Paşînyan bang li alîgirên xwe kir: 1ê Adarê li ber avahiya hikûmetê kom bibin   

Paşînyan bang li alîgirên xwe kir: 1ê Adarê li ber avahiya hikûmetê kom bibin  

.

A+A-

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan ku artêşa welatê wî zorê lê dike daku karvekêşana xwe bide, bangewazî li alîgirên xwe kir.

Paşînyan bang li alîgirên xwe kir sibe 1ê Adarê li demjimêr18:30 li ber avahiya hikûmetê kom bibin ku ew dê mîtingekê li dar bixin.

Serokwezîr Paşînyan piştî ku 25ê Sibatê artêşê îstifaya wî xwestibû, wî jî sererkan ji kar avêtibû lê Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan ew biryar red kiribû.

Paşînyan serokomarê Ermenistanê bi hevkariya ligel darbekaran tohmetbar dike.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin