Rûsya: Em dikarin di nîv saetî de tevaya welatên NATOyê ji nav bibin

Rûsya: Em dikarin di nîv saetî de tevaya welatên NATOyê ji nav bibin

.

A+A-

Serokê Ajansa Esmanî ya Rûsyayê "Roscosmos" Dmitry Rogozin hişyariyek tund da NATOyê û ragihand, eger şerekî etomî çê bibe, Rûsya dê di nîv demjimêrî de tevaya welatên NATOyê ji nav bibe.

Dmitry Rogozin ragihand, tevî ku Hevpeymaniya NATO li dijî Rûsyayê şer nedaye ragihandin lê belê zelal e ku di pratîkê de şer daye destpêkirin û got, “eger şerê etomî çê bibe, Rûsya dê di nîv demjimêrî de tevaya welatên NATOyê ji nav bibe.”

Rogozin got, “Ligel bihêziya gelek zêde ya Rûsyayê lê belê nabe em rê bi rûdana şerê etomî bidin, çimku ew yek dê bandorek mezin li ser hesareya Erdê hebe.”

Wî rayedarê Rûs ku wek kesekî nêzîkî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî tê naskirin, destnîşan kir, “Armanca zilamê bihêz ê Rûsyayê ku mebesta wî Putin e, şikestdana bloka rojava ye ku wî weke dijminê Rûsyayê bi nav kir û tekez kir, divê em vê armanca Serokê Rûsyayê bi rêyên serbazî yên klasîk misoger bikin.”

Daxuyaniya Rogozin piştî daxuyaniya duh a Rêveberê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) William Burns hat ku gotibû, “nîşan ber bi wê yekê ne ku Rûsya amadekariyan dike jibo bikaranîna çekên atomî yên taktîkî.”

Çekên etomî yên taktîkî qebareya wan biçûktir e û weke çekên etomî yên klaîskî ewqa bi hêz nînin û asta wêrankariya wan jî kêmtir e û bandor li sînorekî diyarkirî dikin.

William Burns herwiha gotibû, “Di vê qonaxê de me belgeyên bi temamî zelal nînin ku gelo Rûsya ji bo bikaranîna wan çekan amade ye yan na, lê nîşan ji me re dibêjin ku amadekariyan dike jibo bikaranînê.”

Rûsyayê ji 24ê Sibata îsal ve êrîşeke berfireh bo ser Ukraynayê daye destpêkirin lê belê negihîştiye armancên xwe yên stratejîk ku di destpêka êrîşê de ragihandibû, lewra metirsî heye ku Moskow ji bo bidestxistina armancên xwe li Ukraynayê çekên etomî yên taktîkî bikar bîne.

Ji dema destpêkirina êrîşa ser Ukrayanyê ve, Serokê Rûsyayê yekîneyên taybet bi çekên etomî yên wî welatî xistine amadebaşiyê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin