Niyazî Pîro

Niyazî Pîro

Hemû nivîsên nivîskar >

Sebir

A+A-

Navê wî xidir

Karê wî kevirbir

kengê zompê rakir

got şarê min Diyarbekir

ji pê re gurmistê xwe guvişand

got sebir...sebir.

 

Rûyê wî qirmiçî bû

Rîyê wî spî

temen navsal bû

xuya dikir ser pêncî

min got xerîbî çawa

got tifî...tifî

ji pê re gurmistê xwe guvişand

got sebir...sebir

 

Min got kek Xidir

got fermo

min got tu oldar i

got na...na

min got tu rastgir î

got na...na

min got tu çepgir î

got na...na

min got ya tu çiye

gor herî ewil demokrat û Kurdewarim e

ji pê re gurmistê xwe guvişand

got sebir...sebir

Önceki ve Sonraki Yazılar