Rûsya û Tirkîyê rewşa “Îdlibê” gotûbêj kirin

Rûsya û Tirkîyê rewşa “Îdlibê” gotûbêj kirin

Berdevkê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin û Nûnerê Taybet yê Rûsya li Sûriyê Aleksandr Lavrentyev li Enqerê derbarê Sûrîyê kom bûn.

A+A-


Berdevkê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin û Nûnerê Taybet yê Rûsya li Sûriyê Aleksandr Lavrentyev li Enqerê derbarê Sûrîyê kom bûn.
He du nûner ser avakirina komîteya qanûna bingehîn û ragihandina wê axifin û bal kişandin ser rewşa Îdlibê.
Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Neteweyen Yekbûyî (NY) Geir Pedersen gotibû ku di serdana Şamê de ew ser rewşa Îdlibê axifîne û ew dixwazin li wê herêmê îstiqrar çêbe.
Rûsya û Tirkîyê di meha Îlonê de li hev kiribûn ku li Îdlibê herêmeke ewle çêbe lê piştre ew lihevkirin xirab bûbû. Biryar wiha bû ku komên çekdar ji Îdlîbê derkevin lêbelê ew komên çekdar li Îdlîbê û dorûbera wê cîgîr bûne.
Herwiha rejima Beşar Esed û Rûsya jî komên çekdar li Îdlîbê bordûman dikin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin