Rêber Ehmed: Li Efrînê birrîna daran ji bo komerê bûye bazargeh

Rêber Ehmed: Li Efrînê birrîna daran ji bo komerê bûye bazargeh

.

A+A-

Birîna darên zeytûnan li Efrînê ji aliyê çekdaran û Erebên hawîrde ve êdî bûye karekî rojane. Berpirsê Rêxistina Peyva Me Rêber Ehmed ragihand ku birîna darûberên Efrînê bi awayekî sîtematîk û pilankirî çêdibe û got “Li Efrînê birrîna daran ji bo komerê bûye bazargeh.”

Deryaçeya bendava gundê Meydankê li nahiyeya Şera ya Efrînê beriya dagîrkirina Efrînê, hawirdora deryaçeyê daristanan bû, lê niha rût diyar dibe.

Grûpên çekdar û Erebên hawirde birîna darzeytûnên cotyarên Kurd û darûberên daristanan zêde kirine,

Herî dawî, li gor Tora Çlakvanên Efrînê 50 darzeytûn li gundê Barava li heman nahiyeya Şera hatine birîn

Ew darzeytûnên hevwelatî Mistefa Yasîn û birayên wî ne. Li ser destê çekdarên grûpa el-Nuxbe hatine birrîn. Fermandarê wê grûpê bi navê Xityar tê naskirin.

Rêber Ehmed, berpirsê Rêxistina peyva me, ku xelkê herêma Efrînê ye, xwest ji nav siruşteke nêzî ya Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa birîna darûberên herêma xwe bike

Berpirsê Rêxistina Peyva Me Rêber Ehmed got "Daristanên Çiyayê Kurmênc bi rengekî rêbazkirî armanckirî ne. Niha li Çiyayê Kurmênc ti daristan nema. Piştî daristan nema, dest bi dar û baxçeyên xelkê kirin. Niha ew jî ji aliyê milîsên li Efrînê hatine armanckirin. Ji bo çi daran dibirin? Ji bo ku niha dikin komer û dikin wek bazargehek û vê komera li Efrînê çêkirine derdixin derveyî Efrînê. Em dikarin bibêjin ne daristan man, ne şûnwar li Efrînê man, ne kevir man, ne mirov man ne jî kes man. Xwestekeke me heye em bang li hemû cîhanê dikin, dewletên Ereban û Netewên Yekbûyî dikin ku sînorek ji van karan re deynin."

Naverasta meha Tebaxa borî, Rûdawê dîmenên birîna darûberên derdora deryaçeya Meydankê belav kiribûn. Di dîmenan de, diyar dibû ku hejmarek çekdar û Erebên hawirde bi birekên elektirîkî darûberan dibirin û li barhilgirekê bar dikin.

Di hefteya borî de, grûpên çekdar 65 darzeytûn li gundê Heyama û 132 darzeytûn li nahiyeya Mabata birîbûn. Herwiha hejmarek darbehîv li her du gundan birîbûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin