Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Rojavayê Kurdistanê!

A+A-

 

Çima Yekrêzîya Sîyasetek Hevpar Pir Girînge?

Ev demek dirêje li Başûrê Rojavayê Kurdistanê behsa „yekitî“ û „hevkarî“ ya kurdan dibe. Di vî warî de, di derheqa pêşketina dan û stendina de agahîyên rasterast dernakevin holê. Rastî ji raya girtî ya kurdan jî têt veşartin. Yek ji sebebên vê veşartinê dîyare, terefên ku dan û stendanan dimeşînin, zêde bawerî û qenaeta wan bicîhnebûye, an jî bi samîmîyeta van dan û stendinan ne bawerin!

Ev 9sale li Sûrîyê şerê navxweyî berdewame.  „Opozîsyona Sûrîyê“ ji bingehek opozîsyonî derketîye û bûye hêzek çekdar a di destê aktorên herêmê û yên hêzên navdewletî de.

„Opozîsyona Sûrîyê“, di nava civata medenî de jî bingeha xwe ya meşrû wenda kirîye. Ew hêzên çekdar, ku wek „opozîsyona Sûrîyê“ xwe didin nîşan, çeka mezin a di destê Tirkîyê de, ku li henber kurdan bikartîneye. Di helwesta dijraberîya kurdan de, karesatên van hêzan û Tirkîye hevûdû temam dikin. Ev hêzên tûndrev, bi alîkarî û piştgirîya dewleta tîrkîyê, li Efrîn û derdorên Cerablûs û Babê, Girê Spî û Serê Kanîyê karesatên pir xerab tînin serê kurdan. Kurdan direvînin, dikujin, malên wan talan dikin. Destdirêjî namûsa kurdan dikin. Ev bûyer yek bi yek mînakên zordarîya dewleta Tirk û hemahengîya di navbera wan û van hêzên çekdar û tundrev de ye.

Li henber van karesatên ku dewleta Tirkîyê bi hevalbendên xwe yên çekdar û tundrev re li van herêman dimeşîne, Emerîka, Rûsîya, Ewrûpa, NATO, NY bêdengin. Tirkîye guhertina demografîya herêmê daye berxwe û yasayên navnetewî binpê dike. Di vî warî de sazîyên şopînerên van yasayan bêdengin! Tirkîyê hêza xwe ji vê bêdengîyê digire!

Wek ku em dizanin; bi pêşengîya Rusîya, Îran û Tirkîye û piştgirîya Netewên Yekgirtî (NY) „Komîsyona Pêkanîna Destûra Sûrîye“ hat neqandin. Di vê Komîsyona Pêkanîna Destûra Sûrîye de 150 rêvebir û nûner cîhdigirin. Ji van 50 kes nûnerên NY, Rejîma Sûrîyê jî bi 50 nûneran, Opozîsyona ku ENKS jî di nav de bi 50 nûneran beşdar dibe. Ji van tenê 2 nûner (Ji ENKS) wek nûnerên kurdan hatine hilbijartin. Gazî PYD nekirine û beşdar nabe.

Pêkanîna Komîsyona Destûra Sûrîye di bin çavdêriya navdewletî de wek „serkeftinek ji hemû gelê Sûriyê re“ didin nîşan! Lê di eslê xwe de têkbirina kurdan û binpêkirina mafê kurdên li Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi xwe ye.

Ji destpêka şerê navxwe yê Sûrîye de, min nivîsand û eşkere kir, ku Kurd li ser axa xwe ênîyek niştimanî û hevgirtî ava nekin û bi artêşek netewî xwedî li axa xwe dernekevin û neparêzin, wê têk herin! Niha li ser kurdan ewrên reş kom bûne û ji hawîrdor de wê Kurd dibin tava teyrokê de, raserî tehlûkên mezin werin.

Sebeba vê, berpirsiyarê vê a serete helwesta PKK/PYD û têkilîyên YPG yên ji siyasetek netewî dûr, yên berjewemendîyên partîzanî bi rejîma Sûrîye re ne. Kurd wê xirameta siyaseta totalîter didin. Ev têkilî bûn sebeb, ku Kurd di Pêkanîna Komîsyona Destûra Sûrîye de, bi şîveyek hevgirtî û xurt cîhên xwe negirin!

Hevbeşî û hemahengîya kurdan di çi warî de ye?

Bi çavdêrîya Şêwirmendê taybet yê Emerîka William Roebuck, li ser navê HSD Mazlûm Ebdî û nûnerên ENKSê ev dan û stendin dimeşin. Li gor agahîyên berdest, li ser çend xalên sîyasî lihev kirine. Armanca van dan û stendinan, a girîng yek jê jî, bi hemahengî ku Kurd di „Komîsyona Pêkanîna Destûra Sûrîyê“ de beşdar bibin.

Ev pêşkevtin çi ne?

Dewleta  Sûrîyê, wê dewletek demokratîk û piralî be.

Rejîma Sûrîyê, rejîmek otorîter û dîktatore. Li henber muhalefeta xwe metodên zorê bikaranîye.

Wê li herêmên kurdan birevebirinek bihevre, sîyasî û erdnîgarî bimeşe.

Ji 2012 an û vir de PYD yekalî li seranserê Başûrê Rojavayê Kurdistanê serdestîya xwe îlan kir. Rê neda ku ti hêzên din yên kurdan, li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê kar û xebatên sîyasî-leşkerî bimeşînin. Êrîş anîn ser wan, ofîsên wan hatin şewitandin, ala Kurdistanê binpêkirin. Hatin kujtin, hatin revandin, hatin girtin û zîndan kirin. Kadroyên wan avêtin dervê sînoran.

Piştî van karesatan, bi çavdêrîya Nûnerê Taybet yê Emerîka, niha di navbera HSD, PYD û ENKS de, jibona hemahengîyek hevpar dan û stendin dimeşin. Projeya PYD, hêza xwe ya îdeolojîk ji PKK digire. Gelo wê PKK û derdorê ku pê re têkildar bihêle, ku li Başûrê Rojavayê Kurdistanê hevkarîyek sîyasî-askerî ava bibe?

Di vî warî de ceribanên civînên Hewlêr û Duhok li ber destê me ne, ku çendîn caran lihevkirine û dema sînorên Başûrê Kurdistanê derbas kirine, ev hevpeyman hemû bi destê PKK hatine binpê kirin. Pir sebeb û pir şik hene ku di vî warî de sebebên ji kenandina hêvîyan e.

Gelo wê Emerîka bikaribe hêzên Kurd di bin enîyek sîyasî-leşkerî de bike yek, ku pêşî li xurtbûna rejîma Sûrîyê bigire, pêşî li guhertina demografîya herêmê bigire û herêmên Kurdan bike yek, ji bin dagirkerîya Tirkan rizgar bike û çavkanîyên dahatên van herêman teslîmî kurdan bike?

Gelo wê PKK û hêzên piştgir bihêle ku, serkevtinek bi vî rengî di nav kurdan de bêt honandin?

11.05.2020

Ji bo hemû nivîsan bitikînin

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin