Parlamentoya Portekîzê komkujîya êzdîyan wek jenosoid nasand

Parlamentoya Portekîzê komkujîya êzdîyan wek jenosoid nasand

29.11.2019ê Parlamentoya Portekîzê bi komdengî ve komkujîya êzdîyan a ji alîyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve wek jenosoid nasand.

A+A-

Çalakvanê êzdî Seîd Qasim ji BasNewsê re ragehand: ‘’Parlamentoya Portekîzê duh bi komdengî ve komkujîya êzdîyan a ji alîyê rêxistiana terorîstên DAIŞê ve hatîye kirin, wek jenosoid nasand. Ev pêngavekî giring û dîrokî bû ji bo kurdên êzdî û dixwazin parlamentoya Iraqê jî kar li ser wê yekê bike ku komkujîya êzdîyan wek jenosoid bide nasandin.’’

Seîd Qasim got: ‘’Ev biryar dê piştevanîya dosyayên êzdîyan bike û pêbendîya civaka navnetewî ya ji bo piştevanîya êzdîyan jî dê xurttir be.’’

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin