Raport eşkere kir ku Kemal Kurkut hedef hatiye girtin

Raport eşkere kir ku Kemal Kurkut hedef hatiye girtin

5emnîn danişîna doza Kemal Kurkutî ku di Newroza 2017an de ji laiyê polêsan ve hatibû kuştin di 7emîn Dadgeha Giran a Amedê encam da.

A+A-

Di danişîna berê de da ku zelal bibe guleya ku Kurkut kuşt ji kîjan çekî derketiye raportek ji Buroya Krîmînal hatibû xwestin. Raport gihişte dadgehê.

Li gor raportê guleya ku Kurkut kuştî, ne guleyeke pekiyayî ye bes Polêsê bi navê Yakup Ş. ew rasterast hedef girtiye û ew kuştiye. Di raportê de hat tekezkirin ku Yakup Ş. kiryarê vê bûyerê ye. Ev raport gotara Yakup Ş. ku gotibû 'Min ber erdê ve gule berdanbû' derewand.

Lê digel vê raportê jî daxwaza girtina Yakup Ş. hat redkirin.

Herwiha di danişînê de derkete holê ku pişkinîna edlî jî ji ser polês Yakup Ş, ji aliyê dadgehê ve hatiye rakirin.

Danişîna bêyî bo 30ê Gulanê hat taloxkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin