Parlementoya Awrûpayê: “Temamê siyasetmedaran berdin”

Parlementoya Awrûpayê: “Temamê siyasetmedaran berdin”

.

A+A-

Li Parlementoya Awrûpayê, di civîna giştî de li ser Tirkiyê panelekî bi navê ‘Li Tirkiyê Mafê Mirovan’ hat lidarxistin û bang kirin ku Selahattin Demirtaş û temamê girtiyên siyasî bên berdan. Li ser navê Nûnerê Bilind yê Polîtîka Ewlekariyê û Karên Derve yê YA yê Josef Borrell berpirsê ji wekheviyê Helena Dalli axaftinekî kir.

Dalli, ragihand ku gelek caran endîşeyên xwe di mijara mafê mirovan de bo Tirkiyê gotine û xwestine kêmasiyên xwe temam bikin û di rapora salane ya di derbarê Tirkiyê de mijar heye. Dallin got ku li Tirkiyê biryarên Dadgeha Destûrê û Dadgeha Mafên Mirovan ya Awrûpayê îhlal kirine û biryarên di derbarê şaredarên HDP ê de bi endîşe ne.

Dalli ragihand ku mafê Tirkiyê ye bi terorê re têbikoşe lê serdestiya hûqûqê, Mafên Mirovan û mafên bingehîn divê neyên binpêkirin. Di pey civînê de grûbên siyasî reşbeleka biryarê tesdîq kirin. Li gor biryarê divê Selahattin Demirtaş, Figen Yüksekdağ, parêzvanên mafên mirovan, akademisyen, rojnamevan, siyasetmedar û hwd bên berdan.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin