Sê welatan hişyarî da Tirkiyê

Sê welatan hişyarî da Tirkiyê

.

A+A-

Yûnan, Qibris û Misirê piştî kombûna “9emîn Lûtkeya Serkirdeyan” a li Atinayê bi daxuyaniyeke hevbar agihandin ku wan biryar daye hevkariya di anvbera her sê welatan de berdewam be. Herwiha hersê welat dibêjin  Tirkiyê li gor hiqûqa navnetewî tevnagere û ew welat “çalakiyên provokatîf” dike.

9mîn Lûtkekeya Serrkirdeyên Yûnan, Qibrisa Başûr û Misrê li paytexta Yûnanê bajarê Atînayê hat sazkirin û piştî lûtkeye danezaneke hevbeş hat belavkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hersê welat lêkolînên sondaj û sîsmîk ên li nêzîkî Girava Qibrisê ji aliyê keştiyên lêkolînê yên Tirkiyê ve tên kirin qebûl nakin û ew çalakiyên Tirkiyê weke "li dijî hiqûqa navneteweyî” dibînin.

Hersê welat dibêje Tirkiyê li herêmê bi awayeke “provokatîf tevdigere” û xwestin ku Tirkiyê çalakiyên xwe yên li herêmê bi dawî bike.

Herwiha di daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku ew ji gavên ku di derbarê vekirina Varoşa de hatine avêtin dilgiranin.

Serokwezîrê Yûnanê Kiryakos Mitsotakis di civîna rojnamevabî ya hevpar a piştî lûtkeyê de axivî û got ku "Helwesta Tirkiyê ya li hemberî cîranên xwe li Deryaya Spî ya Rojhilat ji bo aştiya li herêmê xetere ye û tevkariyê nade çareseriya pirsgirêka Qibrisê."

Serokomarê Misrê Ebdulfettah Sisî jî bal kişand ser hevkariya di warê elektrîk û gaza xwezayî de û got ku ew dixwazin gaza xwezayî di ser Misrê re bigihînin Yûnan, Balkanan û Ewropa Navîn.

Di civîna rojnamevanî ya hevbeş de, Serokomarê Qibrisê Nikos Anastasiadis tekezî li ser pirsa Qibrisê kir û got ku ew ligel çareseriya du dewletî ne.

Tirkiye: Li Rojhilata Navîn ti planeke bê me biser nakeve

Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê lûtkeya serkirdeyên Yûnan, Qibris û Misrê de ragihand ku wan ew yek nîşanî dost û dijminan daye ku ti tiştek li Rojhilata Navîn bê beşdarîkirina Tirkiyê û Komara Qibrisa Bakur, dê biser nekeve.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de hat gotin ku daxuyaniya wê lûtkeya sêalî, “nimayîşeke nû ya siyaset û dijayetîkirina Yûnan û Qibrisa Başûr e li hember Tirkiyê û Qubrisa Bakur, beşdarîkirina Misrê di wê daxuyaniyê de nîşana wê yekê ye ku heya niha Rêveberiya Misrê ji navnîşana rastî ya hemahengiyê li Rojhilata Navîn fêm nekiriye.”

Di daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku Tirkiyê piştevaniya projeyên enerjiyê dike ku hemahengiya di navbera welatên navçeyê de zêde dike, “lê nabe maf û berjewendiyên Tirkiyê û Qibrisa Bakur piştguh bixe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin