Salih Muslim xwest Enqere diyalogê esas bigre

Salih Muslim xwest Enqere diyalogê esas bigre

Berdevkê fermî yê PYD Salih Muslim, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi rêya parêzeran parve kir, nixand û xwest Enqere ji bo çareseriyê diyalogê esas bigire û got, “Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe".

A+A-

Berdevkê fermî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi rêya parêzeran parve kir nixand û xwest Enqere ji bo çareseriyê diyalogê esas bigire û got, “Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe, li Rojhilata Navîn tu pirsgirên din jî çareser nabin.”

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 7’ê tebaxê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Ocalan di hevditinê de dîsa banga diyalog û çareseriya demokratîk kir. Ocalan bang li hikûmet û dewletê kir ku ew ji bo çareseriyê amade ye û xwest hikûmet û dewlet jî li gorî aqil gavan bavêje û li ser esasê yekîtiya gelê Kurd û Tirk çareseriyê pêş bixin.

Têkildarî hevdîtinê û peyama Ocalan berdevkê fermî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re nirxandin kir. Muslim peyama dawîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek gaveke erênî bi nav kir û wia got: “Çareseriya pirsgirekê li Îmraliyê ye. Divê ji bo çareseriyê dewleta Tirk muxatab ava bike. Rûniştina ser masê û guftûgo esas e.”

 Şer her diçe bêencam dimîne

Salih Muslim destnîşan kir ku dewleta tirk di çarçoveya tunekirina kurdan de nedihişt ku bi Ocalan re hevdîtin pêk werin û wiha got: “Piştî 8 salan îspat bû ku nikarin Rêber Apo ji gel, gel jî ji Rêber Apo qut bikin. Dewleta tirk li ser çar parçeyên Kurdistanê şerê dîplomasî, leşkerî, siyasî dide meşandin, lê ev şer her diçe bê encam dibe. Ji ber vê dewleta tirk neçar dimînê ku rê bide nêrînên Rêber Apo. Dewleta tirk li hundir û derve tengav bûye û derî lê hatine girtin. Çareseriyê jî di êrîşa ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dibîne. Di hevdîtinên Tirkiye û Amerîkayê de derket holê ku bi van hewldanan re tiştekî nikarin bi dest bixin.  Ji ber vê dewleta tirk hişt ku parezêr bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin. Çûyîna parêzeran li Îmraliyê erênî û giranbuha ye. Jixwe ji roja roj de daxwaza gelê kurd jî naskirina nêrînên Rêber Apo ye.”

Naskirina kurdan dê pirsgirêkê çareser bike

Muslim peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê wek gelekî girîng pênase kirin û wiha got: “Rêber Apo di peyama xwe de balê dikişînê ser dîroka Osmaniyan û Komara Tirkiyê. Divê dewleta tirk dîroka xwe rast bixwînê. Dijminatiya Tirkiyê di navbera kurd û tirkan de kiriye, her tim zirar daye dewleta tirk. Kengî lihevkirinek li ser esasê naskirinê kurdan çêbe, wê demê pirsgirêka Tirkiyê û ya kurdan çareser bibe.  Heger rastî jî daxwaza şer xilas bibe divê mijara kurd neyê paşguhkirin, bê çareserkirin.  Ji ber wê Rêber Apo  peyama xwendina dîrokê dide.  Têkiliyên kurd û tirkan ên ji Xelat û Milazgirê dest pê kir, heta Destûra Bingehîn a 1921’an aTirkiyê ya hevbeş, îradeya kurdan hatibû qebûlkirin.  Piştî vê çêwisandina kurdan dest pê kir. Ji wê demê heya niha Komara Tirkiyê her xisiriye û di şer de ye.”

 ‘Mase û nîqaş esas in’

Muslim têkildarî mîsyona Ocalan di çareserkirina pisgirêkan de, beramberî wê jî hebûna muxatab re got: “Ji dema Turgut Ozal ve, ev 27 sal e kurdan jî tirkan jî winda kiriye. Heger di wê demê de gaveke çareseriyê qebûl kiriba, 27 sal wiha di nav şer de derbas nedibûn. Cesaret û planeke Turgut Ozal hebû  lê dewleta Tirk Turgut Ozal kuşt. Rêber Apo ji bo vê ji dewleta tirk pirs dike; gelo kesek wiha di nav we de heye ku pêşengiyê bike û tiştên ku em li ser li hev bikin, pêk bîne? Ya girîng ew e ku Rêber Apo bi diyalogan dixwaze pirsgirêkê çareser bike lê hebûna muxatab û pêşeng girîng e. Ji bo hebûna gelê kurd bê qebûlkirin, rûniştina ser masê û goftûgo ya esas e. ”

‘Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye’

Muslim banga Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêkê ku dibejê ‘Ez amade me di hefteyekê de çareser bikim’ wiha got: “Di vê peyamê de zelal derdikeve ku rêya çareseriyê li Îmraliyê ye. Her wiha dema ku Rêber Apo dibejê ‘Daxwaza me ew e ku bi gelan re di nav biratiyê de li ser cografyaya heyî bi nasîna gelê kurd bijîn’ peyama ‘hûn nikarin hebûna gelê kurd înkar bikin’ dide. Peyama bi awayekî lihevkirinê hemû pirsgirêkan çareser bikin, tê dayîn. Deh xalên 2013‘an ku hatin dayîn jî tên bîrxistin. Peyama xalên Dolmabaxçeyê heya niha dimeşin û dikarin li ser nîqaş bikin ku van xalan bikarin bi pêş bixin, tê dayîn. Dayîna dema hefteyek jî encama baweriya rêber Apo bi gel, hêz û paradîgmaya xwe ye. Ev bawerî jî qawetê dide rêber Apo.”

Salih Muslim anî ziman ku pirsgirêka gelê kurd bi pirsgirêka Rojhilata Navîn ve girêdayî ye û got: “Yê ku nahelê ev pirsgirêk çareser bibe dewlet tirk e. Ji berê ve dewleta tirk li ku derê dibînê kurd pêş dikevin bi awayekî hovanê pêşî lê digre. Niha jî dixwaze şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê tine bike. Çi li Efrînê bê çi li Kerkûkê be bê peyama tinekirinê bi awayek hovanê dide. Dijminê mezin ên gelê kurd û hemû gelan dewleta tirk e.  Heya pirsgirêk li bakurê Kurdistanê çareser nebe bi awayekî lihevkirin çênebe,  li tu perçeyên din jî çareser nabe. Bandora vê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî heye. Heger dewleta tirk bi rastî destê xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikşînê tu pirsgirek namîne. Em dikarin bi rejîma Sûriyê re di hûndir Sûriyê de bi awayek demokratîk li hev bikin. Sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû Rojhilata Navîn modele. Lê yê ku nahelê ev sîstem pêş bikevê û çareserî li tevahî Sûriyê çê bibe dewleta tirk e. Pirsgirêka gelê kurd bi hevvbe giredayî ye. Em hêvî dikin ku dewleta tirk hişê xwe bînê serî û karibê ji Rêber Apo re bibe mûxatab û karibê vê pirsgirêkê bi giftûgoyê çareser bike.  Heger pirsgirêka murd çareser nebe tu pirsgirekên Rojhilata Navîn çareser nabin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin