Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

Rastî Çawa Tê Afirandin?

A+A-

Maruf YILMAZ, Doktoremend, lêkolîner, nivîskar

Ma mirov dikare ji dijminên xwe hez bike?

Rastî ev e ku meriv bihizre, hebe, ji hebûnê pêk tê. Tiştê ku em di cîhana hestê de fêr dibin, nayê gotin zanîna rastiyê. Ji bo Platon, rastî tiştek ebedî û neguherbar e. Mehdî ZANA koça dawî kir. Lê em hemû dizanin ku Mehdî ZANA dijî. Nûçeyeka derewîn hat belav kirin û gihîşte hezaran.  Ev nûçeya plankirî ji alîyê dijminê me kurdan ve hatiye plankirin.

Mehdî ZANA afirînerê rastiya xwe ye. Ma hûn dizanin ku Mehdî ZANA afirandina xwe ye?

Ez dubare dikim. Mehdî ZANA afirînerê rastiya xwe ye. Mehdî ZANA xwediyê xwe ye. Mehdî ZANA mêrê xas e.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 Mehdî ZANA  Firat CEWERΠ Maruf YILMAZ

Zanîn bi rêya aqil tê bidestxistin. Zanîn bi ramana ferd û pêşfêrkirina wî/wê rengîn dibe.

 

Em dê çawan agahdariyan berhev bikin? Ev bi helwesta epîstemolojîkê ve girêdayî ye. Ji bo berhevkirina agahdariyan, em metodên cûda bikar tînin, kîjan metod baştir e? Zanîn bi hest û mantiqê tê bidestxistin, li vir tê bawerkirin ku zanîna rast û teqez heye.

Mînak; xwendekarên Zanîngehên Swêdî dixwînin û dûvre her tişt dinivîsînin, da ku kesekî/keseka din derfet hebe ku lêkolînê dîsan bike û heman encaman bi dest bixe.

Zanîn çi ye? Zanina çawan têgihiştin? Çi rast e?

Ontolojîya me bandorê li bersîva pirsê dike.

 

Heke pêwendiyeka me ya gumanbar bi zanînê re hebe, ev tê wê wateyê ku em îhtîmala zanîn û zanîna rastîn ji holê radikin. Bi dîtina min, ne mimkûn e ku mirov her cûre piştrastiyekê dest bixe, da ku mirov bawer bike ku dîtina mirovî/mirovê rast e. Ti sedemek ku merov ji tiştekî bawer bike, herçend baş xuya bike jî, hin rastiyên mutleq ên li derve û ji mijarên serbixwe ne. Mebesta min jî ew e ku nirxa rastiyê ya gotinê ji hêla takekesî, subjektîvîzm an jî relativîzma çandî ve tê dayîn. Yanî ne mimkûn e ku rastiyê ji baweriyê bi tevahî veqetîne. Peyvên subjektîf û objektîfê li ser cûdahiya di navbera rastiya hundurîn û derveyî de ne. Têgihîştina subjektîfê kesane ye, ew li ser wê yekê ye ku tiştek çawa tê jiyîn. Rastiya objektîv li ser wê yekê ye ku çawa tiştek berevajî wê yekê ku hin tişt ji têgihîştina meya kesane serbixwe ne, hene.

Têgîna "subjektê" tê wateya tiştê ku ezmûn dike. Bi gelemperî ezmûneka mirovî ku niha dijî.

Peyva objektê, her tiştê ku dikare were jiyîn (mînak, tiştekî/ tiştan) vedibêje.

Ez dixwazim li vir gotina xwe bînim ser exlaqê. Çar modelên exlaqî çi ne?

1. Etîka erkê

2. Etîka encamê

3. Etîka fezîletê

4. Etîka hizirkirinê

 Ehlaq an moral li ser başî û xerabiyê, rast û nerastiyê ye. Girîng e ku li gorî qanûnên qanûnî çi rast û ne rast e ji hev cuda bikin.

 

Ez sê pirsên sereke yên felsefeya exlaqî çi ne ji xwe dipirsin?

Divê mirov li civakê çawan tevbigere, bijî?

Çi rast e?

Ji bo xatirê xwe yan bi serê xwe çi bi qîmet e?

Hizra min ev e ku ehlaq ji qaîdeyên ku em ê hemû li hev bikin da ku em ji pevçûnan dûr bikevin û hevkariyek bi sûdmend ji hev re peyda bikin.

Hizra bingehîn ew e ku hemû mirov dixwazin li gorî berjewendiyên xwe jiyaneka baş bijîn. Berjewendiyên mirov çi dibin bila bibin, ev ne mimkûn e ku têr bibin. Hevkariya aştiyane ya bi yên din re hewce dike ku em çawa li hember hev tevdigerin. Exlaq ji qaîdeyên ku ji bo bidestxistina feydeyên aştî û hevkariyê pêwîst in.

 

Ma mirov dikare ji dijminên xwe hez bike? Hezkirina min ji dijminan tê çi wateyê?

Çima hezkirina min ji bo dijminan e? Ez ji dijminên xwe yên hundirîn hez dikim ji ber ku ew hov û nezan in.

Ez ji we re dibêjim ji dijminên xwe hez bikin, yên ku nifiran li we dikin pîroz bikin, ji yên ku ji we nefret dikin re qenciyê bikin û yên ku kîn û zilmê li we dikin dua bikin.

Çima em ji dijminên xwe hez bikin? Ji ber ku hezkirin dikare dijmin biguherîne. Ma gelo em li dijî dijminên xwe şer bikin? Bi ya min ”na”. Îsa şagirtên xwe hîn kir ku neçin şerê dijminên xwe. Îslam ola şîdetê ye. Aştî, ew e ku kes guleyan neteqîne. Di şer de serkeftin tune ye, ji vê yekê girîngtirîn rêxistinkirina aştiyê ye. Aştiyeka xerab ji şer jî xerabtir e. Aştiya rastîn ne tenê nebûna pevçûnê ye; hebûna edaletê ye.

04.01.2023

Stockholm

Maruf YILMAZ

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Bu yazı toplam 203 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar