Şerefxan Cizîrî

Şerefxan Cizîrî

niviskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Şerefxan Cizîrî: Tifaqa Kurdên Bakur

A+A-

Li ser pirsa tifaqa Kurdan nîqaş her roj berdewam in. Aş û baş tê nîqaş kirin. Keleh ava dibin û keleh xera dibin. Kêmayî û zêdebûn tên nîqaş kirin. Divê em bibêjin; ji bona tifaqan nîqaş di nava Kurdan de herdem baş e…

Belê, Li Başûr, li Rojava, li Rojhilat, li Bakur pirsa tifaqa Kurdan di rojevê de ye. Her perçê Kurdistanê pirsa tifaqan li gora rastiyên xwe yên siyasî û civakî tîne ziman. Ramanên baş jî û ramanên beradayı jî tên formûle kirin. Di vê pirsê de wê zelalî û ramanên baş bi wextê re dîyar bibin. Şık di vir de tüneye. Gav bi gav wê reş û spî baş dîyar bibe.

Ev ji pêvajoyeke normal e.

Em dizanin ku nivîskarê Kurd Ehmedê Xanî beriya sêsed salî pirsa tifaqa Kurdan anîbû ziman û miletê Kurd ev pirs di nava xwe de hîna jî çareser nekiriye. Ma xêr e gelo? Ma Kurd ewqasî bêkêrin? Ma Kurd di vî heyamî de jî berjewendîyên xwe yên milî nas nakin, nizanin, ne bihistine, fêr nebûne, hîna xesîm in gelo? An jî pirs heta nûha çewt hatiyê nîqaş kirin gelo? Tifaq, weke ku têzanîn divê beriya her tiştî pêvajoyeke şênber be, ne rêzber û xeyalî be. Tifaqa şênber divê li ser nirxên milî ava bibe. Ma Kurdan hîna ji nirxên xwe yên milî nas nekirine? Ma dereng mayîn bûyê taybetmendiyeke netewî li ba Kurdan?

Beriya her tiştî divê mirov bi dengekî bilind bibêje; tifaqa ku Ehmedê Xanî qal dike tifaqa milî ye. Ji bona berjewendiyên milî Ehmedê Xanî qala tifaqê dike. Kurd û Kurdistan beriya her tiştî hewcedarê tifaqeke milî ne. Ya ku Kurdan dike Kurd, Kurdan tîne cem hevdû, wana dike xwediyê nasname, hevbeşbûna dîrokî, kulturî, civakî, siyasî, zimanî di nava miletê Kurd derdixê pêş, tifaqa milî ye…

Hilbet, beriya her tiştî tifaqa ku pêşî siyasî be, wê ji hêla hêzên siyasî bê organizekirin, bê ajotin û wê bi xwe re pirsên siyasî jî derxîne holê. Ango, wê di vê pêvajoyê de berjewendiyên bîçûk hebin, wê ezezîtî hebe, wê heremparêzî hebe, wê bexiltî hebe ûhw. Lê gava ku mirov xwe weke milî pênase bike, divê ev pirsgirêk di nava pêvajoya milî de dakevin xalekî mînîmûm. Divê ev pirsgirêk di nava pirsa milî de werin hilandin. Heta ev helwest di xebata milî de, bi tevahî divê jı holê were rakirin. Milîbûna doza vêna ji me dixwaze.

Xuya dike ku îro tevgera Kurdan ya siyasî li seranserê Kurdistanê negihiştiyê vê astê. Dîsa eşkere xuya dike ku hişmendîya milî di nava Kurdan de lawaz maye û berpirsê vê yekê ji tevgerên siyasî ne. Tevgerên siyasî pirsên milî derdixînin rojevê, li ser van pirsan siyasetê dikin lê pêwistiya milîbûnê jî birêkûpêk bicih nayînin. Projeya milîbûnê ji ber van sedemên sîyasî li seranserê Kurdistanê qels maye. Pratîka Kurdan li ber çava yê, divê mirov li xwe mikûr were; wayê dar û wayê mişar!

Kurd heta nûha baş û birêkûpêk milî nebûne.

Gava ku em vê asta qels bi hevbeşî di nava xwe de baş zelal bikin, bi zanyarî analîz bikin, encamên wêna raxin ber çavan, em dikarin bi hevdû re derçûneke nû jî dest pêbikin…

Em bi dildarî wê gavê ji xwe bi pirsin; min ji bona welatê xwe çi kirîye, ne ku em bibêjin welatê min ji bona min çi kirîye? Pêşî, min ji bona welat çi kirîye, dûra jî welatê min çiqasî xwedî li jêhatbûna min derketiye. Ev yek divê baş were nîqaş kirin. Ji ber ku pêşî welat tê rojevê û dûra jî xebata min derdikeve holê.

Hûn li welatê me ji kê bi pirsin, bi pirsin, wê jı wê re bi baldarî bibêje; ji bona milîbûne fedakarî pêwîst e, hevkarî pêwîst e, nefsbiçûk bûn pêwîst e, hest û ramanên paqij pêwîstin, aqil û maqûlbûn pêwîst e ûhw. Gava ku mirov ne amade be ji bona armancên xwe yên milî fedakariyê bike, ji bona vê armancê piştgirtîya hest, helwest û ramanên paqij neke, di siyasetê de nefsbiçûk nebe, rasta rast pêvajoya milîbûnê derbê di xwe. Hildiweş e. Rastîya me ya siyasî û milî îro ev e. Rewş li ber çava ye. Ji ber van sedeman jî ev proje lawaz dimîne, potansîyela me ya milî perçe dibe û dijminên Kurdan ji sergovendiyê ji me re dikin.

Belê. Li Bakurê Kurdistanê jî îro heman pirs û pirsgirêk di rojevê de ne. Nîqaş bi piranî li ser pirsgirêka milî û tıfaqa navxweyî tov dibe. Lê em bi xwe li ser pirsgirêkên derveyî milîbûne, li ser sempatî û antîpatiyên siyasî, li ser xitimandinên psîkolojîk, li ser mîrateyeke tehl, li ser tecrûbeyên negatîf, li ser kulturek dijbertiyê û berberiyê van pêwendîyan bi rêve dibin. Ji ber wilo jî barê me giran e. Her roj gitantir dibe. Lê dîsa jî em dibêjim, xem nine. Ev karwanê tifaqa milî divê bi hemû potansiyela xwe bikeve ser rêya rast.

Bav û kalên me Kurdan dibêjin; bila rê be bila dûr be, bila bîr be bîla kûr be!

Ma Seydayê Tirêj jî di helbesta xwe de nabêje; barê me welat, ey heval rêya me dûr e.

Gava ku barê me doza welat be, nabe ku em li hêvîya çareserîyên erzan û rojane hemû wextê derbas bikin. Em baş dizanin ku tifaqên mekanîk tucara dêm dirêj nabin. Ji ber ku sekterîzm û mekanîk bûn xwînê didin hevdû. Divê ev tifaq li ser nirxên milîbûna Kurdan, pîvanên organîk û bingeheke sosyal were damezrandin. Her tifaqa milî hilbet xwediyê naverokek sosyal e jî. Milîbûn jî hilbet di heman wextê de, bêşik sosyalbûn bi xwe ye!

Werhasil, divê em blok û tifaqên dîrokî ava bikin. Hemû rêxistin û şexs divê ji bona vê armancê fedakariyê bike. Em dizanin ku gelek tifaqên mekanîk di firêza siyaseta Kurdan de çêbûne û ew hemû jî ji bona me bûnê barekî giran û ketine stûwê me.

Dîsa em dizanin ku gava ku tifaqên siyasî zû hildiweşin moralê mirovên Kurd jî pêre hildiweş e. Ji ber wilo jî hewcedariya me bi tifaqên dem dirêj û tebût heye. Hewcedariya Kurdan bi rêgezên milî û exlaqekî hevkariyê heye. Di vê tevgirêdanê de tifaq ji bona berjewendiyên şexsî û rojane nabe li darbikevin. Xebata Kurdên Bakûr ji bona tifaqa milî divê di demeke maqûl de jî bi dawî were û hêviyê bide miletê Kurd.

Ez dibêjim; hemû curê tifaqên sîyasî di nava Kurdan de baş in lê tifaqa milî di ser hemû tifaqan re ye!

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin