Mihemed Hesko

Mihemed Hesko

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Qasimlo..! Simbola Xebata Kurdperwerîyê ye?

A+A-

 

Her pêngavek berve rewşenbîrîyê, pêngaveke berve azadîyê ye? Karl Markis

Mixabin berya çend rojan salvegera şehîdkirina pêşeng û kurdperwerê dilsoz Dr.Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî bû, ku li ser destê nevîyên dijmin û neyarên mirovatîyê zilamên rejîma faşîzima îslamîya Tehranê û bi fermana rûpîs û rîqiêj Xumeynî yê xwînrij di 13.07.1989`an de li bajar Vîyena paytexa welatê Nemsayê hatin terorkirin. Bi vê yekê û bi vê kiryara qirêj ku dûr e ji hemû rewiştên mirovî, dîsa û dîsa nevîyên çanda şovînizmê û ya hovîtîyê nalên hovîtîya xwe biriqandin û kîna dilreşîya xwe bi ser xweşmêrên kurdan de rijandin!

Piştî ketina rejîma Şah Behlewî û serkeftina Xumeynî di sala1979`an de,gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê tûşî zordestîya neteweyî û zordestîya rêolî(mezhebî) bû, zordestîya rêolî dijwartir e ji ber ku ew zordestî ji rêolangeran ve pîroz dibînin, ji ber ku bi fetwaya Xumeynî bû û têde dibêje ku, divê Kurd werin kuştin. Di vir de gotina Can Misilîyê Ferensî tê bîra mirov ku dibêje:``Dawîn Padîşah bi rûvîyên dawîn melle were bidarvebikin``. Ji ber ku herdu rejîman zoredtî û zordarî li Kurdan kirine û ev fetwaya Xumeynî temîya padişahê Farisan Qembîz kurê Koreş ku di sala 522 b.z temîya xwe kirîye.

Mixabin, çiqas îro wek duhînî ye, an duh jî wek îro ye,her û her kînbarî, bêbextî û çavnebarîya li hember mafên gelê kurd û kesatî û serkirideyên Kurdan ne ji niha ve ye, lê belê ev hizra reş û şovînizm ji serdema ketina Împaratorîya Mîdîya sala 550`î b.z û virde vedikşe û bi rengekî gellek zelal di temîya Qembîz kurê Koreş padişzahê Farisan de xuya dibe, ev temîya Qembîz di sala 522 b.z de û di dema ku ji şerê dijî welatê Misrê encamdabû, vedigere û dema dighêje welatê Sûrîyayê, nûçe ya serkeftina kodetaya Mîdîyan bi serokatîya Gawamata dibhîse û Mîdî ji nûve bûne padîşah, vê yekê kir ku Qembîz û tevî ku li ber mirinê bû, lê dîsa ji bêbextî kîndarîya xwe nehat xwar û têde daxawzê ji serkirdeyên digel de dike ku, divê hûn nehêlibin Mîdî bibin padişahê we û eger hûn bi vê yekê razî bibin hûnê heta heta birçî û stûxwar bijîn, eger na hûnê heta heta dewlemend û kêfxweşî bijîn, û eger hûn temîya min bi cihnekin wê nifir û niçirên min heta heta li we bibarin.

Min xwest vê mînak bînim ziman daku wê yekê bêjim ku, du hezar û pêncsed salin her û her helwest û nerîna dijminên gelê Kurd nehatîye guhartin û her xebatkar an sîyasetmedarekî dilsozê kurd wê bibe armanca tîrên wan. Pakrewan Dr.Qasimlo ku derçûyê dibistana Pêşewa Qazî Mihemd e, lawê rêbaza kurdperwerîyê, xwendekarê dîroka bindestîya gelê xwe ye, lewra bû kesatîyeke karîzmî ya berçav û bi şarezayî ya xwe roleke diplomasî girîng li ser asta herêmî û navdewletî dilîst û bi dilsozî û kurdperwerîya xwe bo xwedî bandoreke mezin ne tenê di nava Partî Demukara Kurdistanê- Îran (P.D.K.-Î) de lê belê li di civaka kurdî li Rojhilata Kurdistanê de bi taybetî û li nav gelê Kurd bi giştî, bi hizra xwe ya şoreşgêrî û riftar û rewişta xwe ya mirovhez û mirovdostî bû hêvîyek di dilê gel de,bi xebat xwe ya kurdpewerî û bi tevgera xwe ya bi dilsozî bo gelê Kurd û nerîn û şiroveyên zanistî û dirust bo simbola kurdperwerîyê û herwiha bû hilgirê alaya xebat û rêberê hemû têkoşerên gelê Kurd.

Ji ber van sedeman, nav û dengê Dr. Qasimlo tirseke mezin xistibû dil dijmin û neyarên gelê Kurd, ji ber ku Xumeynî dît ku, ew tê risawkirin û bi rola Dr. Qasimlo heval û dostên gelê Kurd zêdedibin û bextreşîya doza Kurd û bêbextî û rûreşîya rejîma îslamîya Tehranê aşkere dibe û ji ber serkeftin û destkeftinên ku Qasimlo bi destvetîn e, vê yek kir ku Xumeynî û berdestên wî har û çavsor bibin û pilana şehîdkirina Dr. Qasimlo dariştin û bi dek û dolab, bi xapan û xinizîyê tawana xwe encamdan.Lê bila tawankar baş bizanibin ku, nevîyên Keyxwesrew, Gawamata, Nehrî, Şêx Seîd û Hefîd, pêşeng Qazî û Qasimlo wê

pêbendbin bi pêvajoya azadîyê, wê hilgirê xetîrên rizgarîyê bin û wê berdewambin û wê serkêşîya karwanê qurbanîdanê ta roja felatê bikin?

Almanya, 17.07.2020

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar