Pêşeroja DALKURDê dê çawa be? Dora peyvê ya serok Ramazan Kizil e!

Pêşeroja DALKURDê dê çawa be? Dora peyvê ya serok Ramazan Kizil e!

Hevpeyvîna Rojnamevan Alî Fîkrî Işik ya bi milyarderê esilkurd Kawa Junaid Rekanî re û beyanên wî yên li ser pêşeroja Dalkurdê ji alîyê futbolhezên Kurd ku li Ewrûpayê dijîn bi balkêşîyeka mezin hatibû xwendin û dengek mezin dabû.

A+A-

Îroj jî dora axaftinê (peyvê) ya serok Ramazan Kizil e ku ew ev tîma (kluba) futbolê bi kedek gelek mezin ava kirîye û heta van rojan anîye. Serok Kizil li ser beyanên do ku karbidest Kawa Junaid Rekani yê ku hîsseyek (parek) mezin ji yên Dalkurdê kirîbû, bersîvê gelek balkêş da.

 

Hevpeyvîna Alî Fîkrî Işik ya bi Ramazan Kizil re ku dibêje ”DalKurd wek zarokek mîn e; ez ji bo zarokek xwe amade me ku îstîfa daxil her tiştî bikim, lê tenê ez bi miameleyek ku stutê xwe xwar bikim re rûbirû nebim” pêk anîye, beşa duyemîn ya serîya hevpeyvînan ya li ser ronîkirina pêşeroja DalKurdê ye û hemû detay li vir in.

Hevpeyvîn bi Ramazan Kizil re!

”Min, îstîfa (dev ji kar berdan) jî daxil, ji hemû daxwazên rêzdar Rekanî re, got erê!”

 

Destpêk: Ez dê tu caran nikaribim behsa wê yekê bikim ku dema min amadekarîya beşa duyemîn ya van hevpeyvînan dikir, min wekî kurdek çi qasî şerm kir; ji ber ku tiştên Ramazan Kizil behs kir tiştên wisa ecêb û îzahata van tiştan bi tu hêjahîyên mirovî ve nelihevkirî bû ku êş bi dilê min ket. Ez dizanim ku ez derdikevim derveyî prensîbên rojnamevanîyê. Ez hestên xwe tevlî meseleyê dikim û hinek jî pozîsyona xwe ya bêalîbûnê dûr dikevim. Di navbera konkret (waqiî) bûyîn û alîgirîyê de bi ya min nakokî tune ye. Em dikarin hem konkret bin hem jî alîgir bin. Ji ber ku hemû hewildanên konkret bûyînê di hundirê xwe de alîgirîyê jî dihewîne. Her weha bêalîbûneke saf û zelal jî tune ye. Kî bibêje ku heye, derew e. Dema ku ez van rêzan dinivîsim, ez ji ber şend tiêtan bi taswas im. A yekem, ez bitaswas (biendîşe) me ku hevpeyvîn ji destên min derkeve û ji hedefa xwe dûr bikeve. Ya duyemîn jî, ez li hember hestên xwe têk biçim û îhtîmal derkeve ku ev hevpeyvîn bikeve rêyên pêşî lê girtî.

Destpêkê de hem binê vê yekê xêz bikim. Mirov dikarin biryara bi hevûdu re kar bikin, bidin. Mirovên ku biryara bi hevûdu re karkirinê dane, dikarin di demeka hevkarîya xwe de dev ji hevkarîya xwe berdin. Çawa ku biryara bi hevûdu re kar kirin, berhema îradeyek meşrû û azad be, ji hev veqetandin û neberdewamîya vê hevkarîyê jî weka byarek û dawîyek meşrû ye. Lê fahmkirina veqetandinek bênavkirî ne mumkin e. Biryara veqetandinê jî mîna biryara hevkarîyê di eynî sewîye û şertan de divê bê dayîn.

Wisa xuya dike ku ev her du şexsîyet, rêzdar Ramazan Kizil û rêzdar Kawa Junaid Rekanî ku qedera DalKurdê di destên xwe de digrinji bona ku bîryara veqetandinê şêlû (nezelal) bikin tiştên ji destê wan tê, teqsîr nekirine. Bifikirin, hem dixwazin veqetin yan jî klubê bi tena serê xwe bikin destên xwe lê ji bo pêkanîna vê yekê hemû îmkanên bi hev re rûniêtin û axaftinê ji holê radikin.

Wisa xuya ye ku navê vîya dibe ”jihevveqetan a bi usûla Kurdî”

Li alîyekî Ramazan Kizil ê ku hemû jîyana xwe dayê vê klubê (tîmê) û bi îfadeya xwe dibêje ku ”DalKurd zarokek min e; ez ji bo zarokek xwe amade me ku îstîfa daxil her tiştî bikim, lê tenê ez bi miameleyek ku stutê xwe xwar bikim re rûbirû nebim” û li alîyê din jî rêzdar Kawa Junaid Rekani ku heta îroj, ji roja pêşî vir de ji bo DalKurdê 7 mîlyon Euro razandîye û dibêje ku ”ez ji bo serketina vê klubê amade me ku 100 mîlyon Euro razînim”.

Va ye ev her du mirovên rêzdar yên di rêvebirîya DalKurdê de nikarîbûne êîyan û basîreta çareserkirina krîza ku derketîye holê, nîşan bidin. Kî bi heq e, kî ne heq e; ji vê pirsê cuda û azad dibêjim ku; pirs û pirsgirêk çi dibin bila bibin, di vê dema dîrokê de divê ew rê nedana ku pirsa rêvebirîya û di rêvebirîya DalKurdê de divê nehatiba vê sewîyeyê (astê). Lê çêbûye. Û wisa xuya dike ku rêyeka meqbûl ku bikaribe vê hevkarîyê biparêze û paş ve vegerîne jî nemaye.

Do we di van rûpelan de rêzdar Kawa Junaid Rekani xwend û guhdarî kir. Îroj jî rêzdar Ramazan Kizil dê di van rûpelan de dest bi axaftinê bike û gotinên xwe bêje. Piştî ku guhdarîya herdu alîyan jî kirin, herkes dikare bi xwe qeneeta xwe ava bike. Hevpeyvîna min ya ku min do bi nêzî saetek nîv bi rêzdar Ramazan Kizil pêk anîye, pêşkêşî we dikim.

 

Pirs: Wisa bawer dikim ku sedemên ku rêzdar Kawa Junaid Rekanî dîyar kirîye, te bi xwe jî xwendîye? Li ser van îddîayan tu dê çi bibêjî? Li gora we ev problem (pirs) Çima gihaşt van sewîyeyan? Gelo we texmîn nedikir ku ev pirs dê bikaribe bigihîje ev sewîyeyê (astê)? Çima we hîn ji roja pêşî ve tedbîran negirt? Gelo qet îmkanên vekirî hêlana derîyên dîyalogê û dîtina (peydakirina) hin çareserîyên miwaqet tune bû?

Bersîv: Helbet me texmîn nedikir ku pirs bigihîjin van sewîyeyan (astan). Ji ber ku em ji bo îmkanên ku rêzdar Kawa Junaid Rekani bo me amade kiribû wisa mînnetdar bûn ku dawîyeka wisa qet nedihate bîra me (me qet tesewur nedikir). Em ji roja ku rêzdar Rekanî hatîye cem me, tu caran û bi tu sedemek li dijî pêşnîyazên wî nesekinîne. Bêyî ku bi wî re bişêwirin, bêyî ku fikrên wî bigrin û herî giring jî bêyî ku biryara wî hebe me tu tiştekî nekirîye. Her tiştên ku heta nuha hatine kirin bi biryarên wî hatine kirin. Em hemû kesên (mirovên) ku alîkarîya me dikin, li ser serê xwe dikin taca serê xwe. Di vê klubê (tîmê) de her xebat û rêvebirinên ku hatine pêkanîn bi agahdarî û biryarên rêzdar Rekanî ve pêk hatîye. Yê ku biryara CEO jî daye ew bi xwe ye. Yê ku biryara li ser dîrektora teknîkî daye ew bi xwe ye. Yê ku lîstikvanên me tespît kirîye jî ew bi xwe ye. Me li gora daxwazê wî bajarê xwe jî guherand. Li gora biryar û emrê wî heta xebatkarên xwe yên stadyumê jî me guherand. Bila ji min re tiştek tenê bibêje ku ne li gora biryara wî bî cîh bûye yan jî ne li gora agahdarbûyîna wî pêk hatîye.

 

Pirs: Tê gotin ku hûn dibin asteng ku CEO klubê bi rê ve bibe?

Bersîv: Tu caran tiştekî wisa çênebûye. Peymana ku klûba me bi CEO re çêkirîye li ortê ye (dîyar e). Bila ji min re dîyar bikin ku ez li dijî yek maddeyek ya peymana wî rawestîyame (sekinîme) ez dê nu ha li vê derê li hizûra (pêşberî) herkesî de ji hemû maf û pozîsyonên xwe yên li DalKurdê îstîfa bikim. Tiştekî wisa tune ye. Ji bo ku mirov bikaribe tiştekî wisa bibêje divê bi rastî jî mirov xwedîyê nîyeteka gelek xerab be.

 

Pirs: Baş e, wê demê mesele çi ye? Eger we desthilatîyên CEOyê bindest (xesp) nekiribe, gelo ev paşgotînî û îddîa çi ne? Hemû ev tişt ji ku derê derdikevin û armac (hedef) çi ye?

Bersîv: Pirseka xweş e. Divê ez bersîva xwe ji pirsa te ya dawî dest pê bikim da ku bersîvên vê pirsê baş bên fahmkirin. Bi vê awayê mesele dikare rehettir bê fahmkirin. Berîya 20 rojan rêzdar Kawa Junaîd Rekanî bi awayek nivîsandîç pêşî ji mes ê daxwazan kir.

1. Daxwaz kir ku 3 kesên ku di Komîteya Karger (Rêvebir) ya Şîrketa Anonîm de nin îstîfa bikin. Di serî de ez û du hevalên min yên din di şîrketê de para (hîsseyên) ji % 51 an temsîl dikin. Xwest ku em her sê kes jî îstîfa bikin.

2. Û daxwaz kir ku divê em sê kesên nû ku di şûna van sê kesên îstîfa bikin ji alîyê wî ve bên tayîn kirin (destnîşankirin) qebûl bikin (tesdîq bikin).

3. Û daxwaz kir ku em divê garantîyan bidin ku em dê ji vir şûn de hem di Şîrketa Anonîm de hem jî di Komeleya DalKurdê de ji bo tu (hîç) pozîsyonek nebin namzet (talib).

Min bi xwe got ku ez amade me ku îstîfa bikim. Bi tenê ku miameleyek ku ez sitûyê xwe xwar bikim ji min re rewa neyê dîtin û ji min bê xwestin. Her weha min ji ew kesê ku ji min re wek navbeynîtî bike şandibû re jî got ku ez amade me îstîfa bikim. Her weha xwest ku kurê min Adîl Kizil jî îstîfa bike. Adîl Kizil nameya îstîfa ya xwe nivîsand û ji Rekanî re şand. Lê nîyeta Rekanî tiştek din eç ew dixwaze ku tevahîya klubê bi tena serê xwe bi dest bixe.

 

Pirs: Bi qasî ku ez dizanim, Li Swêdê qanûn hene ku pêşî lê digre ku kesek bi serê xwe tenê bibe xwedîyê û hakimê klubek (tîmek)? Ev yek dê çawa bikaribe bibe tişteke qanûnî gelo?

Bersîv: Belê. Qanûnên Swêdê destûr (rê) nade ku klubên sporê (werzişê) bibin monopol (monopolîze bibin). Çi qasî pereyê we hebe bila bibe, hûn nikarin bi tena serê xwe bibin xwedîyê tevahîya klubek (tîmek). Evy ek bi rêya qanûnî ne mumkin e. Rekanî jî vê yekê dizane û loma jî dixwaze me tasfîye bike. Merheleya (gava) yekem ya plana tasfîyeyê ew e ku peywendîya/girêdana Kurdîtîyî/Kurdbûyînê û ya DalKurdê ji holê rake. Ew vê yekê nek u ji bo ew li dijî Kurdbûyînê ye dike. Vê yekê ji bo ku klubê bikaribe bike destê xwe dike. Ew bi xwe zane ku heta ku hemû Kurdan tasfîye neke, tevî pişgirên klubê hemûpozîsyonan bi Swêdîyan re danegre (tije neke), nikare bi ser bikeve. Ji ber ku eger îro bi ser bikeve jî ditirse ku sibê di kongreya klubê de dê ji destê wî bê stendin (derxistin). Loma jî, yên ku di maçan de top berhev dikin bigre heta zarokên piçûk ku derdikevin merasima destpêka maçan di şûna Kurdan de Swêdîyan bi cîh dike.

 

Pirs: Ev planek hovane ye? Baş e ev plan heta nuha çiqas hatîye pêkanîn?

Bersîv: Bi biryara CEO, ji bilî (derveyî) personalên parastinê hemû personalên din yên Kurd hatin guherandin. Ev ne bersîvek têra xwe ye? Rêzdar Rekanî gotibû ku ji bo DalKurdê em dê tesîsên nû çêbikin lê em nuha hîn dibin kuev tesîs bi navê şîrketên din hatine plankirin û DalKurd new eka xwedîyê lê weka kirêcî (kirêkirin) dê bikaribe ji van tesîsan îstîfade bike.

Ez ji we re tiştekî din ya balkêş bibêjim; bi biryara rêzdar Rekanî rengê bingehîn ya formaya me jî, ku kesk bû hate guherandin.

 

Pirs: Baş e, di demek ku hemû ev tiş diqewimîn, gelo hûn qet di civînên Komîteya Karger (Rêvebir) de nehatin cem hev û we hevûdu nedît û nepeyîvîn?

Bersîv: Na, ji ber ku rêzdar Rekanî di civînên Komîteya Karger (Rêvebir) de beşdar nabe.

 

Pirs: Ma tiştek wisa dikare bibe? Çima beşdarê civînên Komîteya Karger (Rêvebir) nabe? Sebebên wî çi ne?

Bersîv: Bi qasî ku ez fah dikim (têdigihîjim) ew me piçûk dibîne. Bi çavê gundîbûnê li me dinêre. Di civînên gelek giring de jî bi telefonê girêdanek çênake û beşdar nabe. Ji xwe eger em weka Komîteya Karger (rêvebir) bi beşdarîya rêzdar Rekanî bikaribûna civînên xwe yên asayî (peryodîk) pêk bînin tu pirgirêkek me bê çareserî nedima. Rêzdar Rekanî bi piranî bi CEO û dîrektorê teknîkî ve di nav peywendîyêde ye.

 

Pirs: Ez peywendîya wî ya bi CEO re dikarim fahm bikim. Lê ji bo çi bi dîrektora teknîkî re di nav peywendîyê de ye? Ji bo çi pêwîstîya vê yekê dibîne? Karên teknîkî ne karên wî ye ku?

Bersîv: Binêrin, qet tiştek ku rêzdar Rekanî mudaxil nebûye, tune ye. Bo nimûne, ji bo transferên vê sezonê dîrektorê sporê Adil Kizil ji bo her mewqîyek pênc namzet dîyar kir. Ev tişt bi tevahî tê maneya 25 lîstikvanan. Ew xêzeke mezin kişand ser navên van 25 lîstikvanan û bi tevahî red kir. Lê dîsa jî, bê tesdîqa wî tu lîstikvanek nû nehatîye transfer kirin. Bo nimûne Irfan Jasarevîc ê bi numereya 33 re daxwaza îmzekirina peymana (kontrakt) a 4 salan wî bi xwe kirîye. Yê ku dîrektorê teknîkî Azrudin Valentic gazî Dubai`yê kirîye û pê re peyîvîye û biryara erê daye ew bi xwe ye. Tiştekî hîn balkêştir bibêjim, yê ku biryar daye ku kurê min Adil Kizil bibe dîrektorê sporê jî ew bi xwe ye. Hîn di hevdîtina me ya yekem de ji bona Adil Kizl bi zimanê Îngîlîzî got ku ”Number one” (Yê yekem) jî dîsa ew bi xwe ye. Êdî ez çi bibêjim?

 

Pirs: Baş e, dê nuha çi bibe?

Bersîv: Berîya ku bersîva pirsa te ya ”dê nuha çi bibe?” bidim bi destûra te van tiştan bibêjim; Rekanî û CEO ji me re golek genî ya deynan hêlane. Her roj faturayên nû yên deynan ji klubê re tên. Ew dixwazin û li hêvêya wê yekê ne ku me di bin barê deynan de bihêlin da ku em teslîm bibin. Ev tişteka gelek şerm e. Em wek mirovan rûniştin û me li hev kir. Herkes di nava heweildanan de bû ku tiştê dikeve ser milên wan bi cîh bînin. Nuha dema ku krîzek peyda bûye li Kurdbûnê (Kurdayetîyê) li hev tê ku me bi rewşeka wêranî re rû bi rû bihêlin?

Li ser beşa pirsa te ya ”dê nuha çi bibe?” dixwazim van tiştan bibêjim; bi çi bedelek dibe bila bibe DalKurd dê di vê sezonê de li lîga super bimîne. Herkes dê fedakarîyên mezin bike û bi şidandina nefsa xwe û bi budçeyek (mîzanek) maqûl vê sezonê em dê li paş xwe bihêlin.

 

Pirs: Di dawîyê de tiştekî ku bixwazî bibêjî heye gelo?

Bersîv: Belê, heye. Tu nîyeteka me ya ku maf û hiqûqê tu kesî bindest bikin tune ye. Eger rêzdar Rekanî bixwaze çareserîyek adilane (dadwer) deyne pêşîya me, derîyê me vekirî ye. Me hîn jî hemû piran hilneweşandîye. Hîn jî bawer dikin ku çareserîyek dikare bê dîtin (peydakirin). Hîn jî derîyê dîyalogê vekirî ye. Em ji bo hevdîtinên her awayî re amade ne. Bi tenê bi wê şerta ku berjewendîyên DalKurdê bên parastin û DalKurd her daîm bijî. Her tişt ji bo DalKurdê ye. Li jêr çavdêrîya qanûnên (yasayên) Swêdê, li gora normên (hêjahîyên) kluba

me ya futbolê û biryarên girêdar (qetî) yên protokola di navbera me de, ez amade me ku bi rêzdar Rekanî re ji nû ve hevdîtin û mizakereyan pêkbînim.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin