Senatorê Amerîkî Menendez Kiryarên Tirkîyê li Bakurê Sûrîyê Rexne Dike

Senatorê Amerîkî Menendez Kiryarên Tirkîyê li Bakurê Sûrîyê Rexne Dike

.

A+A-

Senatorê Amerîkî Bob Menendez ku serokê Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Senatoran ya Amerîka ye, kiryarên Tirkîyê û çekdarên ser bi Enqerê li bakurê Sûrîyê rexne kir.

Menendez di civateke guhdarîkirinê ya derbarê sîyaseta Amerîkî ya hember Tirkîyê de, roja Sêşemê got ku Amerîka û Tirkîye li Sûrîyê xwedîyê armancên cuda ne.

“Bi rêya çend maytêkirinên leşkerî, ku hinek ji wan bi razîbûna rêvebirîya Amerîkî ya berê bûn, Tirkîyê çend deverên kontrolê li bakurê Sûrîyê damezrandîye ku dora 4,000 mîlên (6437 hezar km) çargoşe ne … û çar mîlyon kes tê de dijîn,” Menendez got.

Senatorê Demokrat da zanîn ku tevî ev dever jibo mîlyonan Sûrîyên ku ji deverên bin kontrola hikûmetê revîne, bûne cîhên aram jî, ev yek li ser hesabê gelê Kurd pêk hatiye.

“Kurd rastî revandin û derxistina bi zorê ji malên xwe bûne. Li ser destên hêzên opozîyona Sûrî ya ser bi Tirkîyê ve, ew herwiha rastî girtinên neqanûnî, êşkence û gelek binpêkirinên din yên mafên mirov dibin.”

Artêşa Tirkîyê û çekdarên Îslamî yên opozîsyona Sûrî hinek deverên Kurdan yên wek Efrîn, Serêkanîyê û Girêsipî, kontrol dikin.

Rêxistinên mafên mirov jî Tirkîyê û çekdarên Sûrî bi pêkanîna binpêkirinan li dijî sivîlên Kurd li van deveran tawanbar dikin.

Derbarê peywendîya Amerîka ligel Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), Menendez eşkere kir ku kiryarên Tirkîyê li Sûrîyê bandora neyênî li şerê dijî terorê kiriye.

“Ev kiryar bi awayekî rasterast zîyanê digihînin hevparîya Amerîka ya di warê dijberîya terorê de ligel Hêzên Sûrîya Demokratîk û şerê me yê hevbeş li dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ),” Menendez di axaftina xwe de got û hişyarî da ku “ev yek jî nayê qebûl kirin.”

Derbarê heman mijarê, şêwirmenda Wezîrê Derve ya Amerîkî Victoria Nuland jî got ku Amerîka û Tirkîyê “li hev kirine ku li hev nekin.”

“Rêvebirîya Amerîka bawer dike ku Hêzên Sûrîya Demokratîk rol û girîngîya xwe di rewşa ewlekarîya Sûrî û şerê dijî DAIŞ’ê de baş nîşan daye,” Nuland bi berdewamî got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Tirkîye, derbarê piştgirîya Washington ya ji Kurdên Sûrîyê re bi berdewamî rexneyan li Amerîka dike û dixwaze ku Washington dawî li piştevanîya xwe xwe bîne.

Çavkanî: Dengêamerîka

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin