Pasdarên Îranê kolberekî din jî kuşt

Pasdarên Îranê kolberekî din jî kuşt

Li bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê pasdarên Îranê kolberekî din jî kuşt.

A+A-

Malpera Rêxistina Hengawê ragihand ku vê sibehê li herêma Kanî Zerdê li nêzîkî bajarê Pîranşarê leşkerên Îranê êrîşî kolberên Kurd kirin. Di encama êrîşê de kolberekî Kurd hate kuştin. Kolberê Kurd ku hate kuştin yê bi navê Îsmaîl Ezîzî ji bajarê Mehabadê bû û 33 salî bû.

Di van her sê hefteyên borî de 9 kolberên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê li herêma Urmiyê ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin