Prof. Brendan O'Leary: PKKê nekarî derbarê Rojava de biryar bide

Prof. Brendan O'Leary: PKKê nekarî derbarê Rojava de biryar bide

Malpera Rûdawê hevpeyvîneke balkeş li gel pisporê zanista sîyasî ye li zanîngeha Pennsylvania Prof. Brendan O'Leary kir.

A+A-

Hevpeyvîna Hêvîdar Zanaya ji malpera Rûdawê ya li gel Prof. Brendan O'Leary wiha ye:

Prof. Brendan O'Leary dibêje, “PKKê nekarî derbarê Rojava de biryar bide” û tekez dike, “Derfeta serxwebûnê bo Kurdan li Sûrîyê û Iraqê peyda dibe ji ber ku herdu welat pir nearam in.”

Prof. Brendan O'Leary, pisporê zanista sîyasî ye li zanîngeha Pennsylvania li Amerîka û şarezayê karûbarên Kurd e. Ew ji nêzîk ve çavdêrîya doza Kurd li hemû beşên Kurdistanê dike.

Bi saya şîrovekirina wî li ser nakokîyên navbera partîyên Kurdistanî û lêkolîna bûyerên Kurdistanê û helwesta welatên navçeyê û zilhêzên cîhanê, nerînên wî li ser siberoja parçeyên Kurdistanê balkêş in.

Di vê hevpeyvînê de Brendan O'Leary, li ser doza Kurd bi giştî, bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê û çawanîya reftara ligel hikûmeta federal a Iraqê û siberoja Rojavayê Kurdistanê têbînîyên hûr, nû û balkêş berçav dike.

Rûdaw: We vê mehê di semînarekê de li Washingtonê behsa nakokîyên Kurdan û bandora wan li ser negihîştina Kurdan bi armancên wan kir. Di bawerîya we de, ev dubendî û nakokîyên navxweyî bûne nexweşîyeke demdirêj a Kurdan?

Brendan O'Leary: Ez ne piştrast im, gelo bikaranîna peyva “nexweşî” guncav e yan na, lê eşkere ye parçebûna navxweyî ya Kurdan gelekî demdirêj e. Eger em nerîn û şîroveyên dîroknivîsên sedsala 19an bixwînin, Kurd weke gelekî dabeşbûyî yan bi temamî êlperest hatîye behskirin. Dîyar e, ji destpêka vê sedsalê ve, sedsala 21an, gelek dabeşbûnên dîrokî hatine rakirin. Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê bûne yek. Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) dest bi pêrewkirina stratejîyeke bêtir sîyasî û kêmtir tundûtîj kir. Derfet li ber Kurdên Sûrîyê peyda bû. Lê bêguman ev yek ji bo Kurdên Îranê neqewimî. Tiştê ku li ba çavdêrên bîyanî balkêş e, ew e ku çawa bi hêsanî dabeşbûna navxweyî ya Kurdan dikare biteqe û ji alîyê hêzên derveyî ve, bê bikaranîn. Ew hêzên derveyî jî ku li çarmedora Kurdistanê hene. Eger her Kurdek ji her parçeyeke Kurdistanê bixwaze bigihe armancên xwe, pêwîst e fêrî karkirina hevbeş bi yên din re bibin. Bi awayekî serkeftî hevaheng bin û li ser hisabê Kurdên din, hewlê ji bo armancên xwe nedin.

Nakokîyên Kurdan gelekî eşkere ne. Bi bawerîya we, ev yek ji ber berdewamîya kolonîyalbûna Kurdistanê û neteweya Kurd e yan sedemên din ên giringtir hene?

Bêguman hêzên derveyî, tevî wan dewletan jî ku Kurd dibînin bi destê wan zehmetî dîtine, hemû hewlan didin ji bo bikaranîna nakokîyên navxweyî yên Kurdan. Lê ew nakokîyên navbera Kurdan rasteqîne ne û encamên wan jî hene. Li Herêma Kurdistanê, Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di nîveka salên notî de şerê navxweyî gurr kirin. Mîrata lişûnmayî ya wî şerî, xwe di sala 2017an de derxist. Dema beşekî YNKê destê xwe xist destê Bexda û Îranê, ji bo girtina rê li ber serkeftina giştpirsîyê. Li Sûrîyê jî, Kurd bi ser bereya ser bi PKKê û bereya alîyên din de dabeş bûn. Ev yek jî metirsî ye, tevî ku otonomîya Rojava bi xwe, li jêr metirsîya mezin e, eger hevpeymanîyeke serkeftî jî di nav Kurdan de hebe. Berî her tiştî, PKK dixwaze Doza Kurd li Tirkîyê monopole bike. Ev jî tê wateya ku partîyên Kurdî yên Tirkîyê nikarin bi awayekî serkeftî xelkê bi alîyê xwe de bikişînin. Nêzîkî nîvê Kurdên niştecîyên Tirkîyê deng didin partîyên Kurdî yên neteweyî. Rikeberîya navxweyî di nav partîyên Kurdî de, herwiha şerê wan ji bo pêkanîna bandorê, bi awayekî bibandor her tevgereke Kurdî lawaz dike.

Erê, ez ê careke din vegerim ser semînara we. We di semînarê de metirsîya xwe ji avabûna herêma “Silêmanî-stanê” nîşan da. Çima hûn hizr dikin ku Kurd ber bi perçebûneke zêdetir ve diçin û ne ber bi yekgirtinê ve?

Bi nerîna min, zehmetîyên ku li Iraqê çêbûn, bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê û daketina nirxê petrolê, herwiha nakokîyên navbera Bexda û Hewlêrê hene, hemûyan bi hev re, tengijînên bêtir di navbera Bexda û Kurdistanê de çêkirine. Li Herêma Kurdistanê jî, hîn nakokîyên neçareserkirî hene ku vedigerin sala 2017an. Beşekî Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ji min re wiha dîyar dibe ku bi wê yekê kêfxweştir e ew li Silêmanîyê hukm bikin, ne ku beşek bin ji Herêma Kurdistanê. Lewma metirsîyeke mezin heye ku Silêmanîstan çêbibe. Tekane alîyên ku ji vê yekê sûdmend dibin, bêguman, Erebên Bexdayê û Hikûmeta Îranê ne. Lewma çareserkirina hevrikîya ku di navbera Hewlêr û Silêmanîyê de heye, ji bo aramîya Herêma Kurdistanê giring e.

Hûn weke şarezayekî karûbarên Kurdan, ku ji dûr ve çavdêrîya nakokîyên partîyên Kurdî li Herêma Kurdistanê dikin, sedema nakokîyên li Herêma Kurdistanê hene vedigerînin çi?

Bi bawerîya min, nakokîyên herî sereke ji du çavkanîyan tên: Yekem, bêguman biryara Îran û Tirkîyê ya bikaranîna nakokîyên navxweyî yên Kurdan e. Sedema duyem, li Herêma Kurdistanê, eger em vegerin berî çend salan, em ê bibînin ku Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê partîya herî parçebûyî ye. Pêşî baskek jê cuda bû û Tevgera Goranê çêkir. Nakokîyên navxweyî yên wê partîyê û lawazî û tirsa beşekî ji serkirdatîya wê partîyê wiha kir ewqasî tirsa wan hebe ku Partîya Demokrat a Kurdistanê bibe partîya yekem li Herêma Kurdistanê, ku amade bin hevpeymanîyê bi hêzên derveyî Herêma Kurdistanê re çêbikin da ku desthilata xwe biparêzin. Wek hevpeymanîya ligel Bexdayê û hevpeymanîya ligel Îranê. Ango astengî ew e ku yek ji partîyên bihêz ên Herêma Kurdistanê bi ser çend baskan de dabeş bûye û nikare xwe wek hêzeke bibandor li ba gelê Kurd bihêle. Bi nerîna min, parçebûna navxweyî ya YNKê, sedema sereke ya dubendîyên li Herêma Kurdistanê ye.

Ez dixwazim hinekî vegerim paş bo wê dema ku Tirkîyê dest bi operasyonê li dijî Rojavayê Kurdistanê kir. Gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên welatên rojavayî sala borî li ser parastina Rojavayê Kurdistanê ji êrîşa Tirkîyê, hevnerîn bûn, lê nakokîyeke kûr di navbera Partîya Yekîtîya Demokratîk PYD û Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê ENKSê de heye, heta bi navbênkarîya Amerîkayê jî hîn bi temamî li hev nehatine. Hûn siberoja Rojavayê Kurdistanê çawa dibînin?

Mixabin siberoja Rojava bi min, ne zelal dîyar dibe. Berî çend salan wiha derdiket ku hêj egereke bihêz heye ku Kurdên Sûrîyê bikarin danûstandina otonomîyê bi rejîma Sûrîyê re bikin. Dibe ku ev yek biqewimîya, eger Rûsya û Amerîkayê bi hevbeşî rê li ber Tirkîyê bigirtana ku êrîşî ser Rojava bike û wê dagîr bike. Mixabin ev nekirin. Tew ligel hebûna van gefên derveyî yên mezin li ser man û nemana Rojava jî, Kurdên Sûrîyê hê jî nikarin bibin yek. Tiştê ez dibêjim nerîna min a taybet e. PKK hêza serdest e li wan navçeyan. Bêguman PKK li pey destgirtina tevahî bi ser stratejî û sîyaseta Kurdî de ye. PKK nikarî biryar bide ku Kurdên Sûrîyê bi rêya xwe de herin, cuda ji rêya Kurdên Tirkîyê. Eger PKK rê bida vê yekê, bi nerîna min, derfeteke biçûk ji bo parastina otonomîya Rojava berdest dibû. Tiştê niha heye, stratejîya PKKê hêncet da destê Tirkîyê da ku here bakurê rojhilatê Sûrîyê, bêyî nerazîbûneke mezin a navneteweyî. Li vir, giring e em ne tenê Kurdên Sûrîyê lome bikin. Sedema sereke ku niha ew di vê alozîyê de ne, stratejîya xirab a Serokê Amerîka Donald Trump e. Pêşî soza parastina Kurdan da. Bêguman hate tekezkirin ku ew soz, sozeke vala bû, piştî vekişîna hejmareke zêde ya hêzên Amerîkayê. Lewma niha Kurdên Sûrîyê tûşî wan alozîyan bûne. Nerîna min ew e ku, meger tiştekî dramatîk rû bide, heke na eger heye ku rejîma Beisê ya Sûrîyê û Tirkîye bi hev re projeya otonomî ya Rojava ji nav bibin.

We behsa hikûmeta Tirkîyê kir. Ez ê bi vê berdewam bikim. Niha navendên akademîk û medyayî û heta gelek sîyasetmedarên welatên rojavayî jî rexneyên tund li desthilatdarîya Tirkîyê û Erdogan dikin. Hûn di wê bawerîyê de ne ku di paşerojê de ji bo çareserkirina pirsa Kurdan li Tirkîyê derfeteke baş derkeve pêş?

Ev pirseke pir giring e. Bi nerîna min, hemû hikûmetên Ewropayê fêm kirine ku di cîbicîkirina soza demokratîkkirina Tirkîyê de, Erdogan bi ser neket. Amerîka têbînî kirîye ku Tirkîyê hevpeymanî bi Rûsyayê re çêkirîye ji bo kirîna keresteyên şer. Tirkîyê bi awayekî çalak di şerê navxwe yê Lîbyayê de têwer bûye. Bakurê Sûrîyê yanî Rojava jî dagîr kirîye. Efrîn dagîr kirîye. Êrîş kirîye ser beşa ku hemû cîhan wê wek Bakurê Iraqê dibîne û em wek Herêma Kurdistanê dihejmêrin. Di alîyê leşkerî de, Tirkîyê hêzên xwe li navçeyê belav kirine. Niha pirsgirêkên wê bi hemû cîranên wê re hene. Di destpêka vê sedsalê de, Partîya Dad û Geşedana Tirkîyê sîyaseta 'sifr pirsgirêk' bi cîranan re dimeşand. Lê niha pirsgirêkên wê bi hemû welatên cîran re hene. Berî van jî, niha Tirkîyê tûşî enflasyoneke aborî ya mezin bûye. Di vê xalê de, bi nerîna min ji her demeke din bêtir metirsîya nemana di desthilatê de li ser Erdogan heye. Pirsa sereke ji bo Kurdan ew e ku ev derfet peyda bû, çi bikin? Bi nerîna min eşkere ye ku stratejîya leşkerî ya PKK li Tirkîyê ne serkeftî bû û bi ser nakeve jî. Ev nerîna min a taybet e. Eger PKK stratejîyeke aştîyane li Tirkîyê bimeşîne, ne bi wateya ku demildest çekan deyne, lê eger stratejîyeke aştîyane bimeşîne, bi nerîna min derfet çêdibe ku welatên Rojava, ango Ewropa û Amerîka piştgirîya dabînkirina mafên demokratîk li Tirkîyê bikin.

Ez dixwazim hinekî vegerim ser dîrokê. Di peymana Sevrê de soza avakirina dewleta Kurdistanê dabûn Kurdan, ew yek di Peymana Lozanê de hat hilweşandin. Roja 24ê vê mehê bîranîna salvegera îmzekirina Peymana Lozanê bû. Tirkîyê hê ji wê peymanê nerazî ye. Di bawerîya we de, dibe ku careke din derfetek bo serxwebûna Kurdistanê derkeve pêş?

Erê bi nerîna min, wê derfeteke din çêbibe. Lê ne dîyar e ev ê kengî biqewime. Em dizanin ku Sûrîyê û Iraq di asteke bilind a nearamîyê de ne, pir nearam in. Lewma jî wê derfetên din ji Kurdên Sûrîyê û Kurdên Iraqê re çêbibin da ku otonomîyeke çalak ava bikin bi awayekî egera çêbûna dewleta serbixwe li pey were. Lê da ku ev biqewime, divê Kurd bi awayekî serkeftî dezgehên xwe yên sîyasî ava bikin. Digel hebûna rêjeya herî zêde ya hevahengîyê di nav Kurdan de û herwiha hevahengî bi kemîneyên niştecîyên navçeyê re da ku karê wan serkeftî be. Di derbarê serxwebûna Kurdistana Tirkîyê de, bi nerîna min her ku diçe egera vê kêmtir dibe. Sedem jî ew e ku niştecîyên Kurdên Tirkîyê, ji ber şerên berê û stratejîya cîhilkirina xelkê ji alîyê Dewleta Tirkîyê ve, niha niştecîyên Kurd pir bêtir ji berê li seranserê Tirkîyê belawela bûne. Niha li rojavayê Tirkîyê Kurd hene. Hejmareke wan a zêde li Stenbolê dijîn. Ev jî dike ku egera çêbûna dewleta Kurdî kêmtir bibe. Ev nayê wateya ku ti derfetek ji wan re misoger nabe ji bo çêkirina curekî ji otonomîyê li navçeyên ku Tirkîyê wan wek başûrê rojhilat binav dike, Kurd jî wek Bakurê Kurdistanê binav dikin.

Li gor maddeya 140 a Destûra Iraqê, divê sînorên parêzgehên Iraqê werin rêkxistin û pirsa Kerkûkê û bi giştî çarenivîsa ji % 40ê axa Kurdistanê li Iraqê were yekalîkirin. Bi bawerîya we, Kurd niha dikarin bo wê yekê çi bikin, bi taybetî jî serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih?

Ev pirseke baş e, di heman demê de pirseke zehmet e. Eşkere ye ku îro statûya Kurdan li gor îlona 2017an pir lawaztir e. Eger em li Destûra Iraqê binerin, em ê bibînin ku erkê serokkomarê Iraqê ye ku nehêle destûr were binpêkirin. Ne tenê beşeke destûrê, lê divê hemûyî biparêze. Divê Kurd pirseke beraqil ji xwe bikin: Gelo sûda hebûna serokkomarekî Kurd çi ye eger ew serokkomar tiştekî ji bo parastina destûrê neke? Bi nerîna min, pir guncav e Kurd daxwazê ji serok Berhem Salih bikin ku insyatîfeke wî ya zelal hebe ji bo çareserkirina navçeyên cihê nakokîyê, Kerkûk jî tê de. Serokkomar ew kes e ku dikare bi rêya alavên bisûd egera pêkhatina çareserîya aştîyane û demokratîk berdest bike. Dibe ku di vê demê de ev ne serkeftî be ji ber encamên bûyerên 2017an; ku wisa li Kurdan bike xwe bi wê rastîyê re biguncînin ku mumkin e nikaribin Kerkûkê vegerînin. Qet nebe ji bo demeke pir dirêj. Bi dîtina min, ji hemûyî giringtir e ku Kurd niha Herêma Kurdistanê bihêz bikin. Heta dikarin hewl bidin serkeftî be. Wê bikin cihek ku bala Kerkûk û navçeyên din jî bikişîne, bi awayekî ku di siberojê de bixwazin bibin beşek ji Herêma Kurdistanê.

Rêzdar O`Leary, hîn Destûra Herêma Kurdistanê nehatîye nivîsandin. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe ya destbikarbûnê de ew yek weke yek ji karên xwe yên girîng destnîşan kir, lê heta niha tiştek nehatîye kirin. Gelo Ddestûr dikare sedemeke kêmkirina ji hev belavbûnê be?

Bi nerîna min, nivîsîna destûrê derfetekê ji bo yekbûna Kurdan li Herêma Kurdistanê berdest dike. Erê wek her neteweyeke din, hin kêşe û pirsgirêk di nav Kurdan de jî hene. Nakokîyên navxweyî yên Kurdan li ser bingeha ol, ziman, zarava, çîn û hin tiştên din hene. Herwiha nivîsandina destûrekê ku kêrhatî be ji bo Kurdistana niha ya Iraqê û dewleta serbixwe ya Kurdistanê di siberojê de. Ev beşeke giring e ji bo çêkirina yekrêzîyê li Herêma Kurdistanê. Yek ji pirsên sereke ev e: Gelo Herêma Kurdistanê xwedîya sîstema serokatîyê yan sîstema perlemanî be ku tê de serokwezîr û kabîneya xwe desthilata sereke û cîbicîkirinê ne? Bi bawerîya min, mumkin e ku ev pirs bê yekalîkirin, mumkin e di giştpirsîyekê de raberî gelê Kurdistanê bê kirin. Eger hin pirsgirêk hebin ku hizb bi xwe nikaribin wan çareser bikin, bila ev pirs raberî cemawerên Kurd bên kirin da ew biryarê li ser wan bidin. Eger proseya nivîsandina destûrê zelal û vekirî be, bangewazîya beşdarîya xelkê bike, derfetê ji ciwan, pîr, jin û mêran re peyda bike da ku beşdar bin di biryardana li ser ka dixwazin Kurdistana bê çawa be? Ev tiştekî erênî dibe. Bi rêya vî karî Kurd xwe diparêzin ji her hewldaneke lawazkirina Herêma Kurdistanê, çi ji alîyê Bexdayê yan her hêzeke derveyî be.

Hûn di wê bawerîyê de ne ji bo hebûna dewleteke bihêz, rûberekî berfireh ne girîng e, ya girîng bihêzîya aborî û yekgirtina navxweyî ye. Gelo Herêma Kurdistanê dikare bibe ew cih ku mînakek weke Singapûrê lê çêbibe?

Ez bawer nakim Kurdistan bikare bibe mîna Singapûrê. Çimkî mixabin sînorê avî û deryayî li dorhêla wî nîne. Lê bi bawerîya min Kurdistan dikare di warê aborî de serkeftî be. Zelal e ku vekirî ye, bi şêweya azad li ber hilberîna bîyanî vekirî ye. Herwiha niha niştecîyên Herêma Kurdistanê li ber veberhênerên bîyanî xwendewartir û vekirîtir in. Di warê çandinîyê de jî, li gor welatên derdorê, îmtîyazên wê bêtir in. Pêşxistina kerta çandinîyê tiştekî sûper dibe. Niha Kurdistan di rewşeke aborî ya xirab de derbas dibe, nemaze ji ber daketina nirxê petrolê. Lê çêdibe ev wek derfet bê bikaranîn ji bo zêdekirina çavkanîyên aborî. Ev ê Kurdistanê biparêze gava petrol êdî wek beşeke giring ji aborîya cîhanê nemîne. Ev ê di siberojê de bi cih were. Dibe ku sî salî dirêj bike. Di vê demê de, giring e Kurdistan ji bilî petrolê, hin çavkanîyên din ên dahatê bibîne. Ev nayê wateya ku dev ji gaz û petrolê berdin, lê divê ji zêdekirina çavkanîyên dahatê re amade bin.

Rêzdar O`Leary, ez ê pirsa xwe ya dawî bikim. Destûra Iraqê di sala 2005an de hin maf dane Kurdan, bi taybetî di warê enerjîyê de. Lê Bexda niha daxwaza hemû petrol û gaza Herêma Kurdistanê dike. Bi nerîna we, divê Herêma Kurdistanê çi bike?

Nabe Herêma Kurdistanê dest ji ti mafekî xwe yê destûrî berde. Mebesta min destûra 2005an e. Li gor wê destûrê, Kurdan ew maf wergirtîye ku bi xwe zevîyên nû yên petrolê bikloin. Jixwe wisa kirine jî û serkeftî jî bûne. Nabe dev ji vî mafî berdin. Lê bi nerîna min, hêja ye danûstandinê bikin û hewl bidin peymanekê bi Iraqa Federal re pêk bînin li ser dabeşkirina dahata welêt. Peymaneke ku cihgirtî be û piştî her demekê çênebe guherîn tê de bê kirin bi sedema biryarên hema hema ku tên derxistin. Kurd dikarin li ser dabeşkirina dadmend û zelal a dahatê danûstandinan bikin. Herwiha ez bawer nakim li dijî destûrê be ku li wê yekê bifikirin amadekarîyê bikin ji bo hinardekirina hevbeş bi Bexdayê re. Paşê dahat bi dadmendî bê parvekirin. Bi nerîna min, divê Kurdistan heta dikare dest bi mafên xwe yên destûrî bigire. Di dema danûstandina bi Bexdayê re berevanîyê li van mafan bike. Mijar ne bi vî awayî ye ku statûya Bexdayê pir bihêz be, hergav li wir jî parçebûn hene û tomareke pak a serokwezîrê nû heye. Herwiha bi dîtina min di demeke nêzîk de îdareyeke nû li Amerîkayê bi serokatîya Joe Biden dest bi kar dike. Ev jî ji bo parastina mafên destûrî yên Kurdistanê sûdmend dibe. Tenê divê Kurdistan demeke din xwe bigire heta îdareyeke nû li Amerîkayê dest bi kar dike. Yanî di kanûna duyem a 2021ê de.

Ji bo çavkanîya vê hevpeyivînê bitikînin

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin