Rûhanî ji ber peymana bi Îsraîlê re gef li Behreyn û Îmaratê xwar

Rûhanî ji ber peymana bi Îsraîlê re gef li Behreyn û Îmaratê xwar

Piştî ku doh li Koşka Spî bi amadebûna Serokê Amerîka Donald Trump peymana aştiyê di navbera Behyren, Îmarat û Îsraîlê de hat îmzekirin, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî gef li wan welatên Ereb xwar.

A+A-

Piştî ku doh li Koşka Spî bi amabûna Serokê Amerîka Donald Trump peymana aştiyê di navbera Behyren, Îmarat û Îsraîlê de hat îmzekirin, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî gef li wan welatên Ereb xwar.

Rûhanî di civîna desteya wezîran a Îranê de got, "Welatên ku rêya herêmê ji Îsraîlê re vedikin, divê berpirsyariya encamên karesatî jî bigrin ser xwe.”

Hesen Rûhanî diyar kir, “Xelkê hinek welatên Rojhilata Navîn misilman û dîndar in, lê belê desthilatdarên wan ji olê û heta ji sozê jî fêm nekirine. Wan sozên xwe yên ji bo xelkê Filistînê ji bîr kirine, ew birayên me ne û Ereb in.”

Rûhanî wiha pê de çû: “Her roj li Filistînê tawan dikin, we çawa destê xwe ji bo Îsraîlê dirêj kir, hûn dixwazin li herêmê pêgeh bidin Îsraîlê. Berpirsyariya hemû encamên karesatên çêbibin, li ser milê we ye çimkî we karekî neyasayî kir.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin