Qamişlo- Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê bi komcivîna ziman hat pîrozkirin

Qamişlo- Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê bi komcivîna ziman hat pîrozkirin

.

A+A-

Roja Yekşemê, ku Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê ye li Qamişlo ev bîranîn bi komcivîneke xebatê jibo zimanê purdî pêkhat.

Ligor nûçeya WOAyê komcivîn ji alîyê Desteya Perwerdêyê a Rojavayê Kurdistanê hat orgenîzekirin. Komcivîn bi silogana perwerdeya bi zimanê dayikê mafê bingehîn yê hemû gelan e.

Endama komîteya amadekar Menla Emîn ji Dengê Aamarîka re anî ziman ku mebesta wan ji komcivînê ku danasîna mafê perwerdê bi zimanê dayîkê û çawanîya naskirna wê di civaka navnetweyî de.

Di komcivîne de pisor, zimanzan û mafnas li ser asta bakûr û rojhilatê sûrîyê beşdar bûn.

Her wisa mesacên video yên kesayêtin navnetweyî yên hezkir û zimanê kurdî de dixebitin mîna zimanzanê Amarîkî Michael Chyet ku di mesaja xwe de giringîya perwerdeaya bi zimanê dayîkê anî ziman.

Mafansa derfetên pêkanîna erêkirina sîstema perwerdê bi zimanê dayîkê li sûrîyê bi lêkolînên qanûnî beşadr bûn.

Berpirsa OLFTAW an ku komîteya perwerdeya bi zimanê sirîyanî Cozifîn Sewmê got: "Em îro di vê komcivînê de beşdar bûne li gel hemû pêkhateyên din kurd ereb û siryan bi bûneya roja cîhanî a zimanê dayîkê , em weke pêkhate suryan ji mavê meye ku zarokên me perwerdeya xwe bi zimanê sûriyanî bibin, herî kêm li ser asta xwecehîn ku rêbazek xwendinê bi zimanê Sûeiyanî bê dayîn, ji xwe rêbaz hatiye amade kirin li kêlek rêbaza Kurdî û Erebî, em bi hêvîne ku rêbaz bi dawî bibe û zarokên me bi zmanê xwe fêr bibin û buxînin".

Beşdarûna wan di komcivînê de bi mebesta danasîna karîna zimanê siryanî bo perwerdê.

Li alîyekî din serokê desteya perwerdê ya bakur Receb El Mişrif dîyar kir ku ezmûna perwerdeya bi zimanê dayîkê ya bakûrê sûrîyê belgeyea serkeftina vê sîstemê ye, û ew dê bi rengekî dîplomatîk vî mafê bingehîn di destûra sûrîyê ya pêşeroj de biçesibînin .

Hêjaye gotinê ye ku komcîn li ser du qunaxa hat dabeşkirin, ya yekê di mafê herêmî û navneywetî de mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê , di beşa duyem de sîstema bakurd û rojhilatê sûrîyê de perwerdeya pirrzimanî û pirrçandî hat gotobêj kirin

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin