Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Sebra Kurdperwerî!

A+A-

 

Mezin û rîhsipî, aqilmendên me her tim gotine, „sebir sebir sebir"(!)

Mana sê caran sebir çiye?

 Yek; sebir, kevirê girane, bi teqle û di cîhê xwe de ye!

Diyem; sebir, bingeha hêvîyê ye. Mirovên ku sebir li cam wan tinebe, hêvîya wan jî zû dişkê, emirkin e.

A sêem jî; di bawerîya dozdarîyek dûr û dirêj de dermanê vejînê û raperînê sebir bi xwe ye.

Heger sebrek, bêhrfirehîyek bi me re tinebe, em nikarin zarokekî mezin bikin û bînin asta ku, îca ew bibe bingeha sebra yekî din..

Avakirina dewletan, rizgarkirina civatan, dolivgerîya civakî jî, di van astan de bi sebir û bênfirehîyê û zanistîyê bi mane dibe.

Hinek bi saya bawerîya xwe a olî, hinek bi kurahîya zanistîyê û ilmê hêvîdar; hinek jî bi bawermendîya xwe bi xwe, vê sebrê, tehamulê û bêhnfirehîyê bikar tînin.

Rexnegir û civatnas jî li ser van esasên girîng bûyer, boran û guhertinên nava civatan dinirxînin. Bi bêhnfirehî û bi sebrek xwedî wate, şopandinên xwe dikin û rexnên civakî-neşterî  dimeşînin.

Ev sê sale, li Başûrê Kurdistan guhertinên ku encam dan, belku di 60 salî de dernediketin ber me!

Rojeva Kurdistan, „referandûm û serxwebûn" bû.

Di bin serokatîya Mesud Barzanî de ev piroje hat rojevê. Serokê Başûrê Kurdistan bi tîmekî zana,diplomatîk, serkevtî û serwextî pirsgirêkan re dixebitî. Piranîyên vê tîmê ji pirsgirêkên hizbî dûr, li ser bingeha berjewendîyên Kurd û Kurdistan hurgilîyên xwe dimeşandin. Li henber kar û xebatên vê ekîba serokatîya Kurdistan;

Le henber vê projê, Ji her serîyekî gotinek derket:

Hinekan digotin "ne dema wê ye"!

Hinekan gotin "dewlet ji kurdan re ne lazime. Dema avakirina dewletê êdî qedîyaye. Emê tirşika gelan di dista Omerîyan de bikelînin, baştir e."

Hinekan gotin „Kurd nikarin bibin dewlet, divê em yekitîya Tirkan, farisan û ereban biparêzin..qedera me jî bi a wan ve girêdayî ye"!

Hinekan gotin „em Kurdistan naxwazin, mûçeyên me bidin me...zikê me têrbikin bese"!

Hinekan jî çav berdan çend bîrên nefta Kurdistan û siyasetek herêmî meşandin û gotin; "ev çend bîr bira ji me re bin Bexda çi dike bila bike. Bexda taca sere me ye!"

Me kurdperweran çi kir:

Em ji hesabên nirxên hizbayetîyê dûr sekinîn û me rexnegirîyek di xizmeta Kurd û Kurdistan de meşand:

Me got; "ti tişt ne di ser berjewendîyên netewa Kurd û Kurdistan re ye. Ti berjewendî, nikarin pêşîya gava avakirina dewletek Kurd û Kurdistanî bigire."

Me kurdperweran bi sebir û bi bêhnfirehîyek mezin rexnegirîya xwe meşand û agirê kurdperwerî û niştimanperwerîyê vêxistî hişt, ku ronahîyê bide derdorê..

YNK û Tevgera Goran di destpêkê de mildan hev û xwestin ku pêşî li vê projeya pîroz bêt girtin. Ji wan hewlan bêhnek genî dihat! Hesabên wan piçûk bûn.

Kurdperwer û xwebexşerên dinav YNK de tilîya xwe bilind kirin û gotin;

"ev nabe"(!)

Ji ber ku beşek ji ênîya şer, xwebexşên xaka Kurdistan bûn ev canfeda. Bawerîya wan jî ew bû ku "ti berjewendî ne di ser berjewendîyên netewa Kurd û Kurdistan re ne."(!)

Tevgera Goran tenê ma, serhişkî û ew siyaseta berovajî dom kir. Derîyê xwe ji çareserîyan re girt û kê gavek berbi wan de avêt, ewan sêgav xwe dûr xistin(!)

Kurdperwer û niştimanperwerên Kurdistan; her dara hêvîyê avdan û liser karê xwe, têkilîyên xwe meşandin. Çeka rexnê bikar anîn.

Piştî Koça Serokê Tevgera Goran, di navbera du mehande ev kar û bar gihan astek hêvîbilind. Dengê mesajên "guhertinek nû" hat.

Tevgera Goran serokekî nû  ji xwe re pejirand..

Me dîsa bi sebir got; "bi hêvîya ku Tevgera Goran ji xeta berovajî vegere û ev serokatîya nû li ser berjewendîyên Kurd û Kurdistan dest bi siyasetek berpirsiyarî bike..

Niha hêdî hêdî deng ji Tevgera Goran derdikeve. Dengekî nerm û çêker. Ev deng zeîfe lê bi hêvî ye.

Dibêjin:

"Eger em bixwazin pêşiya civînan vekin, divê destpêkê ragehandinê li dijî yek rawestînin, bi kêyfxweşî ve PDK ne destpêşxerê şerê ragehandinê bûye û nake jî. Ji ber rewşa naha ya Kurdistanê wê yekê dixwaze ku hemû hêz û aliyên siyasî divê li gel yek vê qonaxê derbas bikin.'' (1)

Ji serî de me kurdperweran ev got. Ji ber tinebûna vê berpirsiyarîya cem Tevgera Goran, me Tegera Goran rexne kir û xwest ku were ser xeta netewî. Ji ber ku şert û şut iznê nadin van berovajiyan.

Tegera Goran bi rêka polîtburoya xwe, mesajên nû dide û didomîne:

"Tişta ku bi rêya ragehandinê ve berê hatiye kirin, ne xizmet ji jiyan û rêveçûna xelkê re dike û ne jî xwedî rol e di çêkirin  û ava kirina jiyana xelkê de û ne jî di bingeh kirina dewleta Kurdistanê de xwedî rol e.''(!)

Me her dem di rexnên xwe de, di helwest û şîroveyên xwe de ev anî ziman û got:

"Tiştên ku Tevgera Goran dike xizmetê ji Kurd û Kurdistan re nake"!

Îro eger Tevgera Goran, berpirsiyar û rêbazên vê tevgerê gihabin vê bawerîyê, serkevtinek mezine ji me re. Ji Kurd û Kurdistan re heye.

Politburoya Tevgera Goran dom dike:

''Di asta ragehandin de nermbûnek temamî heye û hemû ew helmetên ragehandinî yên berê hebûn naha goherîne û nerm bûye.''

Her tişt ji bo kurd û Kurdistan!

29.07.2017

(1)Endamê polîtburoya PDKê Selah Delo, Basnew, 29.07.2017

 
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin