Qamişlo- 6 sazîyên mafê mirovan derbarê binpêkirinên Efrînê daxuyaniyek belavkirin

Qamişlo- 6 sazîyên mafê mirovan derbarê binpêkirinên Efrînê daxuyaniyek belavkirin

.

A+A-

Bi boneya salvegera sêyê ya êrîşa artêşa Tirkîyê ya ser herêma Efrînê şeş dezgeh û komelên hiqûqî û mirovî yên bakur û rojhilata Sûrîyê preskonferansek li dar xist.

Rêvebira komela mafên mirova ya herêma Cizîrê Evîn Cûma di preskonferansê de got ku armanca wan ev e ku binpêkirinên artêşa Tirk û çekdarên bi ser ve ji cîhanê re eşkere bikin.

Parêzeran û mafzanan binpêkirinên ku ji alîyê artêşa Tirk û grubên çekdar yên bi ser ve ji bîragiştî re ragihandin.

Hevserokê Yekîtîya Parêzeran li herêma Cizîrê Şahîn Lalî bang li sazîyên hiqûqî yên navnetewî kir ku fişarê li ser Tirkîyê bike da ku artêşa xwe ji Efrînê vekşîne û rûniştvanên resen vegerin warên xwe.

Hevseroka Yekîtîya Parêzeran Xedîca Îbrahîm jî got ku divê Neteweyên Yekbûyî bi erka xwe yê mirovî û qanûnî rabe. “Kurdên Efrînê rûniştvanên resen yên wê herêmê ne û divê ew vegerin cîh û warên xwe.”

Di daxuyanîya ku ji alîyê komel û sazîyên xwecihî ve hate amade kirin de binpêkirin û kiryarên ku ji alîyê artêşa Tirk û komên çekdar yên bi ser wê ve hatine eşkere kirin.

- % 80 rûniştvanên Efrînî derbider û penaber bûn.

- 400 hezar malbatên ji deverên din yên Sûrîyê ji alîyê grubên çekdar û artêşa Tirkîyê ve li Efrînê hatin bi cîh kirin.

- Di sala 2018a’n de 498 sivîl jîyanên xwe ji dest dan û 696 sivîl jî birîndar bûn.

- Di sala 2019an de 6000 sivîl ji alîyê çekdaran ve hatine revandin û heta niha rewşa 300 sivîl ne dîyar e. Piranîya sivîlên hatine berdan, bi fidye hatine berdan û 54 sivîl divbin êşkencê de jîyanên xwe ji dest dane.

- Ji 2020’an û heyanî 2021’an 58 sivîl jîyanên xwe ji dest dane, 67 jin hatine revandin û destdirêjîya sêksî li wan hatine kirin.

Di berdewamîya daxuîyaniay de hate raghandin ku:

- 315000 dar hatine birîn û 11000 dar jî hatin şewtandin, herwiha 10 hezar hektar ji zevîyan hatin şewitandin.

- 28 şûnwarên dîrokî hatin rûxandin û dizî lê çêbûne.

- 15 cihên olî yên Êzîdîyan, Xirîstyan û Alevîyan hatin rûxandin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin