PDK-S: Yekrêzîya Kurdî rê li pêş Tirkîyê digire hinceta PKKê bîne meydanê

PDK-S: Yekrêzîya Kurdî rê li pêş Tirkîyê digire hinceta PKKê bîne meydanê

Hewlên nêzîkirina alîyên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê berdewam in. Serkirdeyên ENKS û PYDê jî tekez dikin, ew ji yekrêzîyê re amade ne.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Piştî êrîşa Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê, careke din  bangewazîyên nêzîkbûna navmala Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji alîyê partîyên sîyasî ve tên kirin. Serkrideyekî Partîya Demokrat a Kurdistanê – Sûrîye (PDK-S) tîne ziman, heger rêkeftinek di navbera ENKS û HSD an jî Rêveberîya Xweser de çê bibe, dê rê li pêş êrîşên Tirkîyê bigre û dibêje dê aramîyê jî li deverê bicih bîne.

Endamê Polîtburoya PDK-S Mustefa Cuma di vê derbarê de ji K24ê re got: “Heger yekbûneke sîyasî di navbera ENKS û HSD ya Rêveberîya Xweser de bê naskirin, dê gelekî li xweşîya gelê me were, rê li pêş gelek nakokî û astengîyan dibire, ji ber yekbûna sîyasî dê piştgîrîyeke navdewletî jî dê jê re hebe û ez bawer in dê metrisî jî li ser gelê me rabe, herwiha maf jî li pêş Tirkîyê namîne ku hinceta PKKê bîne meydanê.”

Ji alîyê xwe ve jî Endamekî Nûnertîya Partîya Yektîtîya Demokratîk (PYD) li Başûrê Kurdistanê, nêzkûna alîyên sîyasî li Rojava bi erînî dinerxîne û tekezîyê li ser wê yekê dike, PYD bi wan destpêşxerîyên nêzkbûna navmala Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye.

Endamê Têkelîyên PYDê li Başûrê Kurdistanê Cîhad Hesen ji K24ê re dibêje: “Êdî dema yekrêzîya gelê Kurd hatîye, bi taybet jî di nava tevgera sîyasî de, ji ber ku ev qonaxeke pir hestîyar e û hevsengîya herêmî pir hatine guhartin, divê emî jî wek partîyên sîyasî hevsegîyine nû li gor destkeftîyên li Rojava ava bikin, ji ber ku Rêveberîya Xweser bi giştî destpêşxerî girtîye û got ku tiştekî pîroz e û çi li erkê Rêveberîya Xweser bikeve, dê bikin, PYD jî beşek ji Rêveberîya Xweser e û em wê tiştekî erênî dibînin.”  

Tevî ku bangên li hevhatina navmala Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji piranîya partîyên sîyasî û alîyên serbazî tên gotin û dikevin rojevê, lê heya niha li ser erdê ti rêkeftin nehatine encamdan.

 Çavkanî: K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin