RAPIRSÎ - Dengên Tifaqa Cumhur kêm dibin

RAPIRSÎ - Dengên Tifaqa Cumhur kêm dibin

.

A+A-

 Li gor rapirsiya Lêkolîna Areayê ku li hejmareke bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk aniye, dengên Tifaqa Cumhur %9 daketine û dengên Tifaqa Millet %7 zêde bûne.

Lêkolîna Area, encamên lêkolîna li bajarên Stanbol, Tekirdag, Îzmîr, Bursa, Enqere, Edene, Kayserî, Samsun, Trabzon, Erzerom, Meletî û Amedê bi beşdariya 2 hezar kesan kiribû eşkere kir.

Di rapirsiyê de ji beşdaran, “Eger îro hilbijarinên parlamentoyê bên kirin, hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hat pirsîn.

Li gor bersivan piştî rêjeya kesên bêbiryar li ser dengan hatin belavkirin, encam wiha derketin:

AKP: %30.5

CHP: %27.2

ÎYÎ Partî: %15.8

HDP: %10

MHP: %9

Partiya DEVA: %4

Ên din: %3.5

Dîsa li gor encaman, %70yî xelkê siyaseta hikûmetê ya aboriyê serkeftî nabînin û %55 jî sîstema hikûmeta serokkomariyê jî serkeftî nabînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin