnîşan kir: “Em weke Kurd divê em baldar bin ku nabe nakokiyên bi rejîman re, bibe nakokiya di navbera gelan de.” Û got: “Kurdistan nimûneyek e ciwan ji bo pêkvejiyana olî û netewî ye. Her dem em şanaziyê bi vê ferhengê dikin ku ev çand gelekî kevin e û divê were parastin, divê cîhanî jî bizane ku Kurdistan landika pêkvejiyanê ye.”

Serok Mesûd Barzanî di gotara xwe de tekez kir: “Em ji bo parastina pêkhateyan û mafên wan berdewam dibin.’’

Herwiha diyar kir: “Pêwîst e Revenda Kurdî karekî cidî ji bo xwebirêkxistin û komkirina dilsozan û welatparêzan di bin sîbera Ala Kurdistanê de bike. Rêzê li yasayên welatên ku tê de jîn bike û xwe dûrî karên neyasayî bigire. Ciwanan li ser xwendin û perwerdeyê han bide û ziman û kultura gelê xwe ji bîr nekin û pêwendiyên dostane bi hemû revendên netewên din ên li welatan dijîn bikin.”

Serok Barzanî got: “Hewlên cidî bidin û dostên zêdetir ji gelê Kurdistanê re dirust bikin, ji bo ew piştevaniyê li nasandina jenosayd û hemû tawanên ku li dijî gelê Kurdistanê hatin kirin bikin. Pêwîst e parlamento û xelkê wan welatê fişarê li welatên xwe bikin, ji bo ew mafên gelê Kurdistanê nas bikin. Heta niha gelek hewl hatine dayîn, lê ew hewl wek pêwîst nebûne. Divê ji niha û pê ve xelk û parlamentoyên wan welatan hevkar bin.”

Serok Barzanî derbarê êrîşa pêr a DAIŞê li Mexmûrê de ragihand: “Mixabin hîn metirsiyên mezin li ser ezmûna Herêma Kurdistanê hene. Mixabin berî çend rojan li Germiyanê û do jî li Mexmûrê teroristan çend welatî û Pêşmerge şehîd kirin. Ev jî wê rastiyê nîşan dide ku metirsiya mezin li ser Herêma Kurdistanê heye. Ji vir ve ez hemû xelkê Kurdistanê piştrast dikim, xwîna şehîdan vala naçe û em ê tola şehîdên xwe hildin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin