Pasdarên Îranê devera Hacî Omeran dan ber topan

Pasdarên Îranê devera Hacî Omeran dan ber topan

Pasdarên Îranê deverên sînorî yên nahiya Hacî Omeran ya Başûrê Kurdistanê dan ber topan.

A+A-

Qaymeqamê nahiya Hacî Omeran, Ferzeng Ehmed gotiye, ji îro sibê ve pasdarên Îranê deverên Xireberd, Kunerê, Gomehîşk û Binberdereşan yên derdora gundê Gundejorê yê Hacî Omeranê didin ber topan.

Pasdarên Îranê bi behaneya hebûna hêzên Rojhilatî, wan deveran didin ber topan.

Ev mideyek e pasdarên Îranê deverên sînorî yên Başûr didin ber topan. Heta niha ziyanek gihîştiye xelkê wan gund û deveran.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin