PSK: BIJÎ 8Ê ADARÊ

PSK: BIJÎ 8Ê ADARÊ

Bi hilkefta 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Partîya Sosyalîst a Kurdistanê peyamek belav kir û 8ê Adarê pîroz kir:

A+A-

"Bijî 8ê Adarê!

Jinên Tekoşer û Cangoriyên Kurdistanê,

Îro di seranserê dinyayê da jin derdikevine kuçe û kolan û qadan, daku daxwezên xwe giştî û yên taybetî rabigihinin.

Jinên cihanê di 8’ê Adarê Roja Xebat û Hevkariya Jinên Zahmetkêş a Navnetewi da çalakiyên cur bi cur encam didin, daku daxwazên xwe yên rewa bigihinin guhê karbidestan û birûrayê gişti.

Jinên xebatkar û zahmetkeşên Kurdistanê,

Ku sibê derketî kuçe û kolanan;

Daxwaza wekheviyê bike,

Daxwaz bike, ku jin êdi nekevine êrîşên cinsi,

Bi hevra dengê xwe dijî tundutijiyê mêr û dewletê bilind bike,

Li hemberê sîstema mêrsalariyê derkeve û daxwaza wekheviyê di hemu waran da bike,

Dijî şer û pêvçûn, militarizê kirina welatê xwe derkeve,

Ji PKK bixwaze ku agirbest rabigihine,

Ji dewlet bixwaze, ku dev jê operasyona leşkeri û çêkirina bingehên serbazî berde, rê ji bona çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalogê veke, dijmintî û siyaseta êrîşger berde û rêz li vîna perçeyên dinê Kurdistanê bigre û ligel wan pêyvendiyên baş deyne.

 

Xwişk û daykên gedirbilind,

Sala 2019 Sala Zimanê Zikmaki ya Navnetewi ye.

Di çalakiyên 8’ê Adarê da dijî zordariya li ser ziman û çanda Kurdî derkeve.

Sibê daxwaz bike ku bi hemu zaraveyên xwe ve zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde û fermiyê.

Bi henceta 8’ê Adarê va, em carekî dinê ji we daxwaz dikin, ku di hemu jiyanê da zarokên xwe bi ziman û çanda me ya şirin perwerde bikin.

Em 8’ê Adarê li jinên seranserê cihanê, li daykên şehîdan, li jinan, ku ji ber bir û baweriya xwe di zindanê da ne, li Pêşmergeyên jin pîroz dikin.

Bijî Xebata Jinên Kurdistanê Ji Bona Aşitî, Azadî û Wekheviyê!

Bijî 8ê Adarê!"

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin