Senatê desthilata Turmp bo destpêkirina şerê li dijî Îranê sînordar kir

Senatê desthilata Turmp bo destpêkirina şerê li dijî Îranê sînordar kir

Encûmena Pîran a Amerîkayê anku Senata Amerîakayê, projeyasaya Encûmena Nûneran a wî welatî ya ji bo sînordarkirina desthilatên Donald Trump pesend kir

A+A-

Navenda Nûçeyan - Endamên Encûmena Pîran ku pirîyan endamên wê ji partîya Trump, partîy Komarî ne, projeyasa xiste dengdanê û di encamê de 55 senatoran piştgirî li projeyasayê kirin û 45 kesan jî li dijî wê deng dan.

Bi pesendkirina wê projeyasayê ji alîyê Senatê ve, êdî eger Donald Trump bixwaze êrîşî Îranê bike yan bi awayekê sînordar jî hêzê li dijî Tehranê bi kar bihîne, divê îzna Kongrêsê werbigire.

Eger her êrîşek bêyê îzna Kongrêsê bihê kirin, Trump nikare budceya federalî ya Amerîkayê bo wî şerî xerc bike û tenê dikare, ji budceya Pentagonê xerc bike.

Tevî ku Senatê ev projeyasa pejirandîye, lê belê Trump hêj dikare vê proje yasayê veto bike. Pêştir Koşka Spî gefa wê yekê xwaribû, ku eger ew projeyasa were pejirandin, ew dê vetoyê bi kar bînin.

Berî wê civînê, Serokê Amerîka, Donald Trump daxwaz ji senatorên wî welatî kiribû ku deng nedin wê projeyasayê, û destên wî li hember Îranê negirin.

Trump di twittekê de ragihandibû: “Ji bo asayişa welatê me, gelek girîng e ku Encûmena Pîran a Amerîkayê deng bi biryara ‘desthilata şer a Îranê’ nede.”

Trump dîyar kiribû: “Pêgeha Amerîkayê li hember Îranê gelek bihêz e, dema wê yekê nîne ku wê pêgehê lawaz nîşan bidin. Piranîya Amerîkîyan piştîvanî li êrîşa me bo ser Qasim Sulêymanî kir.”

Roja 9ê Çile (meha bihorî), Encûmena Nûneran a Amerîkayê deng da projebiryarekê ku armanc jê ew e, rê ji serokê welat bih girtin ku bêyî razîbûna Kongrêsê  hêza serbazî li dijî Îranê bikar bîne.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin