"Pereyên Kurdistanê bihên birêkxistin têra hemû kesan dike”

"Pereyên Kurdistanê bihên birêkxistin têra hemû kesan dike”

Sekreterê PSDK Mimehedê Hecî Mehmûd rexneyên tund li aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê girt û got: “Pêşmerge li eniyên şer şehîd dibin hinek jî li aliyekê şerê kursî û para xwe dikin.”

A+A-

Sekreterê Partiya Sosyalîst û Demokratên Kurdistanê (PSDK) Mimehedê Hecî Mehmûd rexneyên tund li aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê girt û got: “Pêşmerge li eniyên şer şehîd dibin hinek jî li aliyekê şerê kursî û para xwe dikin.”

Mihemedê Hecî Mehmûd roja pênşemê (27-10-2016) di sêyemîn roja Sêyemîn platforma MERI de gotarek pêşkeş kir û got: “Îro pirsgirêka kurd, yek ji pirsgirêka giring a cîhanê ye. Rast e dewleteke me yê serbixwe nîne lê kurd îro li tevahiya herêmê faktorekî bi hêz in û balansa navçeyê ne.”

Her ji ber van faktoran em dibînin rojane serok û berpirsên cîhanê serdana Kurdistanê dikin. Ev yek pêngaveke giring e ji bo gelê me.

Sekreterê PSDKê got; " êdî pirsgirêka kurd paşde venagere û divê kurd bixwe mafê çarenivîsa xwe diyar bikin  û ji bo vê yekê divê em hevûdin qebûl bikin. Divê em bihevre hewla çareserkirina pirsgirêkên xwe bidin. Her kîjan welat bixwaze dikare me li ser mêza xwe kom bike, çima em li ser mêzxa xwe kom nabin? Ma çi pirsgirêk ji vê mezintir dibin ku DAIŞ êrîşî me dike? Hemû cîhan hatiye ser axa me şer dike da ku îmtiyaz bidest bixe. Lê em jib o bidestxistina mafên xwe ne yek in.”

Ji bo çareseriyê jî Mihemedê Hacî Mehmûd diyar kir ku; pêwîstî bi hev qebûlkirinê, destûrekî hevpar heye û pêşniyar kir ku civateke siyasî bê damezrandin û hemû partî û aliyên siyasî, herwiha akademîst û pispor jî bikarin tê de beşdarbin.

Hecî Mehmûd wiha got: “Bila ev civat hemû pêkhateyan kom bike û biryarên sereke birêbixe. Ti partiyek li Kurdistanê ne partiya sereke ye. Desthilata ti partiyekî ji Xaneqîn heta Zaxo weke hev nîne.”

Mihemedê Hecî Mehmûd rexne li aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê girt û wiha axivî: “Pêşmerge li eniyên şer şehîd dibe, li aliyê din hinek kes şerê kursiyan dikin. Birastî divê ev şerm be. Divê em li xwe vegerin. Ev hinde zarok bê bav man lê hinek jî şerê para xwe dikin. Pereyên Kurdistanê bên birêkxistin têra hemû kesan dike.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin