Perinçek: Bi merca darbe were kirin Demîrtaş dê bê azadkirin

Perinçek: Bi merca darbe were kirin Demîrtaş dê bê azadkirin

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perînçek, derbarê azadkirina hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demîrtaş de ragihand ku eger li Tirkiyê darbe were kirin û destûra bingehîn nemîne, wê demê Demîrtaş dikare were azadkirin.

Piştî ku Endamê Komîteya Şêwirmendî ya Bilind a Serokomariya Tirkiyê Bulent Arinç got divê Selahattin Demîrtaş û karsaz Osman Kavala bêne azadkirin, Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener jî gotibû: “Ev yek nîşan dide ku bi destê birêz Erdogan, Tirkiyê ber bi rêyeke din ve diçe. Ez niha merak dikim gelo şerîkên biçûk ên desthilatdariyê  birzê Devlet Bahçelî û Dogu Perînçek dê çi bibêjin.”

Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perînçek li navenda partiya xwe ya li Stenbolê di daxuyaniyekê de bersiva Meral Akşener da û got: “Divê Akşener vê yekê bipirse: ‘Dadgeh dê çi bibêje?’ Ev mijar darêzgeriyê eleqeder dikin, lewma ya girîng ne ew e ku ka ez dê çi bibêjim a girîng ew e ku dadger ka dê çi bibêjin. Divê Akşer ferî kevneşopiya destûra bingehîn a Tirkiyê bibe.”

Derbarê mercên azadkirina Demîrtaş de jî Perînçek kesên ku dibêjin divê Demîrtaş were azadkirin bi alîgirê Joe Bide pênase kir û got: “Dibêjin dê Demîrtaş azad bikin. Eger li Tirkiyê darbe were kirin û destûra bingehîn nemîne, wê demê Demîrtaş dikare were azadkirin. Loma daxwaza azadkirina Demîrtaş tişteke beredayî ye. Ew karê darazê ye.  Li Tirkiyê hine aligirên Biden pozê xwe dixin nav karên bi vî rengî. Ez nikarim gotinên weke Arinç bibêjim. Herwiha bi heman şêweyê Akşer jî xwe tevlî karên wiha dike, lê ew yek şaş e.”

Herwiha Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê piştrast kir ku Bulent Arinç îstîfaya xwe pêşkêşî Erdogan kiriye û Erdogan jî îstîfayê qebûl kiriye.

Pêştir Bulent Arinç ku yek ji damezrînerên AK Partiyê ye di dema beşdariya xwe ya di bernameyeke televîzyonî de, behsa dosya derbarê Demîrtaş û Kaval de kiribû û gotibû divê bêne berdan.

Derbarê pirsa Kurd de jî Arinç gotibû, “Yek ji mezlûmên vî welatî Kurd in. Bûyerên sala 1980an li Zindana Amedê, paşê divê em hemû ji çîrokên “Devran” bixwînin. Di proseya çareseriyê de hinek kes hatibûn berdan. Dibe ev jî bê berdan. Divê dadgeh, dadger azadîxwaz bifikirin.”

Erdogan li ser gotinên Bulent Arinç ên derbarê Kavala û Demîrtaş de axivîbû û gotibû, ew gotinên wî yên şexsî ne û nabe bi “Serokomar, hikûmet û partiya me bên têkildarkirin” û gotibû, “Em ti caran bi kesên wek Kavala re li gel hev nabin” û amaje bi bûyerên Kobaniyê yên sala 2014an kir û diyar kir, “Em Kobaniyê jibîr nakin!”

Piştî van pêşhateyan duh Bulent Arinç nameya desrjikarberdana xwe pêşkeşî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kiribû û wî jî pejirandibû.

(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin