Qatilê şehîd Hucam Sûrçî hat kuştin

Qatilê şehîd Hucam Sûrçî hat kuştin

Hat zanîn ku ew çekdarê DAIŞê yê ku serê Pêşmerge Hucam Sûrçî jêkiribû,ji aliyê çekdarekî kurd ê DAIŞê ve hatiye kuştin.

A+A-

Jêderekî taybet li Mûsilê ji Rûdawê re got, ew çekdarê ku îro ji qatilê şehîd Hucam Sûrçî re kemîn danîbû û kuştibû, çekdarekî kurd ê DAIŞê bûye.

Li gorî wî jêderî, wî çekdarê kurd ê DAIŞê li nav bajarê Mûsilê kemîn ji qatilê şehîd Hucam re danîbû û kuştibû.
Ew çekdarê DAIŞê yê ku Hucam Sûrçî şehîd kiribû, kurd bû û navê wê jî Muwefeq Esed Iskender bû.

Li gorî ku di nasnameya wî de hatiye nivîsandin, Iskender ji gundê Elî Şanê yê girêdayî nahiyeya Roviyanê ya Dihokê bû.

Jibilî kujerê Hucam Sûrçî, du birayên wî yên din jî tevlî DAIŞê bûne û her du jî hatine kuştin.

Roja 27ê Çileya îsal, DAIŞê vîdyoyek belav kir ku tê de çekdarekî kurd ê DAIŞê serê Pêşmergeyê kurd Hucam Sûrçî jêdikir. Vê bûyerê di Kurdistan û cîhanê de deng veda.

Ji aliyekî din, jêderekî li Mûsilê îşev ji Rûdawê re got, ti belgeyek li ser kuştina qatilê şehîd Hucam Sûrçî nehatiye dîtin û da zanîn, îro danê êvarê komek çekdarên DAIŞê li mala wî li Mûsilê kom bûne lê nayê zanîn ji bo çi civiyane

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin