Robert Ford: Derza di navbera Kurdan de ji Esed re dibe derfet

Robert Ford: Derza di navbera Kurdan de ji Esed re dibe derfet

.

A+A-

Balyozê Amerîka yê berê li Sûriyê Robert Ford derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û çarenivîsa Kurdan li Sûriyê ragihand ku rewşa Rêveberiya Xweser weke rewşa Kurdan li Iraqê di salên 95, 96, 97an e, û got: “Di wê demê de Amerîka parastina esmanî li Herêma Kurdistnê dikir û bi saya wê hikûmetên Hewlêr û Silêmaniyê geş bûn. Niha li Sûriyê li herêmên jêr desthilatdariya Rêveberiya Xweser de, heman tişt heye. Lê tişta eşkere ev e ku Amerîka heta hetayî li Sûriyê namîne.”

Robert Ford  herwiha diyar kir ku Amerîka naxwaze Beşar Esed bi rêyên leşkerî ji desthilatdariyê dûr bixe.

Ford amaje bi wê yekê kir ku `gelek pirsyar li ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hene girêdayî helwesta wê li ser azadiya siyasî û azadiya dijberiyê û got: “Eger nikaribin partiyên siyasî yên din qebûl bikin, yekkirina rêzên wan dibe karekî dijwar. Divê ez vê jî bêjim ku hebûna derzê di nav rêzan de, ji hikûmeta Şamê re dibe derfetek ku zû yan dereng sûdê jê werdigire. Bi baweriya min, ev çewtiyeke tektîkî ye ku PYDê û baskê wê yê çekdarî dikin.”

Balyozê Amerîka yê berê li Sûriyê Robert Ford di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê bersiva pirsên Bestûn Osman da.

Balyozê rêzdar Ford, zor spas ji bo beşdarbûna te bi me re ji bajarê Maine. Hûn sala 2003an piştî cengê li Iraqê bûn. We wek şêwirmend kar dikir. Eger hûn danberhevekê di navbera Iraqa sala 2003 û Iraqa îro de bikin, hûn ê çi bêjin? Gelo Iraqa îro ew welat e ku we sala 2003 plan jê re danî? Ez lewma vê pirsê dikim, çimkî we di meha borî de, gotareke pir geşbîn li ser Iraqê weşand.

Robert Ford: Erê, erê, min gotareke geşbîn weşand. Iraqa îro pir baştir e, pir baştir e ji Iraqa 2003 û 2004, pir baştir e. Rewşa Hewlêr, Silêmanî û Dihokê herdem ji rewşa Felûce, Rumadî û Besrayê baştir bû. Kurdistan herdem baştir bû, lê xasma piştî serdana min a dawî bo Kurdistanê di meha 11ê 2021ê de, ez pir sersam bûm bê çawa jiyan li Kurdistanê, gav bi gav ber bi jiyaneke asayî diçe. Bê guman hêj pirsgirêkên mezin li Iraqê hene, lê bi nerîna min, pêşveçûneke berbiçav li holê heye.

Bila em hinekî di wan rojan de bimînin ku hûn, di sala 2003an de, nûnerê Amerîka li Necefê bûn. Êvarekê hûn ji hêla çekdarên Bedir hatin revandin, lê piştî sê demjimêran hatin azadkirin. Ji min re bêjin, we çawa karî xwe rizgar bikin?

Robert Ford: Wexta ez çûm wê civînê, min fêm kir ku berê me li cihekî metirsîdar e. Mîlîsên grûpa Bedir li wê navçeyê hebûn. Lewra min civîneke xwe xist derengî wê şevê bi serkirdê mîlîsên Bedr re li Necefê, ku wê demê kesekî bi navê Hisên Ebtan bû. Paşê ew kes di hikûmeta Iraqê de bû wezîr. Dema civîna min bi Hisên Ebtan re diket 12ê şevê de. Grûpa ku ez revandim, derdora demjimêr 8 heya 9ê êvarê ez revandim. Min jî ji wan re got “Eger hûn min azad nekin û eger hûn min desteserkirî bihêlin, ez ê ji civîna xwe bi serkirdê we re dereng bikevim”. Ev bû sedem ku nîşana pirsê li ba wan çêbibe. Kesek şandin baregeha Hisên Ebtan, da bizanin ez rast dibêjim yan na. Piştî nêzîkî du demjimêran, melayek, kesekî oldar hat û ji çekdaran re got rê bidinê bila biçe.

 Baş e, lê hayê kesên hûn revandin jê nebû ku civîna te bi serkirdên wan re hebû. Yan bila ez bi vî awayî bipirsim, hayê serkirdê wan jê nebû ku çekdarên wî te direvînin?

Robert Ford: Ez texmîn dikim hayê wan ji hev nebû. Di meha Îlona 2003an de, kontrola temamî ya fermandeyên mîlîsan li ser hemî çekdarên wan nebû. Li cihên wek Bexda, Kerbela, Necef û Besrayê. Çend komên çekdar hebûn ku digeriyan û çalakî pêk dianîn, bêyî ku çirke bi çirke ji hêla fermandeyên xwe werin kontrolkirin.

Baş e, lê daxwaza çi ji te kirin. Armanca wan ji revandina te çi bû?

Robert Ford: Ez texmîn dikim li gor wan xerîb bû kesên biyanî li navenda bajarê Necefê bibînin. Tevî ku berî pênc mehan Amerîkayê Iraq azad kiribû. Lê pir bi çavê gumanê li Amerîkiyan temaşe dikirin. Girîng e li bîra me be jî ku Ayetula Mihemed Baqir Hekîm berî hingê bi çend hefteyan li Necefê hatibû kuştin. Atmosfereke tarî û aloz li Necefê hebû.

 Lê te di dawiya wê şevê de fermandeyê wan dît?

Robert Ford: Min wê şevê fermande nedît. Efserekî artêşa Amerîkayê bi min re bû. Min xwest, di wê nîveşevê de, herim civînê. Lê bila ez vekirî bibêjim, tirs di dilê efserê artêşa Amerîkayê de lûsiyabû. Wî got çêtir e ku em bê rawestan vegerin navenda leşkerî ya marînzên Amerîkayê. Min ji wan re got ku niha dema herî baş e ji bo ku em Hisên Ebtan bibînin. Li gor min, di wê demê de, fihêtkarî li ba me bû. Ji ber ku çekdarên wî em revandibûn. Lê bi baweriya min efserê Amerîkî ne ewqasî biceger bû.

 Madem wisa ye bila em vegerin îro. Di nivîsa ku te weşandibû de, tu qala şiyana afirandina ciwanên Iraq û Kurdistanê dikî. Li gor te, derfeta wan ciwanan peyda bûye ku beşdarî pêvajoya reformê li Iraqê bibin?

Robert Ford: Bi baweriya min, pêwîst e rûniştiyên Kurdistanê bi xwe biryarê li ser vê mijarê bidin. Tiştê ku ez dikarim bibêjim ew e ku li Kurdistanê çavê min bi hin kesan ket ku bi rastî şiyana wan a afirandinê heye, hin ciwanên xwedî raman. Ez hêvîdar im mecalê wan hebe kar û biznisa zêdetir bikin, ji bo ku derfetên zêdetir ên kar peyda bikin. Ez haydar im ku mijara kar yek ji pirsgirêkên girîng e li Iraqê. Min hin kes dîtin ku ramanên wan yên pir baş hene û hêvîdar im ku guh li hizirên wan were kirin ji hêla sazî û dezgehên desthilatê.

Tu bi xwe geşbîn î ku ev hêviya te bi cih were?

Robert Ford: Erê ez geşbîn im. Bi nerîna min, dê şêniyê Kurdistanê bi xwe biryarê li ser vê bidin. Ez rûniştiyê Wîlayetên Yekgirtî me. Tiştê ku ez dikarim ji te re bêjim, wek mînak, min li Hewlêrê hin afirandin di warê xizmetguzariya înternetê de hatibûn kirin dîtin ku li vir li bajarê Maine yê Amerîka nînin. Di vî warî de, Hewlêr ji bajarê Maine yê Amerîkayê pêşketîtir e. Hewlêr dikare afirandina teknolojî ji me re hinarde bike, ji bajarê Maine-ê re.

Ji bajarê Maine re li Wîlayetên Yekgirtî?!

Robert Ford: Erê, ez bi rastî dibêjim. Kesên bişiyan û afirîner li ba we hene. Pirs ew e ku çawa dikare azadî were misogerkirin ji bo şiyana afirandina wan. Ez hêvî dikim ku şêniyên Kurdistanê di sala nû de li vê yekê bifikirin ku çawa azadiyê ji şiyanên xwe re berdest bikin.

Bila em hinekî qala siyaseta Iraqê bikin. Muqteda Sedir zêdetirîn kursiyên Parlamentoya Iraqê birin. Bi gotineke din “serkeftiyê” hilbijartinê ye. Tiştê ku dikare ji niha ve were dîtin ew e ku di hewla pêkanîna hikûmeteke hevpeymanî de bi Helbûsî, Partiya Demokrat a Kurdistanê û Hadî Amirî re be. Wî navê vê hevpeymaniyê kiriye “hikûmeta piraniya niştimanî”. Li gor te, ew dikare vê armanca xwe pêk bîne? Pêşî dikare kabîneyê pêk bîne? Dû re jî ew kabîne dikare berdewam bibe?          

Robert Ford: Eger wisa be, du pirs hene. Li ser pirsa yekem, wer dixuye bikare kabîneyê bi vî awayî pêk bîne, lê li bîra te be ku berî vê gelek tişt hene ku pêwîst e biryar li ser wan were dan. Ji wê ezmûna pêncî salî ku min li Iraqê heye, di salên borî de, ji min re derketiye ku siyasetvanên Iraqî di danûstandinê de pir tund in. Pir bi dijwarî danûstandinê dikin. Wezîr bi wezîr û post bi post danûstandin li ser wan tê kirin, heya hûrgiliya dawî. Bi danûstandineke wiha posta serokkomar, serokwezîr û serokê parlamentoyê tên yekalîkirin, dû re jî kabîne. Ev tê wateya pêvajoyeke danûstandinê ya dûrdirêj. Cihê sersamiyê dibe ji bo min, eger di demeke kin de ev hemû pêngav werin birîn. Ez piştrast im demeke dirêj dixwaze. Derbarê pirsa te ya duyem, ka gelo kabîneyeke bi vî rengî dikare berdewam bibe yan na? Bi rastî, bersiva vê pirsê hinekî zehmet e. Lê ji sala 2005an ve, ku destûra Iraqê hate pejirandin, heya niha, binere, Parlamentoya Iraqê bawerî ji ti hikûmetekê nestandiye. Her serokwezîrekî, her wezîrekî kariye bimîne, lê bi nerîna min bi derbasbûna demê û peydakirina ezmûnê re, ev diguhere û aliyên dijber ên parlamentoyê, dijberên yasayî dest pê dikin li gor bendên destûra Iraqê mameleyê bi dana bawerî û standina wê ji hikûmetê bikin.

Rast e, dibe ku li parlamentoyê bawerî ji wan nehatibe standin, lê ku kabîneya Adil Ebdilmehdî were bîra te, hat neçarkirin dest ji kar bikişîne.

Robert Ford: Erê, wisa ye.

 Dîsa li ser egera pêkanîna hikûmeteke bi vî rengî, li gor te, di aliyê dabînkirina aramî û ewlekariya welêt de, dehfdana Malikî û nîvê mîlîsên ser bi Îranê bo derveyî desthilatê, ramaneke zîrek dibe?

Robert Ford: Bê guman ev dibe astengiyeke cidî. Bingeha astengiyê jî têkildarî Hevpeymaniya Fethê dibe. Gelo Feth windakirina xwe di hilbijartinan de qebûl dike û gelo razî dibe ku bibe hêzeke dijber ku girêdana wê bi welatê wê ve heye? Pirs ev e. Di heman demê de, ezmûnek ji bo Iraq û hikûmeta wê ye jî li jêr saya destûra ku niha di kar de ye. Bi dîtina min, lihevkirinek di navbera hikûmetê de eger pêk hat û Hevpeymaniya Fethê, dê bi roleke yekalîker rabe li ser vê mijarê. Lihevkirinek ku tê de were zelalkirin çi di programa karê hikûmetê de heye û çi nîne. Wek mînak, eger hikûmet bêje yek û yek û bê rawestan, hemû mîlîsan neçar dike ji bo nehiştina çekan, ev ê gelek pirsgirêkan bi dû xwe de bîne.

Li gor te, ezmûnkirineke bi vî rengî, egera wê heye şer û pevçûnê yan rûbirûbûna çekdarî li welat bi dû xwe de bîne?

Robert Ford: Ev egereke vekirî ye. Ne dûr e. Wek mînak, eger serokwezîrê bê, kî dibe bila bibe, yek û yek fermana çek nehiştina mîlîsan derxe, egera derketina rûbirûna çekdarî li hinek navçeyan pir mezin dibe.

 Erê. Ji bilî van egeran, tirs û dilgiraniyek girêdayî nêta Sedir heye, ku ol û dewletê tevlihev bike û di encamê de, ew bi xwe bibe serkirdê bilind ê olî û siyasî li Iraqê. Heman dilgiraniya te jî heye?

Robert Ford: Ev pirs jî ji bo Iraqiyan e, ne ji bo Amerîkiyekî ku li bajarê Maine-ê rûniştiye. Lê li gor ezmûna ku min li Iraqê heye, di dema nivîsandina destûrê de, destûrê ku îro di kar de ye, girîngiyeke zêde bi bicihkirina azadiya takekesî hat dan. Eger hikûmket pabendî wê destûrê be, bi dîtina min, tew eger hikûmet tehm û bêhneke olî jî bide wan, hêj rûbereke berfireh ji bo azadiyên takekesî dimîne. Lewma eger lihevkirinek ji bo rêzgirtina destûrê hebe, ew tirs û dilgiranî kêm dibin.

Pirs jî ev e, gelo ti nîşaneke rêzgirtina wê destûrê heye ku dema xwe bi vî rengî hate nivîsandin?

Robert Ford: Ev pirseke pir baş û pir girîng e jî. Eşkere ye di hin deman de destûr hate binpêkirin. Wek mînak rojnamevan hatine zindankirin, tevî ku destûr pir bi zelalî qala azadiya raderbirînê dike. Bi nerîna min, mikurhatineke nû ji aliyê hikûmeta Bexdayê ku rêza hemî bingeh û bendên destûrê digire, ji pêşveçûnê re dibe alîkar.

Gava tu li reftara îro ya Bexda bi Herêma Kurdistanê re temaşe dikî, wek mînak dema tu dibînî aliyê Iraqî her cîbicîkirina Madeya 140ê ya destûrê cidî wernagire. Eger tu bidî ber hev bi piştî 2003 gava Kurdistan û serkirdên Kurdistanî li Bexdayê pir bihêztir bûn, tu çi dibînî, tu statûya îro ya Kurdistanê li Bexdayê çawa dinirxînî?

Robert Ford: Berî her tiştî, hewce dike ez bêjim ku Amerîka, ez jî di nav de, me di salên 2004 û 2005an de çewtiyeke mezin kir dema me wek pêwîst hegemoniya xwe ji bo cîbicîkirina Madeya 140ê bikar neanî. Ev nayê wateya ku ew mijar pirsgirêkek bû da Amerîkî çareser bikin. Bê guman pirsgirêkeke Iraqî bû ku pêwîst bû Iraqî bi xwe wê çareser bikin. Lê wê demê hegemonî û bandora me hebû. Lê me ew hegemonî û bandora xwe nexebitand. Lewma ez dixwazim ji temaşevanan re bêjim ku Amerîkî jî çewtiyan dikin. Bila ev li bîra wan be dema ez gotinên din jî dibêjim. Têkildarî rola partiyên siyasî yên Kurdî li Bexdayê, bi baweriya min, îro jî di 2021ê û di 2022yan de, hêj roleke wan a pir pir girîng heye. Me niha bi we re qala pêkanîna hikûmeteke nû li Bexdayê dikir; serokkomarekî nû, serokwezîrekî nû, serokekî nû yê parlamentoyê û kabîneyeke nû. Di vê çarçoveyê de, roleke pir mezin a partiyên Kurdî di pêkanîna piraniya parlamentoyê de ji bo avêtina her gavekê heye. Dengê wan yekalîker e ji bo bidestxistina 2 li ser 3yê parlamentoyê ji bo hilbijartina serokkomar. Ligel piraniya parlamentoyê ji bo dana baweriyê bo serokwezîr û kabîneya wî. Ango, niha jî hegemonî û bandoreke wan a mezin heye. Xala duyem ku dixwazim li ser vê mijarê bêjim, têkildarî wan kesayetên Kurd e ku beşdarî hikûmetê dibin li Iraqê. Li ser asta takekesî jî dikarin bandoreke mezin li ser diyarkirina siyaseta hikûmetê li Bexdayê bikin. Wek mînak Fûad Hisên wezîrê derve ye. Hebûna kesayeteke wek wî di posta wezîrê derve de dikare karekî bike dengê Kurdan bigihe Civata Wezîran û dengvedana wî dengî di danîna siyaseta derve ya Iraqê de hebe. Li gor min, ev tiştekî qenc û girîng e.

Te qala kesayetan kir, madem wisa ye bila ez jî pirseke dostane ji te bikim! Di navbera me de be…di nav serkirdên Kurdistanî de tu kîjanî kêrhatîtir dibînî daku bikare wek serokkomarê nû yê Iraqê bi wê rola bandorker rabe ku tu qal dikî.

Robert Ford: Bê guman ez navê kesî ji wan nabêjim. Ez qet tiştekî wisa nakim. Dostên min li Kurdistanê gelekî zêde ne. Lê ez dikarim vê bêjim ku bi dîtina min, gelek kesayet li Kurdistana Iraqê hene ku di danûstandin û rêvebirina hikûmetê de xwedî tecrûbe ne. Herwiha li ser asta navdewletî jî cihê rêzgirtinê ne. Ji ber ku serkird û dîplomatkarên biyanî nas dikin û bi navûdeng in. Lewma gelek bijare hene da ku yek ji wan were hilbijartin. Lê pêwîst e ez vê jî bêjim ku, piştî ku erkê min li Iraqê qediya û heya îro 15 sal derbas bûne. Niha nifşekî nû li Iraqê heye. Bi heman awayî nifşekî nû li Kurdistana Iraqê jî heye. Pir girîng e ku ev nifşê nû jî rê ji xwe re veke da ku bigihe pileyên desthilatdariyê. Wek mînak, min piştî pêkanîna erkên xwe, xwe xanenişîn kir. Niha dîplomatkarên ciwan ên Amerîkî şûna min girtine. Ev tiştekî pir baş e.

Dîsa li ser statûya Kurdistanê li Bexdayê. Pêwîst e partiyên Kurdistanî çi bikin?

Robert Ford: Bi baweriya min, gava yekem û ji hemûyan girîngtir ew e ku peyamenk di navbera wan de hebe. Di wê peymanê de, zelal be ka çi tişt ji hemûyan baştir e ji bo Kurdistana Iraqê û berjewendiya Hewlêrê di kîjan reftarê de ye ku bi Bexdayê re bike. Eger rêkeftineke bi vî rengî di navbera parlamenterên Kurd li Bexdayê hebe, dê bibe bingeha destpêkeke qenc. Tenê piştî vê dikarin danûstandinê bi aliyên din re bikin da ku xwestekên xwe di siyaseta hikûmeta niştimanî ya Iraqê de bicih bikin. Siyaseta navxwe dibe yan ya derve.

Niha bila em qala geşta te ya dawî ji bo Kurdistanê bikin. Hûn berî çend hefteyan li vir bûn. Hinekî qala serdana xwe ji min re bike. We li Kurdistanê çi dît û hest bi çi kir?

Robert Ford: Ez ji bo beşdariya di Dîdara Zanîngeha Amerîkî li Dihokê hatibûm vexwendin. Bi dirêjiya temenê min, ev geşta min a yekem ji bo Dihokê bû. Dihok ne tê de, min berê serdana hemû parêzgehên Iraqê kiribû. Ez sersam bûm gava min dît bajarekî mezin e. Gelek dikan, bazar û xwaringeh lê hene. Hemû jî pir qelebalix in. Ya rast, min dîtina vê yekê nedipa. Asta jiyanxweşiyê li Dihokê ji ya ku min pêşbînî dikir zêdetir bû. Min çend roj li wir derbas kirin. Lê mijarek heye ku dixwazim behs bikim. Her çiqasî eger heye beşekê ji temaşevanên we dilgiran jî bike. Min têbînî kir, gava ez derdiketim û diçûm xwaringehan ji bo xwarinê, min dît ku piraniya ciwanên Dihokê bi erebî nizanin. Ez jî bi kurdî nizanim. Ez dixwazim bêjim ku çawa Kurdistana Iraqê dikare bibe parçeyek ji Iraqê û di siberoja demdûr de tevlî civaka Iraqî bibe, eger bi zimanê erebî nizanibin. Dibe ku ji bo şêniyên Bexda, Besra, Necef û Rumadî pêwîst be beşek ji wan fêrî kurdî bibin, lê ji bo şêniyên Kurdistanê pêwîst hemî fêrî erebî bibin. Li gor min, eger zimanekî hevbeş yê hemû şêniyên welatekî nebe da ku ji hev fêm bikin, ev ê bargiraniyê bi dû xwe de bîne. Keneda mînakeke pir serkeftî ye. Wek mînak, Herêma Quebec (kîwbîk) bûye beşek ji Kenedayê û tevlî civakê bûye. Di encama vê de, fransî bû zimanê duyem li Kenedayê, lê rûniştîyên Kenedayê bi ingilîzî dipeyivin û şêniyên Herêma Quebec (kîwbîk) jî bi heman awayî xwe fêrî ingilîzî dikin. Li beramberî vê jî, beşek ji Kenediyan fransî dizanin, xwe fêr kirine, wek mînak dîplomatkarên Kenedî, tevî ingilîzî bi fransî jî dipeyivin. Ev tiştek bû ku min dît û wiha li min kir ez bifikirim, bêjim ez pirsgirêkekê ji bo siberojê dibînim. Piştre, ez çûm Hewlêrê û ez pir bi wê tevgera zêde ku min li wir dît sersam bûm. Min hin kes nas kirin ku biznisên biçûk damezrandibûn. Projeyek bi hevahengî di navbera hikûmeta herêma kurdî ya Iraqê û Yekîtiya Ewropayê de ji bo maldarkirina karsazên ciwan heye. Bi mebesta ku ew gencên karsaz biznisên xwe berfireh bikin û biserkevin. Gava min serdana wan kir, pêşangeheka wan li Jûra Bazirganî ya Hewlêrê hebû. Li wir çavê min bi wan ket.

 Li ser têbîniya ku te li ser şêniyên Dihok, Hewlêr yan Silêmaniyê hebû, ku tu dibêjî bi erebî nizanin û tu dipirsî çawa Herêma Kurdistanê dikare bibe beşek ji Iraqê û di nav de bipeşêfe, eger şêniyên wê bi erebî nizanibin. Bi dîtina te, pirsa te bi xwe rastiyekê nîşan nade ku berî sedsalî gava ev ax û welatê Kurdan bi kotekî bi Iraqê ve hate zeliqandin, ev sedsal e ew proje neçûye serî û Kurdistan nebûye beşek ji Iraqê?

Robert Ford: Bê guman wisa ye. Encama referandûma serxwebûnê jî ku sala 2017an hat kirin pir bi zelalî ev yek nîşan da. Lê di heman demê de, min herdem ji hevalên xwe yên Kurdên Iraqê re gotiye ku serxwebûn bêyî danûstandin pir dijwar e. Ji vê dijwartir jî ew e ku aliyên danûstandinê ne Bexda û Hewlêr tenê ne. Bila em realîst bin. Welatên wek Îran û Tirkiyê xwe dikin beşek ji proseyê. Eger ez vekirî ji we re bêjim, ez ne di wê baweriyê de me ku serxwebûn ji Kurdan re ne sibe, ne hefteya bê û ne meha bê jî bi cih were. Gelê Kurd dostê min e û ez pir pê sersam im. Lewma jî ji wan re dibêjim ji bo siberoja nêzîk û siberoja navîn, hebûna peymanekê bi Bexdayê re ku mafê xwerêvebirina berfireh bide Kurdan di warê aborî û îdareya xwecihî de, bijareya herî baş e. Di vê bijareyê de jî, têkiliya we bi navçeyên din ên Iraqê re dibe û ji bo vê têkiliyê jî çêtir e ku zimanekî we yê hevbeş hebe hûn pê biaxivin.

 Bila em herin ser mijara Sûriyê. Çend rojan piştî destnîşankirina we wek balyozê Amerîka li Sûriyê, sala 2011an, şêniyên Sûriyê serî hildan û te nikaribû erka xwe berdewam bike, tu neçar bûyî ji Sûriyê bar bikî. Niha tu dibêjî Esed karî di desthilatê de bimîne û ti bijareyek li pêşber welatên cînar nîne, ji bilî mamelekirina bi wî re. Li gor vê yekê, gelo pêkutiya Amerîka li ser rakirina Esed ji ser desthilatê, karek e û dikare bibe rastî, yan tenê gotineke wek berpirsiyariyeke exlaqî ya Amerîka?

Robert Ford: Berî her tiştî, divê ez bêjim ku ez dilgiran im şerê navxwe bi vî awayî li Sûriyê belav bû. Tiştê ku me dît trajediyeke mirovî ya mezin bû. Nîvê şêniyên Sûriyê neçar bûn terka welatê xwe bidin. Bîne ber çavê xwe! Nîvê şêniyên wê. Bê guman ev cihê dilgiraniya min e. Mana Beşar Esed jî dîsa cihê dilgiraniya min e, xasma ku ti reformek nehatiye kirin, lê rastî rastî ye û tu nikarî wê biguherî. Amerîka ne amade ye leşkerên xwe bişîne Şamê da ku Esed ji ser desthilatê rakin. Careke din ezmûna 2003 a Bexdayê dubare nabe. Ango, welatên cînarên Sûriyê, Iraq jî di nav de, pêwîst e rêyekê bibînin ji bo gihiştina bi peymanekê bi hikûmeta Şamê re, li ser bingeha berjewendiya hevbeş. Wek mînak li hev bikin çawa bi hev re rûbirûyî terorê bibin. Vê pirsgirêkê pêsîra herduyan girtiye. Ev jî li ser milê min e ku ez ji hevalên xwe yên Iraqî re bêjim ku li xwe miqate bin gava danûstandinê bi Beşar Esed re bikin, çimkî Esed ne kesekî dirist e.

Baş e, bila em hinekî qala Rojavayê Kurdistanê jî bikin. Tu bi xwe dizanî Rojavayê Kurdistanê û tew hebûna Kurdan li Sûriyê heya niha ti mikurhatineke wê ya yasayî û destûrî li wî welatî nîne. Di vê çarçoveyê de ku tu temaşe dikî, tu çi li ser çarenivîsa Kurdan li Sûriyê dibînî?   

Robert Ford: Rewşeke pir dijwar e, herî dijwar e. Bi rastî rewşa îro ya Rojava û navçeya xwerêveberiyê bi giştî, ne zêde cuda ye ji rewşa 95, 96 û 97ê ya Kurdistana Iraqê. Wê demê, parastineke esmanî ya Amerîkî ji bo Kurdistana Iraqê hebû û bi saya vê yekê hikûmetên Hewlêr û Silêmaniyê geş bûn. Îro jî li Sûriyê heman tişt li navçeyên jêr desthilata Rêveberiya Xweser heye. Lê tiştê ku dilfikariyê li ba min çêdike ew e ku Amerîkî heta hetayê li Sûriyê namînin. Hevdem Amerîkî Beşar Esed ranakin ji ser desthilatê bi rêya bikaranîna hêzê, wek ku me sala 2003an li Iraqê li dijî Sedam Hisên kir. Cuda ye. Li vir ezmûn ji hev cuda dibin. Li ser bingeha cudahiya ku di xwezaya şert û mercan de heye jî, çarenivîsa Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê cuda dibe. Siyaseta Amerîka li Sûriyê cuda ye. Lewma, encam jî ji bo Kurdên Sûriyê cuda dibin. Lewma, bi dîtina min, pêwîst e ew jî rêyekê ji bo gihiştina rêkeftinekê bi hikûmeta Şamê re bibînin. Gelo ev karekî hêsan dibe? Na! Pir dijwar dibe. Gelo, xwerêvebiriya ku wan niha heye û kontrola wan ku li ser navçeyên wan heye dê bimîne? Bi ihtîmaleke mezin, na, qet nebe di destpêkê de. Li gor min, di siberoja nêzîk de tiştê pir girîng e bikin, ew e hewl bidin mikurhatinekê bidest bixin ji bo bikaranîna zimanê kurdî, wek mînak. Yan bidestxistina mafê welatîbûnê ji bo şêniyên wê deverê bi awayekî ku di maf de wek şêniyên din ên Sûriyê bin. Mafê wan ê binavkirina milkan hebe, mafê wan ê wergirtina paseportê hebe, mafê wan ê damezrandina biznis û rêvebirinê hebe, wek hemû Sûriyên din. Tu bi xwe dizanî, gelek cudakarî derheqê civaka kurdî li Sûriyê bi dehan sal hebû, li jêr desthilata Beisê û tew berê Beisê jî. Bi nêrîna min, eger pêşî tenê mikurhatin bi destê wan keve wek welatiyên wekhev, ev pêngavek e. Gelo ev destkefteke mezin e? Na! Lê rastî ew e ku ez çaverê nakim Amerîkî heta hetayê li wir bimînin. Divê ez eşkere bim û rastiyê ji hevalên xwe re bêjim.

Baş e, ne heta hetayê, lê qet nebe heya dema ku Kurd li Sûriyê bigihin cûrekî ji mikurhatina destûrî û bidestxistina mafên xwe, li gor te, dê Amerîka wê parastin û aramiyê ji wan re dabîn bike ku di salên 90an de ji Kurdên Iraqê re dabîn dikir?

Robert Ford: Na! Na! ez bawer nakim. Ez bawer nakim Esed ti carî qayîl bibe ji bo sererastkirina destûrê ku guhertinên mezin bîne holê. Divê rastî çawa ye em bêjin. Hewldanên Neteweyên Yekbûyî di vî warî de, bi serkirdatiya Geir Pedersen û berê jî bi serkirdatiya Stefan de Mistura bê encam bûn. Sifir encam! Tê bîra te, Donald Trump hewl da leşkerên Amerîka bi temamî ji Sûriyê bikişîne. Niha Joe Biden leşkerên xwe li wir hiştine, lê siyaseta Amerîka derbarê mana wan ne zêde zelal e. Piraniya nûnerên Demokratxwaz li Kongresa Amerîkayê meha Îlonê deng li ser dariştina planekê dan ji bo vekişîna dawî ya hemî hêzên Amerîkî ji Sûriyê. Rast e demek diyar nekirine, lê ji hikûmetê re dibêjin pêwîst e demekê destnîşan bike û stratejiya wê zelal be ji bo vekişîna temamî ji Sûriyê.

Wek pirsa dawî, ez dixwazim li ser danûstandina kurdî-kurdî li Rojava, di navbera PYD û ENKSê de pirsekê ji we bikim. Wek tu bi xwe jî dizanî, heya niha ti encameke wê ya erênî nebû. Di heman demê de, hebûn û destwerdana PKKê li navçeyê bûye cihê pirsyara welat û sazî û dezgehên navdewletî. Tu çi rêçareyekê ji bo Rojava dibînî, da ku bikare zora van hemî astengiyan bibe.

Robert Ford: Ez ê di vê mijarê de jî pir vekirî û eşkere bipeyivim. Gelek pirsyar li ser PYDê wek partiyeke siyasî û YPGê wek baskê wê yê çekdarî hene, têkildarî helwesta wan li ser azadiya siyasî û azadiya dijberiyê. Hema berî çend rojan ofîsa partiyekê ji partiyên siyasî yên kurdî li navçeya Rêveberiya Xweser hat şewitandin. Eger nikaribin partiyên siyasî yên din qebûl bikin, yekkirina rêzên wan dibe karekî dijwar. Divê ez vê jî bêjim ku hebûna derzê di nav rêzan de, ji hikûmeta Şamê re dibe derfetek ku zû yan dereng sûdê jê werdigire. Bi baweriya min, ev çewtiyeke tektîkî ye ku PYDê û baskê wê yê çekdarî dikin.

Gelo ev siyaseta PYDê bi xwe ye yan PKKê bi wan dide kirin?

Robert Ford: Tu dizanî çawa ye?! Ev ne girîng e. Ji ber kesên ku wê siyasetê cîbicî dikin kesên Sûrî ne û bi yekîneyên din ên PKKê re dixebitin. Eger kesayetên Sûrî di nav PYDê de nikaribin zora wê hêlê bibin ku wan karan dikin, divê beşekê ji berpirsiyariyê hilgirin.

Balyozê rêzdar Ford, zor spas ji bo beşdariya te bi me re ji bajarê Maine-ê. Ez hêvîdar im ku Hewlêr we ji afirandinên xwe di warê teknolojiyê de bêpar neke û beşekê bişîne bajarê we. Da ku baştirîn înterneta we jî hebe û em jî li vir dîmena we bi kalîteyeke çêtir bibînin, di programa bê de.

Robert Ford: Teknolojî tenê ne bes e. Pêwîstiya me bi biznisa înternetê jî dibe. Kesên we yên pir jêhatî li Hewlêrê hene ku wî karî dikin. Ez pîrozbahiyê li we dikim.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin