Rûsya bo 8 kesên YE yê qedexeya çûna Rûsyayê danî  

Rûsya bo 8 kesên YE yê qedexeya çûna Rûsyayê danî  

.

A+A-

Wezareta karên derve ya Rûsyayê bo 8 hemwelatiyên Yekîtiya Ewrûpayê qedexeya çûna Rûsyayê danî. Wezaret bi nivîskî ragihand ku YE yê bo Rûsyayê yekalî biryara qedexeyan datîne ser hemwelatiyên Rûsyayê. Di ragihandinê de weha hat gotin:

“Helbet ev, bi daxwaza Amerîkayê ya ku dixwaze Ewrûpa bibe zemîneka sert bo Rûsyayê dibe û bi zanîn têkirin.”

Kesên bo wan qedexe hatine danîn ev kesin:

Serokê Parlementoya Ewrûpayê David Maria Sassoli, endamê delegasyona Fransayê yê meclisa parlementeran Jacques Maire, rêvebirê serdozgeriya Berlînê yê Almanya Jorg Raupach, cîgirê serokê berpirsê zelalî û qiymetan yê komisyona Ewrûpayê Vera Jourova, serokê konseya medya elektronîk yê Letonya Ivars Abolins, dîrektorê navenda ziman yê dewletê yê Letonya yê Maris Baltins, serokê labaratûwara Enstîtuya nukleerî yê îsweçê Asa Scott û serokê beşa ziman yê Estonyayê Ilmar Tomusk.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin