Şaxa Batmanê ya PAKê di salvegera yekemîn de Melle İmadeddin Yetiz  bibîranî

Şaxa Batmanê ya PAKê di salvegera yekemîn de Melle İmadeddin Yetiz bibîranî

.

A+A-

Rêvebirîya PAK Şaxa Batmanê bi tedbîrên Covid 19ê ,di salvegera yekemîn a wefata wî de Mele Îmadeddîn Yîtîz(Seydayê Gurdilî) bibîranî.

Bi beşdarbûna rêvebir, endam  û dostên PAKê û  malbata Seydayê Gurdîlî, Mele İmadeddin Yetîz, pîşî li Teşkîlata Batmanê ya PAKê û paşê jî li ser mezelê wî, bibîranîn hate pêkhanînê.

Serokê Şaxa Batmanê Aziz Özdemir bixêrhatin da mêvanan û got: "Mixabin berî salekê weke îro me  şahidekî dîroka xwe ya nêz wenda kir. Me, hestekî Kurdewarî wenda kir. Me kedkarekî welatê xwe, netewa xwe wenda kir. Me bi cil û bergê wî û bi şaşika wî  ku nîşana çanda kurdî bû, me dilsozekî neteweya kurd wenda kir. Me civaknasekî xwe, evîndarekî welatê xwe, sîyasetmedar û helbestvanekî netewa xwe wenda kir.  Em soz didin  bê westan heta Alaya Kurdistanê li axa Kurdistanê bi azadî li ba bibe, emê şopgerê te bin., Seydayê hêja".

Bi taybetî ji bo Seydayê Gurdîlî û  ji bo hemû şehîdên Kurdistanê bi xwendina sirûda neteweî rêz hate girtin.

Di bîranînê de Aziz Özdemirî, mesaja Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ÖZÇELİK xwend. Di mesajê de Mustafa ÖZÇELİK weha digot:

"Ez  bi rêzdarî  Seydayê hêja Melle İmadettin Yetîz bibîr tînim

Kedkarê doza azadîya Kurdistanê, sîyasetmedar û helbestvanê welatperwerê Kurd, Seydayê Melle İmadettîn Yetîz(Seydayê Gurdilî)  roja 02.12.2020ê  ji ber nexweşîya Covid-19yê çûbû ber dilovanîya xwedê. 
Seydayê Melle İmadettîn Yetîz  60 salan wek rewşenbîr, sîyasetmedar û helbestvanekî dilsozê welatperwer di doza azadîya Kurd û Kurdistanê de xwedîyê ked û roleke hêja bû.
Seydayê Melle İmadettîn Yetîz, bi helwest û fikirên xwe, bi helbest û têkoşîna xwe her avakar û dilxwazê tifaq û hevkarîyên netewî, niştimanî bû.
Seydayê Gurdilî û hemû kedkar û şehîdên doza azadîya Kurdistanê rûmeta me ne.
Emê ked û xebata Seydayê hêja tu carî ji bîr nekin û emê wan tovên ku seydayê me avêtî nav dilê gelê  me, her û her geş bikin.
Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be. "

Paşî  behsa kurte jîyana Seydayê Gurdilî, ku wî bi xwe weke helbest nivîsandibû, ji alîyê kurê wî  Şerafeddîn Yetîz  ve hat xwendinê. 

Şerafeddîn Yîtîz sipasîya xwe ji bo PAKê anî ziman û got "hevîdarim van salên pêş de ku ev nexweşîna covîdê tune be û em karibin layiqî bavê xwe bîranînên berfirehtir li dar bixin ku bawerim ev him wezîfeyeke me ya esasî ye û him cihê wefayê ye."

Paşî Bavê Helepçe, di derbarê Seyda de bi kurtasî hestên xwe anî ziman û got; "Soz û peyman heger rojekê buhar bi ser welatê me de bê. Gelê me azadiya xwe bi dest xê, em tevahî xort û keçan rahêjine gurzên gulan li ser gora te deynin û bi dengekî bilind Sirûda azadiyê di guhê te de bistirên. "

Di berdewamîya axaftinan de  silaytek ku ji jîyana Seydayê Gurdilî pêk hatî bi bêşdervanan re hat tamaşekirin. Helbesta wî a navdar "Qehremanê Esrê Bîsta"  ji dengê wî  hat guhdarkirin.

Piştî Bîranîna PAK Şaxa Batmanê Beşdervan li Kêrîkê gundê Batmanê çûne ser mezelê Seydayê Gurdîlî. Li ser mezel dua hatin xwendin, mezelê wî bi Ala Kurdistanê û bi gulan xemilandin .

Ji malbata wan re dubare sersaxî hat xwestin û malbatê ji bo vê helwesta PAKê sipasîya xwe dubare kirin.
Bîranîn bi xatirxwestin û bi hevîyên ku em her tim tekildarbin bi dawî bû.

Şaxa Batmanê Ya PAKê 
02.12.2021

12-026.jpg3-186.jpg2-195.jpg6-085.jpg7-062.jpg8-053.jpg9-047.jpg10-038.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin